spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Avakirina komîteyeke navdewletî

Sorgul Şêxo

Jiyîna li Kurdistanê, fêmkirina rastiya şer û li hember wê asoyên lêhûrbûna xwe kûrkirin e. Jinên kurd ên ku li ruxmî rê û rêbazên êrîşên qirkirin û komkujiyan, dikarîbûn hebûna xwe di çareseriya pirsgirêkên bingehîn ên civakê de, diyar bikin. Her wiha hêza xwe ya çareseriya krîzan û nasnameya xwe ya siyasî, li ruxmî çewesandin û polîtîkayên tunekirinê, dikarîbû derbixe holê û bibe hêza guhertin û veguhertinên bingehîn.

Şerê ku di sedsala 21’ê de li bermaberî jinan tê kirin, bêguman planeke demdirêj û kûr e. Eger dar ne berhemdar be, rastî keviran nayê, jin jî eger ne bi hêz û bi bandor bin, rastî êrîşan jî nayên. Êrîşên ku li jinên kurd li Kurdistanê tên kirin, asta bandora wan li ser hişmendiya dewletê û tirsa faşîzmê ji wan, zelal dike.

Warê zeytûnan bi berxwedana Silava, Bêrîvan û Jîndayan ji çeteyan hat paqijkirin, bedewbûn û dîroka wê hat parastin. Rizgarkirina her buhistek ji warê zeytûnan, bi sedan ji çîrok, destan û efsaneyên dîrokê lê hatine nivîsandin. Her bihustek ji axa Kurdistanê, çîrokên berxwedanê lê hatine vegotin. Însanên ku nebin çav, guh û zimanê şoreşa ku eynika bi milyonên mirovên bedew û şervan û lehengên azadiyê ne, gunehkar in.

Dema ku li Kurdistanê qala jinan tê kirin yekser şoreş, berxwedanî, lehengî û fedekariya wan tê bîra mirov. Pêşengên şoreşên ku pêk tên, her dem jin in, hêza ku herî zêde jî dijmin jê ditirse dîsa jin in. Di berxwedana şervanên YPJ’ê de ya li hember çeteyên DAIŞ’ê, gotina çeteyên ku ji aliyê şervanan ve dihatin dîlgirtin ev bû: “Eger em bi destê jinek ango şervaneke kurd bên kuştin em naçin bihuştê”. Lê herî dawî jî xîlafeta wan bi destê şervanên jin hat hilweşandin.

Nirxandinên çeteyan ên li hember jinên kurd, asta hovîtiya wan vedigot. Şervanên YPJ’ê tola jinên êzidî û yên herêmê jî ji çeteyên ku ew jin di zeytê de diqelandin, bi şûr serjêkirin, bi penseyan neynûkên wan radikirin û bi vemirandina çixareyan di laşê wan de, di zindanan de bê xwarin û vexwarin dihiştin, bi rizgarkirina Reqayê re, hilanîn.

Dewleta tirk xwe li vê yekê ranegirt û bi rengekî aşkera, êrîşî destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ango şoreşa jinan kir. Ji 2018’an heya niha êrîşên dewleta tirk li ser dergûşa şaristaniya mirovahiyê û welatê agir û rojê, qet ranewestiyane. Li hember van êrîşên gulîmorên welêt, di her kêliyê de ji bo afirandina jiyaneke azad û birûmet, têkoşiyan.

Min cara yekem piştî Berxwedana Sedsalê ya Kobanê di sala 2014’an de, di Berxwedana Serdemê ya herêma Efrînê de li hember hêza duyemîn a NATO’yê, dît ku efrînî gelek berxwedêr û parêzvanên nasname, dîrok û hebûna xwe ne. Berxwedaniya 58 rojan ne ji rêzê ye, di her kêliyekê de berxwedaniyeke ku di vegotina wê de ziman pûç dibe, hatiye nivîsandin. Li her bihusteke axa Efrînê xwîna lehingekê/î hatiye rijandin. Li bin her dareke zeytûnê, li ber her zinarekî û li ser her çiyayekî û girekî Efrînê, bi dehan serpêhatiyên şervan û jinên berxwedêr hene. Xwezî zimanê wan dar, zinar û çiyayan heba ku ew çîrokên berxwedanê, hêvî û têkoşîna şervanan vegota.

Gelê Efrînê li derveyî yên ku koçî herêma Şehbayê bûn, jinên ku li hundirê Efrînê jî man, li ber xwe dan. Jinên ku dixwestin bi hebûna xwe nîşanî dagirkiran bidin ku çiqasî xwedî li ax û nirxên xwe derdikevin, rastî gelek kiryaran hatin. Ji dema dagirkirina Efrînê heya niha dîmenên jinan ên di zindanan de, li ber daran hatine qetilkirin û yên rastî tundiyê hatine, tê xuyakirin. Jinên ku di serdema 21’ê de di sîstema hevserokatiyê de roleke aktîf lîst û dikarîbûn hişmendiya civakê ya li hemberî xwe bide guhertin, niha bi gelek kiryaran re rû bi rû ne. Jinên ku xwe bi azadiyê xemilandibûn, niha bi agirê dojeha dewleta tirk re rû bi rû ne.

Dema ku mirov dibêje DAIŞ neviya dewleta tirk e, ji valahiyekê nayê. Nav û cil tên guhertin lê hişmendî û armanc heman tişt in. Çawa ku di tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’e êrîşî jinên êzidî kirin û bi hezaran ji wan di bazarên Mûsil, Reqa û Şedadê de firotin, niha dewleta tirk jinên efrînî jî dişîne Lîbyayê. Şandina jinan sûcekî pir mezin e û pêwîst e li hember wê, bêdengî nebe.

Di cotmeha 2020’an û çileya 2021’ê de NY’ê daxuyanî da û anîn ziman ku dewleta tirk li dijî jinên Efrînê kiryaran pêk tîne. Heta niha gavên şênber en wekî komîteyeke navdewletî nehatiye avakirin û derbasî herêmên dagirkirî yên wekî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî nebûye ku rewşa jinan ji nêz ve bişopîne û kiryaran belge bike.

Dewleta tirk hemû zagonên navdewletî bin pê kir û derbasî axa Sûriyeyê bû û şêniyên wê yên resen neçarî koçberiyê kir, niha jinên wê jî direvîne. Birîna Şengalê li Efrînê nû dibe lê cîhana kor, lal û ker, hêzê dide dagirkeran ku hîn bêtir sûcan bikin û di heman demê de jî sûcdaran baş diparêze.

Ji bo jinên kurd sedsala 21’ê sedsaleke girîng e ku tê de bikaribin nasnameya xwe ya siyasî, dîplomatîk û aborî bi dest bixin. Di heman demê de sedsaleke wisa ye ku li hemberî jinan jî şerekî gerdûnî hatiye destpêkirin. Efrîna ku ji navê Silava, Bêrîvan, Barîn û Avêstayan derketin, bi rêxistinbûn û berxwedana xwe, jiyaneke birûmet afirandin. Da ku ew jinên ku xwe bi azadiyê xemilandin neyên qetilkirin û tola jinên ku hatine qetilkirin were rakirin, pêwîst e ji aliyê civaka navdewletî ve komîteyeke navdewletî were avakirin û der basî herêmên dagirkirî bibin û kiryarên derheqê jinan de tên kirin belge bikin. Di heman demê de pêwîstî pê heye ku dadgeheke navdewletî, li ser kiryar û komkujiyên ku dewleta tirk a dagirker derheqê jin û sivîlên herêmên dagirkirî her wiha li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîne, were avakirin.