24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Azan ji kêrê re kirin kalan!

Di van rojan de ku herkes zilma polîsê spî yê Amerîkayê ya li hemberî welatiyê reşik diaxive, li Tirkiyeyê bûyerên ji vê zilmê mezintir pêk tên. Ciwanên kurd ji ber ku li stranên kurdî guhdar dikin, ji aliyê kesên nijadperest ên ji dewletê hêz digirin ve li kuçeyan tên qetilkirin.

Di 31’ê gulanê de li navçeya Etîmesgûta Enqereyê, li dijî ciwanê kurd ê bi navê Bariş Çakan, ji aliyê kesên nijadperest ve êrîşeke hovane pêk hat. Nijadperestan, ji ber ku li stranên kurdî guhdar dikirin, Bariş Çakan ji dilê wî ve wî kêr kirin û kuştin. Lê dewletê ji bo serê bigire, bûyer berovajî kir û angaşt kir ku Çakan ji ber nîqaşa azanê hatiye kuştin.

Ji bo vê yekê desthilata AKP’ê Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû, Şaredarê Agiriyê Savci Sayan û Karsazên ji Agiriyê yên nêzî xwe kirin dewrê. Ev derdor gef li malbata Çakan xwarin û îfadeyên wan ên destpêkê ku gotin kurê wan ji ber guhdarîkirina stranên kurdî ji aliyê kesên nijadperest ve hatiye kuştin, pê dan guhertin.

Berovajîkirina rastiyê

Kesên Çakan qetil kiribûn û piştre hatin binçavkirin jî bi fermana rayedarên AKP’ê, li emniyetê îfadeyên xwe li gorî daxwaza AKP’ê dan. Wan angaşt kir ku ji ber azanê di navbera wan û Çakan de nîqaş derketiye û ew kêr kirine. Lê îfadeyên van her sê kesên nijadperst ên vê der barê de hevdû negirtin û di navbera wan de nakokî hebûn.

Weke ku ev berovajîkirin ne bes be, televîzyonên di bin kontrola AKP’ê de bavê Bariş Çakan Nîhat Çakan piştî roja kurê wî kuştin derxistin weşanên xwe yên zindî û jê xwestin ku li gorî propagandayên wan biaxive. Lê li gel vê yekê jî bav Nîhat Çakan got ku kurê wî ne tenê ji ber azanê, ji ber muzîkê jî hatiye kuştin.

Kuştina Çakan encam e

Li hêla din kuştina Bariş Çakan a ji ber stranên kurdî, di navbera kurdan de tevahiya hefteyê bû mijara sereke û gelek bertek li dijî kuştina wî hatin nîşandan. Di serî de siyasetmedarên kurd gelek rêxistinên ziman û çandî yên kurdî di nav hefteyê de der barê kuştina Çakan de çalakî li dar xistin û li dijî kuştina wî derketin.

Siyasetmedar û rêxistinên kurdan, di gelek çalakiyên xwe yên li dijî kuştina Bariş Çakan de bi strana“Zimanê Kurdî” bertekên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku kuştina Bariş Çakan encama polîtîkayên hikûmeta AKP-MHP’ê yên li dijî kurdan e û ji ber kuştina ji aciziya zimanê kurdî dê bêtir li zimanê xwe xwedî derkevin. AMED

*Kalan: Amûrê kêr û şûr dikevinê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê