Yekşem, Tirmeh 25, 2021

Avakirina vegotin û honandina senaryoyê

Îlham Bakir

Tişta ku em jê re dibêjin dîroka mirovahiyê, rêwîtî û serpêhatiya hebûna mirov e. Ew rêwîtî ye ku ji hebûneke biyolojîk ber bi hebûneke sosyolojîk û psîkolojîk ve pêk tê. mirov ji bo ku hebûna xwe ya biyolojîk bidomîne, wek navgîneke xweparastinê civakîbûn bi pêş xistiye û ev destpêka cudabûna mirov a ji giyanewerên wekî din e. Bi vî awayî mirov êdî ne bi tenê heyîneke biyolojîk bû, her wiha heyîneke wisa bû ku ji bo awayên xwe yên hebûnê yên wekî din biparêze mekanîzmayên xweparastinê bi pêş dixist. Bi rêya veguhastina agahî, zanîn û ezmûnan mekanîzmayeke xweparastinê bi pêş xist. Vê yekê jî giyanewerê ku jê re mirov tê gotin hinekî din kir giyanewerekî têkel û sofîstîke.

Ol, felsefe, zanist, bîrdozî û huner di tevahiya dîroka mirovahiyê de navghînên herî xurt ên xweparastinê ne. Mirov ji bo ku zêdetir hebûna xwe ya li rûyê dinyayê watedar bike, pêk bîne û hebûna xwe biparêze di nav lêgerînekê de bûye. Wek encama vê lêgerînê jî, ol, felsefe, zanist, bîrdozî û huner derketin holê. Ji roja ku mirov bi mirovbûna xwe hesiyaye û heta îro xwestiye ku navekî li hebûna xwe bike û ew ji wê rojê heta îro wek pirs û pêdiviyeke pir girîng e.

Vegotina çîrokan, bi rêya çîrokan veguhastina ezmûnên civakî, êş û janên ku hatine kişandin, rêyên ku ber bi bextewariyê ve dibin, heyînên ku veguherandine pîroziyên civakî, nirxan, rê û rêbazan ragihînin nifşên pêşerojê, ji bo ku hebûna xwe ya li rûyê dinyayê watedar bike, ev bi hezar salan in komên mirovan ên bi her cureyî yên ku li rûyê dinayayê hatine avakirin, wek amûreke bingehîn a xweparastinê bi kar tînin. Ango bi wateyeke xwe ya ku pir tê zanîn, çîrok, çîrçîrok û destan ne ji bo buhirandina demên xweş tên vegotin û ew amûrên kêfxweşiyê nînin. Lewra ew wek lêgerîna çareserkirina pirsgirêkên civakê derketine holê.

Di çîrokên fîlmên ku dê sînemaya kurdî biafirîne de dê rengekî vegotinê yê çawa bê bikaranîn, ev vegotin dê xwediyê teşeyeke çawa be, çîrokên van fîlman dê li gor kîjan pevçûnan bên honandin, honakeke çawa, têkiliyeke cih û demê ya çawa dê bê sazkirin; ji bo ku ev hemû bên diyarkirin, divê paşxaneya çandî ya civaka kurd û erdnîgariya kurdan bê nirxandin. Divê kevneşopiyên civaka kurd li ber çavan bên girtin. Ji bo vegotin û domandina kevneşopiyên kurdan amûra herî bingehîn vegotina çîrokan e. Ji ber vê yekê jî divê sînemaya kurdan jî çîrokên rast bihûne û karakterên rastîn biafirîne.

Çanda kurdî li ser erdnîgariya ku şoreşa sazûmankar a mirovahiyê, neolîtîk, lê pêk hatiye, teşe girtiye. Kurd jî wek piraniya gelên vê erdnîgariyê parçeyek ji vê şoreşê ne û îro mîratgirên wê ne. Çîrokên ku kurd vedibêjin ligel ku di navberê de bi hezaran salan dem derbasbûye jî, hîna jî li ser şopa vê şoreşê ne. Ji ber vê yekê jî divê sînemaya kurdî ya ku hîna nû teşe digire jî divê bide ser şopa vê şoreşê.

Avaniya civakî ya kurdên ku bi sedsalan dewlet ava nekirine û dûrî kevneşopiya dewletparêz mane xwediyê taybetiyeke demokratîk e ku dijî desthilatdarî, dijî hiyerariyê ye, bi xwezayê re lihevkirî û bi awayekî wekhev têkilî daniye. Sînemaya kurdî ku li gor vê paşxaneya civakî tevnegere dê lingekî wê kulek bimîne.

Di encamê de sînema jî rêbazeke çîrokgotinê ye. Berî çîrok tê nivîsin, paşê ev çîrok bi rêya dîtbarî, bi amûrên dîtbarî tê îfadekirin. Heger sînemaya kurdî, çîrokên sînemaya kurdî li ser koka xwe şîn nebe, çavê xwe jê bade, berê xwe vegerîne navendên sînemaya mêtingeran, ne dikare sinemayeke resen derxe holê ne jî dikare rola xwe ya ku civakê sax bike, rê nîşan bide bîne cih.

Ev nivîs, armanca xwe ya sereke ne ew e ku senaryoke serkeftî çawa tê nivîsandin hînê xwendekarên xwe bike. Armanca vê nivîsê ev e; divê beriya her tiştî bê zanîn ku çîrok gotin, ji bo civakê avakirina hişmendiyê ye. Eger hişmendî hêza xwe ji kevneşopiya xwe, ji tekoşîn û pîrozbahiyên xwe, ji nirxên xwe ya civakî û erdnîgarî negire, çîroka ku derkeve holê dê xizmeta serdestan bike. Her çîroknivîs, her senaryonvîs, her sînemagerê kurd gere çanda xwe, civaka xwe, erdnîgariya xwe, pîrozbahiyên xwe, çîrokên ku berê hatine gotin nas bike û çîrokên ku dixwaze binivîse, fîlma ku dixwaze bikişîne hêza xwe ji van tiştan bigire, ser van tiştan estetîka xwe ava bike. Û dîsa çîroka ku vedibêje divê ne ji bo otorîteyên hunera serdest, ji bo festîval û xelatan, ji bo gelê xwe vebêje. Divê çavkaniya motivasyonê bibe gel, ne ku bibe navendên hunera serdest. Her du motivasyon, sînemayeke ji hevûdu pir cuda derdixin holê. Derdê çîrokên sînemayê bi giranî ew e ku hem dixwazin ji bo gel hem jî ji bo otoriteyên sinemayê navendî vebêjin. Ev jî berhemên ku li arafê mane, berhemenên nakok û lawaz derdixin holê. Her senaryonivîs berê ku dest bi çîroka xwe bike gerek diyar bike ku çîroka xwe ji bo kî û ji bo çi vedibêje. Ev nivîs di serî de henek van meseleyan dixwaze nîqaş bike.