spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Awazek bi sê dengan; Dilo Dilo

Hunermend Mikaîl Aslan û Diyako Nahîd, strana “Dilo Dilo” ya di serdema dawîn de heskiriya ber dilê guhdaran e bi hev re û bi du zimanan sitirîn. Ev proje di bin banê Dest Muzîkê de bi derhêneriya Cemîl Qoçgîrî ya muzîkê pêk hat. Li ser vîdyo klîpa projeyê destnîşana Eda Tansesî heye.

Strana “Dilo Dilo” bi sitirîna Rêncber Azîzî dihat zanîn. Lê di van rojan de derket holê ku Azîz Şarûxê ji rojhilatê Kurdistanê jî heman stran sitiriye. Aslan, Nahîd û Qoçgîrî jî bi hesta vê hevkariyê, ji bo bibîranîna Rêncber Azîzî û rûmeta Azîz Şarûxî, ev stran xwendin.

Li gor daxuyaniya Mainzer Weltmusik Akademieyê, di versiyona Rêncber Azîz distirê de gotinên stranê ayîdê hunermendî ne. Di versiyona Azîz Şarûxî de gotin, ayîdê hunermendê navdar Hejar Mukriyanî ne ku di sala 1991an de koça dawîn kiribû. Strana ku Selîm Temo gotinên wê ji soranî û kirmanckî veguhastiyê zaravayê kurmancî, ji îro pê ve li ser platformên parvekirinê li ber dest e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê