În, Gulan 14, 2021

Avakirina ruhê yekitiya neteweyî

Hisên Çatikkaş

Pirsgirêkên kurdan ên naxweyî, tişta xuya dibe, bi qasî dîroka kurdan kevin in. Ewqas kevin in ku xwe di zimanê kurdan de jî bi awayekî berbiçav nîşanî me didin. Weke travmayê her carê derdikevin pêşiya me. Em çîrok û metnên nivîskî bidin aliyekî, tenê bala xwe bidin gotinên pêşiyan, em ê vê yekê bibînin. Çend ji wan gotinan bi vî awayî ne: “kurmê darê ne ji darê be, dar narize”, “giyayê hewşê tehl e”, “kurd jî weke kewên gozel dijminê qewmê xwe ne”, “kurd nabin yek”, “dinya hemû dijminê kurdan e, em kurd jî dijminên hev in”, “em nebin yek, em ê herin yek bi yek”… gotinên bi vî awayî xwedî bandoreke mezin in. Meriv dikare bibêje ku ev gotin rê li ber çareserkirina pirsgirêkan digirin. Lewra dema meriv bixwaze ji derûniya civakekê fêm bike, meriv dikare berê xwe bide zimanê wan. Ji ber ku ziman jî weke civakê zindî ye, pirsgirêkên civakê di nav xwe de dihewîne. Ji ber van tiştan, min xwest berê xwe bidim pirsgirêkên naxweyî.

Van salên dawî, dinya bi awayekî lez û bez diguhere. Ji ber guhertina li dinyayê, di nav kurdan de jî guherînên mezin çêdibin û derfetên mezin dikevin destên kurdan, lê mixabin em kurd nikarin van derfetan bi kar bînin. Helbet sedemên vê yekê pir in. Heta salekê em dikarin qala van sedeman bikin, lê hewceyê vê yekê nake, lewma em ê bi du awayan li ser sedeman bisekinin. A yekê sedemên navneteweyî ne ku ji parçekirina Kurdistanê ya di nav çar dewletan de bigirin, heta digihîje rol û misyona hêzên global a li ser kontrolkirina heremê. A duduyan jî sedemên naxweyî yên kurdan e. Helbet her du sedem jî bandorê bandorê li hev dikin. Parçekirina Kurdistanê ya ji hêla hêzên global ve bandoreke mezin li parçekirina hiş û mejiyê me jî kiriye ku hê em behsa birakujî yan jî avakirina yekitiya kurdan dikin!

Netewebûn û yekitî du tiştên di nav hev de ne ango her du hevdu dihewînin. Heke em qala netewebûna neteweyekê bikin, wê demê pirsgirêka wê neteweyê ya yekitiyê tune ye. Bi kurt û kurmancî heke li devera netewebûn hebe, yekitî jî heye. Li devera netewebûn nebe yekitî jî tune ye. Netewebûna kurdan wê bi xwe re deskeftiyên mezin bîne ku me bi serê çavên xwe di dema berxwedana Kobanê de dît. Dibe ku cara ewil e di dîroka Kurdistanê de hemû kurdan mil da hev ji bo xwe şer kirin. Bakur û Başûr mil dan hev û barbarên sedsala 21’ê tevî hevalbendên wan têk birin. Kobanê nîşanî me û dinyayê da ku kurd bibin netewe, Kurdistana azad û serbixwe nêzîk e, ne dûr e. Lewma bi taybetî dagirkerên welêt xwe li vê yekê negirtin, ji bo tifaq û yekitiya kurdan xira bikin, çi ji wan hat kirin û hê jî dikin. Li vir hewce ye ku em kurd çend pirsan ji xwe bikin; em li Kobanê çawa bûn netewe? Ew ruhê ku li Kobanê ava bû, çawa xira bû? Yên bûn sedema xirakirina ruhê Kobanê kî bûn? Werhasil ev xal zêde ne û lewma bi nivîsekê em nikarin çareser bikin. Bi kurtasî meriv dikare bibêje, kurdan ew ruh ava kir lê xêrnexwazên kurdan ew ruh xira kir. Lewma çavên deriyan xwelî seriyan!

Dema mesele dibe yekitiya kurdan, yekser em hincetan derdixin. Ewilî em hevdu sûcdar dikin û piştre jî neletê li dagirkeran dibarînin, li gorî baweriya min divê kurdên azadîxwaz kumê xwe deynin ber xwe, bêyî ku hawarê bigihînin derdorê, guh bidin ser wijdanê xwe û li rewşa neteweya xwe meyzîne. Heke ji birakujiyê, bêstatûbûna welêt, ji kuştina kurdan acis nebe wê demê bila bi heman awayî jiyana xwe bidomîne, lê heke wijdan acis bibe, divê teqez ji bo guherîna vê rewşê, ji kesên pêşengên kurdan bixwazin da ku vê rewşa kambax bê guhertin. Baş e, ev divê çawa be?

Em kurd ji çalakiyan hez dikin. Li hemberî dewletan em her tim têdikoşin, lê mixabin ev têkoşîna me ya li hemberî dagirkeran heta niha tenê li Kobanê û şerê li hember DAIŞ’ê yê li Başûr hevpar bûye. Lewma êdî hewce ye, em berê çalakiyên xwe bidin xwe. Fîlozof Marx dibêje: “Fîlozofan cîhan tenê bi hinek awayan şîrove kirine, lê di rastiyê de pirsgirêk guhertina wê ye.” Heke em li şûna fîlozof kurd û li şûna cîhanê jî Kurdistan binivîsin wê rewşa me bi zelalî bê dîtin.

Rola mezin a rewşenbîr, hunermend, çapemenî û nivîskarên kurd e. Ji bo vê divê çalak bin û her roj çalak bin. Helbet divê çalakiyên xwe li hemberî rêxistinên kurdan wek çalakiyên bêîtaetiya sivîl pêk bînin. Wek mînak sed hunermendên kurd ji her aliyê Kurdistanê, Ewropa û dinyayê berê xwe bidin Başûr, li pêşiya keleha Hewlêrê ‘konê yekitiyê’ vedin û bêjin heta nûnerên hemû rêxistinên kurdan soza yekitiyê nedin, em ji vir naçin. An jî du sed nivîskarên kurd li Kobanê di bin peykerê Arîn Mîrxan de li ser xalên bingehîn ên yekitiyê ‘nameyên yekitiyê’ binivîsin, ji serok û partiyên kurdî re bişinîn. Tevahiya çapemeniya kurdan tenê behsa van çalakiyan bike û tu alternatîfê nehêle ji kesên xêrnexwaz re. Çalakiyên bi vî awayî dikarin rê li ber guherînên mezin vekin. Tenê bi konsereke li Ewropayê, bi serdanên hêzên siyasî yan jî bi nivîsên di blog û kuncikên xwe yên rojnameyan de kes dê nikaribe pêşiyê li rewşa me bigere.

Dibe ku gelek kes bibêjin; “Sed hunermend an jî du sed nivîskar wê çawa vê rewşa dîrokî biguherînin?” Bersiva vê pirsê di nav rûpelên dîrokê de veşartî ye. Çalakiya Rosa Parks bû sedem ku di rewşa reşikan de guherînên pir mezin çêbibin. Çalakiyên Gandhî li Afrîkayê bûn sedem hind gelek mafan werbigirin û li Hindistanê jî dawî li dagirkeriya îngilîzan were. Weke encam divê êdî em dev ji gotinan berdin, ji bo guherîn û deskeftiyên xwe berê xwe bidin xwe!

spot_img