Çarşem, Gulan 19, 2021

Azadiya çapemeniyê û çapemeniya kurdî

Çapemenî, di civatên ku bi demokrasiyê tên birêvebirin de, wek hêza çaremîn a birêveberin û xurtkirina civatê, tê pênasekirin. Hêza sereke ya qanûnsaziyê ye, ya duyem karîgerî (rêveberî) û ya sêyem jî daraz e. Lê ev li civatên dewletên kolonyalîst ên wek dagirkerên Kurdistanê tu carê pêk nehatiye û heta kolonyal neyê hilweşandin dê pêk jî neyê. Lê di vê serdemê de ku êdî rojnamegeriya înternetê (dîjîtal) bûye alternatîfa çapemeniya girêdayî rejîmên dîktator, meriv hêvî dike ku çapemeniya kurdî jî para xwe ji rojnamegeriya dîjîtal bigire.

Ez ê di vê nivîsa xwe de, hewl bidim ku bi helkewta 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê balê bikişînim ser zilm û zora li ser çapemeniya kurdî. Ji destpêka rojnamegeriya kurdî ku di 22’yê Nîsana 1898’an de, bi rojnameya Kurdistanê dest pê kiriye bigire heta roja me ya îro jî li bakurê Kurdistanê çapemeniya kurdî her bi qedexeyên dewletê re rû bi rû maye. Di vî warî de belgeyên fermî yên qedexekirina rojnameya Kurdistanê, di arşîva osmanî de hene. Wek çavkanî pirtûka Malmîsanij a li ser Evdirehman Bedirxan, di rûpelên 121-122’yan de mijar hatıye zelalkirin. Meriv dibîne ku di nav hefteyekê de Siltanê Osmanî, Evdilhemîdê II fermana qedexekirinê daye.

Ji destpêka rojnamegeriya kurdî, yanî ji yekem rojnamegerê kurdî Mîqdad Mîthed Bedirxan heta Kamûran Alî Bedirxan; nîv sedsalek malbata Bedirxaniyan pêşengiya rojnamegeriya kurdî kirine. Me di pêşgotina xwe ya Roja Nû, Çapa Taybet de wiha nivîsî: “Her çi qasî Kamûran birayê piçûk be jî tu carê ji Sureya û Celadet Bedirxan kêm nemaye. Her bi wan re di nav xebata çand, huner û wêjeya kurdî de bûye. Di kovarên Hawar û Ronahiyê de nivîsiye. Lê ew dîplomatekî şareza yê kurdan bûye. Ji bo ku doza kurdan bi dinyayê bide nasîn, di 3’yê Gulana 1943’yan de, rojnameya Roja Nû ya ku nîvî bi kurdî nivî jî bi frensî bû, derxistiye.

Ez dixwazim balê bikişînim ser girîngiya 3’yê Gulanê ku ji aliyê saziya Neteweyên Yekbûyî ve di sala 1993’yan de, bi pêşniyaza Saziya Rojnamegerên Sînornenas a li Parîsê, wek Roja Azadiya Çapemeniyê hatiye qebûl kirin. Min gelek hewil da ku ez peywendiya vê biryarê û roja derketina rojnameya Roja Nû derxînim holê, lê ez di vê mijarê de negihîştim agahiyên ku mijarê zelal bikin. Divê em kurd li xwîna şehîdên çapemeniya kurdî û keda rojnamegerên kurdî yên wek Mîqdad Mîdhet, Evdirehman, Sureya, Celadet û Kamûran Bedirxan xwedî derkevin.”

Bi tevî ku me li ser vê mijarê dokument bi dest nexist jî em dizanin ku Kamûran Bedirxan li Parîsa ku Saziya Rojnamegerên Sînornenas lê bûye, bi salan wek akademîsyen li Zanîngeha Sorbonneê di beşa Şaristaniya Kurdistanê de mamostetî kiriye. Em hêvî dikin ku rojek keda Dr. Kamûran Bedirxan a di asta navneteweyî de, bêtir bê zanîn.