20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azadiya bisînor û koletiya bêsînor

Feyzî Mîrhesen

Ez ê li ser têgehên azadî, bendewarî û koletiyê hin dîtinên xwe binîm ziman. Beriya ku em dest bi mijara xwe bikin bi gotineke ‘Tu tişt ji azadî û serxwebûnê bi rûmettir nîne’ em dest bi mijara xwe bikin. Gelo azadî û bendewarî çi ne? Beriya mijarê şer û aştiyê çi ne? Şer û aşitî du têgehên li dijî hev in. Her wisa azadî û koletî jî li dijî hev in. Lewre di azadiyê de biratî, wekhevî û xweşî heye. Lê di şer de mirin, talankirin, wêrankirin, hêsirên çavan û dijminahî heye. Azadî ew e ku mirov bikaribe, dîtin û ramanên xwe bêtirs û bêastengî bîne ziman. Di nav vê de, kesayeta neteweyî, ziman û hemû mafên mirovayiyê hene.
Lê ku mirov terîfa azadiyê bike û bîne ziman. Hin şert û mercên azadiyê jî hene. Gelo ma di azadiyê de jî sînorek heya an na? Kes, civak an jî desthilatdar dibêjin: “Na azadî bê sînor e. Em di sînorê xwe de li ser navê bawerî, demokrasî an jî azadiyê dikarin her tiştî bikin û kes nikare ji me hisab bipirse.” Ev azadî şaş e, lewre mirov nikare amûran li gorî xwe şirove bike û bi kar bîne . Azadî ew e ku mafê xwe yên mirovî, neteweyî bi kar bîne. Lê nekevin an jî nekeve sînor û hidûdê kesên din. Ji wan kes û civakan re rêz û îhtiramê bigire. Wê gavê ew kes an jî civak azad in û li gorî mafên mirovahiyê tev digerin.

Koletî jî ew e ku kes nikare mafên xwe yên mirovahiyê bi kar bîne û azadîya wî/wê di destê kes an jî desthilatdariyeke din de ye. Serdestên wan çiqas destûrê bidin ewqas dikarin mafên xwe yên mirovî, çandî û baweriyê bi kar bînin. Di warên neteweyî û mirovahiyê de em kurd di vê rewşê de ne. Lê di rewşa civaka miovahî, cudayiya koledariya dema berê û îro de, di navbera çînan de ferq hene. Gelo ferq çi ne?

Berê kole dixebitandin û zikê wan têr dikirin. Koletiya wan ne ji bona ku kurd, ereb û nijadeke din bûn. Bawerî û dirûvên wan ne pirsgirêk bûn, bi tenê keda wan dixwarin. Lê îro kesek dikare bibêje heyran îro fabrîqe û kar heye, em di keda xwe de azad in. Wesayît û avahiyên me hene. Rast e li gorî koledariya berê lê? Gelo dikarin bêyî xwediyê fabrîqeyê bibêjin em naxebitin mafên xwe dixwazin. An jî fabrîqeya ku tê de kar dikin, xwediyê fabrîqeyê, fabrîqeyê bide kesekî din dê karker çi bikin. Carna karker û fabrîqeyê bi hev re difiroşin kesekî din. Ev pergal bibêje hûn li gorî me baweriya xwe bi rê ve bibin. An jî em ê we ji melatî û berpirsyariya saziyên we diavêjin. Hûn ê fetwa hela û heramiyê li gorî me bidin. Kesên zalim weke mezlûm, kesên mezlûm û bindestan jî wekî zalim nîşan bidin. Bibêjin gelî dadger û hakiman kesên mafxwaz bigirin ên zordest azad bikin û berdin. Siyasetmedar û parlamenter, kesên ku wekî me nefikirin ciyê wan li cem me nîne. Gelo kî bibêjin na. Elbet gotina me ji kesên xwedî wijdan û bişeref re nîne. Kesên di rêya Hz. Îbrahîm de dimeşin pir in. Lê diavêjin ar û agiran. Koçber dikin. Talan dikin û wan ji axa wan dertînin. Em dipirsin. Ey gelî canik û camêran! Hûn biryar bidin, azadî û koletî çi ne? Di warê maf û netewetiyê de rewşa me kurdan li ber çavan e. Lê ya civak û mirovatiyê çi ye? Ji bo ku kurd nebin xwedî mafê azadiyê, ew hemû maf ji destê wan tê girtin. Dixwazin tevan bêdeng bikin.

Lê ji bo me kurdan ne tenê di aliyê raman û kedê de, di aliyê ziman, çand û hebûnê de hemû mafên civaka me ji destê me hatiye girtin û tê înkarkirin. Dibêjin ziman û çandeke wiha nîne. Keseke/î hebûna wê/î qedexe be, ked û baweriya wî her wiha hemû mafên wî yê mirovatiyê jî nîne. Wekî mînak melayekî temenê wî heftê salî ji ber mewlûda kurdî xwendibû avêtin zindanê û jiyana xwe ji dest da.
Ji bo wî seydayî kîjan azadî?

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê