Şemî, Çile 29, 2022

‘Aysel jineke berxwedêr, xurt û ji dil e’

Siyasetmedara kurd Aysel Tugluk 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê ya Kocaeliyê tê girtin. Tugluka ku 10 sal ceza lê hatiye birîn pirsgirêkên tenduristiyê dijî û du sal in teşhîsa demansê (jibîrkirin) ji bo wê hat danîn. Rewşa Aysel Tugluk roj bi roj girantir dibe. Tevî rapora ku SaziyaTipa Edlî (ATK) ya ‘nikare di girtîgehê de bimîne’ jî  ATK’a Stenbolê berovajî vê rapor da û got ‘dikare di girtîgehê de bimîne’.

Li hember vê bi hezaran jin bertek nîşan dan û kampanya pêk anîn. Herî dawî bi sernavê ‘Ji bo Aysel Tugluk 1000 jin’ kampanya hat destpêkirin û jinan azadiya Ayselê xwestin. Di çarçoveya vê kampanyayê de bi hezaran kes li ser medyaya dîjîtal bi hashtaga ‘#BinlerceAyseliz’ parve kirin û xwestin Aysel demildest bê berdan.

Parlamentera dema berê ya HDP’ê ya Muşê û parêzer Burcu Çelîk Ozkan ku demekê bi Aysel re di heman girtîgehê de ma der barê rewşa wê de bersiv da pirsên Ajansa JINNNEWS’ê

We Aysel çawa nas kir?

Aysel gelekî berî pêşiya me dest bi siyasetê kiriye û di gelek saziyan de di mijara mafê mirovan de xebitiye. Min ji 2015’an şûnde ew ji nêz ve nas kir. Dema parlamenter bûm, ew jî cîgira hevserokatiya giştî bû. Ji ber qadên xebata me hevpar bûn, em dihatin gel hev. Me bi hev re pir xebat meşandin. Ne tenê li Tirkiyeyê li derveyî Tirkiyeyê jî gelek serdanên me çêbûn. Piştre em bi hev re li girtîgehê hatin gel hev. Me li Kandirayê jî hevaltî kir.

Ayselê li girtîgehê ji jinan re çawa dibû hêz? Hûn çawa dihatin gel hev? 

Aysel ji derve de kesek bêdeng tê xuyakirin lê bi rastî jî berxwedan û jîrbûna wê ya di têkoşînê de hêz dida gelek jinan. Li girtîgehê yek ji jinên ku min hêz jê digirt bû. Di demên herî xemsar de Aysel li çavên me binêhirta em dihatin ser xwe. Taybetiya wê ya herî mezin, ev bû; di bin bêdengiya wê de jîrbûneke mezin hebû. Henekên xweş bi gotinekê û nirxandinekê bandor dikir. Bi rastî gelek bi nirx e. Me ji wê hêz digirt.

Hûn li gel Aysel diman. Gelo Aysel girtina we çawa dinirxand?

Em hemû di esasa biryarekê de di carekê de hatibûn girtin. Girtina 10 siyasetmedarên jin gelek hat nirxandin. Carna me henek dikir û me digot em dikarin li girtîgehê komcivînê bikin. Aysel çawa li derve xebat dimeşand, li hundir jî di vê hişmendiyê de bû.

Der barê Aysel de tiştekî ku we ji bîr nekiriye heye gelo?

Dema ez girtîbûm keça min Asmîn dihat gel min. Navbera Aysel û Asmîn gelek baş bû. Ya min û Ayselê jî gelek baş bû. Lê diyaloga wê û Asmînê pir cuda bû. Di navbera wan de diyalogek cuda hebû. Aysel pir baş bi zarokan re têkilî ava dikir. Ji zimanê zarokan fêm dikir. Gelek bîranîn hene. Em nêzî sê salan bi hev re man. Dema Aysel tê gotin, ken, kêfxweşî û aramî tê hişê min. Ev rewşa bêdeng a Ayselê di esasê de tiştekî cuda ye. Aysel jinek bi kêf bû henek dikir. Carna em dimeşiyan bêdeng bêdeng, lê henekên wisa dikir em hemû dikeniyan. Aysel jinek berxwedêr, xurt û bi rastî jî jinek ji dil bû û heqîqet e.

Nexweşiya wê çawa derket holê û we çawa ferq kir? Bandora herî mezin a di nexweşiyê de çibû?

Li girtîgehê ger mirov kesekî nêzî xwe winda bike ev rewşeke gelek xerab e. Di vî alî de Ayselê kesa herî nêzî xwe yanî dayika xwe winda kir. Di girtîgehê de yek ji xesasiyetên herî mezin, li derve kesekî xwe windakirin e. Yek ji derdê herî mezin ên girtiyan ev e. Ev bandorek mezin dike. Di vê pêvajoya windakirina xizma xwe de veguherî aliyekî din. Ji ber ku dayika wê gotibû min li Goristana Încekê defin bikin. Ayselê ev her tim digot. Lê li ber çavên Ayselê dayika wê ji gora lê hatibû definkirin hat derxistin û bi lez û bez birin Dêrsimê. Ya yekem travma û şoka jiyabû ev bû. Ya duyem jî nehiştin definkirina dayika xwe jî bibîne. Serxasiya dayika xwe nekir. Bandora vê bêguman zehmet bû. Em hemû hevalên wê demê wisa dinirxînin.

