Rojnameya Heftane

Ferman û koçberî

‘’Ya şems, ya serê siba ezîz,  derge dîwanê Şêx Adî, tu herî hewariya heftê du miletan, hewariya rêwiyên riyan, nefsên tengiyan, serê li ser balgiyan, paşê jî bêyî hewariya me. Ya Melekê Tawis,  serê min qurbana te be, tu were hewariya  me. Tu  me, ji vî derê teng, derxe’’1

Ax (xwelî) dema  di destê xwediyê xwe de be,  xwedî  bextewar e, jiyan bihuşt e. Ax! Dema nîn be, xem  xwedî  dikuje, jiyan dibe dojeh.

Min dil heye ku di vî quncikê “Ax! Welato” de, li pey şopa kesera ax û welat bikevim. Herim serdana cih û warên bav û kalan, yên ku Xwedî,  ji destê bê Xwedêyan, sedan sal in jê dûr in.

Di encama hin şeran de, êzidî bi fermanan re rû bi rû mane û cih û warên xwe terikandine. Êş û azarên mezin jiyane. Kal, pîr, dê, bav, xwişk, bira û ewlad  winda kirine. Bi salan hesret kişandine û bi wê hesretê, can ji bedenan kişiyaye. Ew nifşê ku ev derdana bi çavê serê xwe dîtibûn, dema ku ji wan dihate  pirsîn; wek pirsa xwe kiribûne yek, bi axîneke kûr digotin ‘’heta qebrê jî, derdê oxirmê, ji bîra min naçe’’

Dema ku Roma Reş li hember Ûris,  şerê  di  sala 1877-78’an de winda dike û bajarên Qersê û çend cihên din, ji ber şer, ji wan re dihêle;  bi hêrsa wê, li ser civakên ne misilman yên navxwe, zext û zordariyê zêde dike.  Armanca wan ew e ku , ew civak ji welêt  birevin.

Ji bo vê plana xwe, bi pergalî pêk bînin jî di sala 1881’ê de bi navê Alayên Hemîdiyan, hin rêxistinan ava dikin û  berê canê civakên ermen û êzidî didin. Qurbanên van êrîşan yek jî, êzidiyên ji gundên Eyntabê (Dutaxa Qerekosê); li  Mela Şemdînê, Hoxanê, Xanikê, Dêrikê, Tetikayê, Bedboriyayê,  Esmerê û  Sîncanê ne.

Ev êzidiyên Eyntabê, bêçare di payîza derengî ya sala 1882’an de, direvin û tên herêma Qersê. Rêveberiya Ûris a li Qersê, wan wê payîza derengî li ser gundên qeza Qaxizmanê ya nehiya Nexşanê, yên mintika Dîgorê belav dike. Hejmara civaka hatî 2090 kes e. Bi biharê re, wan li şazdeh gundên Dîgorê; Li Emançayîrê, Şîrînkoyê, Şatiroxliyê, Eyla Sinco, Êngukê, Sûsizê, Hesocanoyê, Dîgora Xerebe, Dûzgêçîtê Qizilquleyê, Qereqela Baro, Baceliyê, Kosesogitiyê, Qozilcê, Sîçanê û Taşnîka Çuxreşan cih dike. Bi tevahî 256 xane ne. Wek muhacir têne qeydkirin û sê salan ji wan bac nayê girtin. Debara xwe  bi xwedîkirina heywanan  û bi cotkariyê dikin. Ev civak  ji Ûris re leşkeriyê nake, dewsa wê bacê didin.

Hemû gundên wan  nêzî hev in û zozan in. Deşta zêrîn a Nexşanê ji çiyayê Zixçiyê dest pê dike, heya devê ava reş;  bêhn û tehm û bereketa genimê kirik, “qeliya pezê qemer a ber berana” çetir e, mirov jê têr nabe. Ava çemê Dîgorê ya ku  heft gundan bereketê berhev dike, tîne  û ser erdê  Êzdîxanê belav dike. Ava kaniya Warê Baso, Gomasolo, Kanisipiyê, Gevezê û sedên din, ne tenê tînê dişkênin, dermanê derdên bêderman in. Ji ber wê ye ji bîr nabin.

Êzidî li vî cih û warê bihuştî, li Serheda rengîn, mixabin tenê 36 sala dimînin, vê carê jî, şerê cîhanê yê yekem diqewime. Dewleta Romê û Ûris tên ber bi hilweşandinê ve diçin û civaka bê dewlet, êzidî bi fermaneke nû re, rû bi rû dimînin.

Li pey şoreşa 1917’an,  Lenîn bê şert û bê şer, leşkerên Sovyetê ji Qersê dikişîne. Dewsa wan leşkerên Romê tên cih dibin, ermen û êzidî ber bi sînorên Sovyetê ve direvin. Lê Osmanî ku şerê cîhanê yê yekem winda dikin, çend mehan şûnda leşkerên Qerebekir ji Qersê dikişin. Hin ermen û êzidiyên reviyane şûnve tên ser hîmên  xwe.

Di rêveberiya Qersê de valahiyek çêdibe; Şoreşa Sovyetê hêj xwe negihandiye Qafqasan. Qafqas xiloporte ye. Ermenistanê  Taşnax serwer in. Ev dest diavêjin Qersê jî. Vê carê jî civakên misilman ji Qersê ber bi Erziromê, Bayburtê direvin. Qers ji ber destan diçe. Leşkerên Roma Reş û Taşnaxan û çeteyên girêdayî wan hetka civakan birandine. Civak bûye du parçe; misilman û ne misilman.

Cerda Şevoyê Qaçax a di gura Taşnaxan de, diavêje ser gundê Xuliyê û komkujiyê pêk tîne. Dîsa “Di sala 1918’an de çekdarên ermen dora gundekî  kurdên misilman, gundê Sorxuliyê girtin, hemû rûniştvanên wê kirin gomê û agir bi wan xistin, hemû şewitandin. Pir mixabin ku hin kurdên êzidî jî beşdarî vê zilma giran bûn mîna piştgirên ermenan. Lê kurdên Sorxuliyê jî  weke tê gotin ne am û tam bûn…’’2

Dema ku ev tên bihîstin, gundên êzidiyan jî dibin hedef. Cerda Emerê Hingoyê Xinikê, ji alî Romê tê û davêje ser gûndên ermen û êzidiyan.

Dema Ermenistan ji destê Taşnaxan dertê û dikeve destê Bolşevîkan, leşkerên Qerebekir tên û Qersê cara duyemîn hildidin. Ermen û êzidî cara duyem cih û warên xwe dihêlin û ber bi alî Tiblîsê, Gumriyê û Elegezê  ve direvin.

Lê feyde nake mirin tê wan, li wan deran jî digire. De bila zimanê kevir û quçên gundê Camûşvana Mezin (Elegez) hebûna û yên bûyî bigotana; mezin dimirin û  bi hezaran sêwî li dû wan dimînin, ji bo wan  sêwiyan, li komarên Sovyetê, çendî çend sêwîxane tên vekirin. Ew zaran di wan sêwixanan de mezin dibin. Ji bo bersivê bidin komkujiya hatiye serê wan, pir jîr û jêhatî tevdigerin.

Di salên 1930’an de Ronesansê di çand û wêjeya kurdî de didin destpêkirin. Casîmê Celîl Radyoya Rewanê dide avakirin li pey wî Xelîlê Çaçan, Ehmedê Gogê û Keremê Seyad pêşengiya Radyoya Rewanê dikin. Nûra Egîd Axa, Zeyneva Îvo û Eznîva Reşîd pêşkêşvaniya wê dikin.

Nivîskar û rewşenbîrên nemir: Erebê Şemo, Qanadê Kurdo, Heciyê Cindî, Emînê Evdal, Cerdoyê Genco, Ehmedê Mirazî  û bi sedên din, wêjeya devkî  berhev dikin, ji windahiyê xelas dikin û serpêhatiyên civakê bi formên wêjeyî dinivîsînin. Dibin, hişê civakî; pêşiya helandina civakê digirin û nemirbûna xwe diyar dikin.

“Lazim bê bigirîn, xwe biperitînin, xwe bikelînin, xwe biqelînin, lê paşê bûyerên rojên derbasbûyî  têkin kevirekî, wî têkin ber pişta xwe, mîna wî kevirî mehkem bin. Bila dijmin bi me nekene.”3

1- Duaya serê sibê

2- Wezîrê Eşo, Kovara Nûdem, N 31, Rû 12, 1999

3- Ehmedê Hepo, Bawerî