25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ax, xwezî li rojên berê!

Ger zimanê kevir û latan hebûya, wê bi dehan çîrokên rêwî û koçeran vegotibûna. Di heman wextê de rexmî pêşketina teknolojiyê, dayikên ku girîngiya alavên kevnar di roja me ya îro de dizanin, heta niha bi kar tînin rewşeke taybet destnîşan dikin. Yek ji wan alavan jî meşk e. Fatima El-Xitban a 70 salî heta niha meşkê bi kar tîne.

Fatima da zanîn ku rexmî pêşketina teknolojiyê ew naxwaze dest ji meşkê berde û wiha got: “Di salên dawî de êdî mekîneyên kilandina dew derketin lê di dema me de tiştekî wiha tune bû, her tişt bi kedê çêdibû. Malbatên mekîne li gel wan hebin, dema cereyan tê li ser wê çêdikin lê ger cereyan tune be ew jî bi meşkê dikêlin. Berê her tiştî bi kedê dihat çêkirin, pir xweş û bi wate bûn.”

Di axaftina xwe de Fatima bal kişand ser ruhê komînal ê li gundan û ev tişt anî ziman: “Her jinek li gorî hejmara pezê xwe meşkê jî çêdike. Ya herî xweş li gund ew e ku mala meşka wê tune be, dewê cîranên xwe dikeyînin û alîkariyê didin hev. Yên berê çawa bûn, yên niha jî wiha ne, çanda gundan ji ya bajaran pir cudatir e. Ger mekîne û ferazeya şîr jî nebin, jin meşkan çêdikin û bi kar tînin. Jin ji tunebûnê hebûnê diafirînin.”

Fatima got ku xwezî rojên berê û wiha ew roj bi bîr xistin: “Ax, xwezî rojên berê di roja me ya îro de bûna. Ji ber xêr û bereket pir bû. Berê em her koçer bûn, ji çêkirina konan û tevnan me gelekî hez dikir û çêdikir. Berê jin hemû li ber konan bi meşkên xwe digirtin û dew dikêlan û distirandin. Li kêleka karê xwe, dengbêjî jî bi pêş dixistin.”

Her wiha Fatima bi vê hêviyê dawî li axaftina xwe anî: “Ez pir dixwazim jinên niha fêrî alavên kevnar bibin û wan bi kar bînin. Keçika min a mezin piştî ku zewicî ew jî fêrî meşkê û heya niha jî bi kar tîne. Ez naxwazim ev çand winda bibe, ji ber ku ya dapîrê me ye û divê neviyên me jî paşguh nekin.”

HESEKÊ