Ji wê rojê şûnde Aysel bêdeng bû. Di encama êş û hemû pirsnîşanan de bêdeng bû. Bi lez bandor lê kir. Roj bi roj bi refleksekên cuda nêzî nexweşiyê bû. Me ev didît. Beriya ez tehliye bibim, dem bi dem min şahidî kir ku hinek tiştan ji bîr dike. Bêguman nokteya Aysel niha lê ye ne tesaduf e. Divê li ser vê bê sekinandin. Min gotibû wê Aysel dîsa bigihêje tenduristiya xwe. Lê ji bo vê çi tê kirin. Divê gavên rast bên avêtin.

Gelo şertên pandemiyê û girtîgehê bandor li ser nexweşiyê kir?

Bi pandemiyê re gelek maf hatin rakirin. Di pêvajoya 2 salan a pandemiyê de derfet hatin sînorkirina, îzlasyon jixwe hebû, têkilî hatin rakirin. Yên li Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê dimînin jinên siyasetmedar in. Pergala Tîpa F jixwe pergala hucreyê ye. Mirov di qawişên du sê kesî de dimînin. Jixwe ne qerebalix e. Ev mirovan bi bandor dike. Bêguman bi pandemiyê re zêdetir bandor li ser nexweşiya Ayselê bû. Li girtîgehan têkilî û diyalog girîng e. Lê bi pandemiyê re ev hatin rakirin. Bandorek neyînî hat kirin.

Du raporên ku ATK’a Stenbolê û ATK’a Kocaeliyê dane Ayselê hene û dijberê hev in. Sedema israra ya ATK’ê ku dibêje Aysel divê di girtîgehê de bimîne çi ye?

Ev binpêkirinên mafan ên girtî pê re tên rû hev in. Di xebatên meclisê de wê demê ez berdevka komîsyona girtîgehê bûm û Aysel Tugluk jî cîgira serokatiya giştî bû. Wê demê hemû raporên me arşîv kirine hîna hene. Axaftinên me yên ji bo girtiyên nexweş hîn hene. Hejmarên wê demê hîn di bîra min de ne. Wê demê ji 300’î zêdetir girtiyên nexweş hebûn û me gelek caran got gelek girtiyên nexweş hene. Me serdanên girtîgehan kir rapor. Sala 2015’an noqteyek şikestinê ye. Wê demê raporên digotin ‘Girtî nikare bimîne, ATK’ê wek dikare bimîne’ dida. Me bi dengekî bilind îtîraz kir lê atmosfera siyasî bandor li raporên ATK’ê jî kir. Divê ev zelal derkevin holê.

Ji bo Ayselê teşhîsa demansê hat danîn. Ji aliyê Zanîngeha Kocaeliyê ve bi îmzeya 9 profesorî rapora ‘Aysel nikare girtî bimîne’ hat dayîn. Lê ATK’a Stenbolê der barê ku Aysel dikare girtî bimîne de rapor da. Berovajî rapora ATK’a Kocaeliyê rapor hat dayîn. Divê ev neyê qebûlkirin. Ev raporeke dijhiqûqî ye. Ez wek keseke ku dem bi dem diçim Kandirayê hevalan ziyaret dikim dibêjim, di her hevdîtinê de nîşaneyek nû bi Ayselê re hebû. Roj bi roj nexweşî pêş diket.

Divê rê û rêbazek çawa bê şopandin, bi taybet ji bo girtiyên nexweş?

Ev mijar canê mirovan diêşîne û çareseriya wê pir zelal desthilatdariya siyasî ye. Hejmara girtiyên nexweş ên di sala 2015’an de 300 bû îro nêzî 604, 605’an de ye. Mixabin mirin tên jiyîn. Mixabin di bin sîwana meclis, wezareta dadê, midûriyetên giştî yên girtîgehan de xebatek taybet tune ye. Em çiqas dengê xwe bilind bikin jî wezareta dadê û girtîgeh ji ewlehiya girtiyan berpirs in. Divê tenê der barê vê mijarê de deparmane hebe gotinên me li ber çavan bigire. Em nizanin ku gelo ev pêkan e yan na lê divê pêkan be.

Ev helwesta li dijî Ayselê û bi taybet li hember jinên kurd û gel tu çawa dikarî binirxînî?

Di 6-7 salên dawî de gelek binpêkirinên mafan hatin jiyîn û vê bandor li biryarên daraz û ATK’ê jî kirin. Gelo çawa dibe ku biryarên ATK’ê di nava çend mehan de wisa diguhere. Divê rayeder bersiva vê bidin. Em jinên kurd li her qadê ne. Îro têkoşîna qadê her der e. Divê raya giştî piştgirî û hestiyariyê nîşan bidin. Ev girîng e. Hewcedarî bi guherînek polîtîk heye. Bêguman wê wisa bandor li pêvajoyê bibe. Divê li meclis, li kolan, li malê ev mijar bê axaftin. Divê deng bê bilindkirin.