25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bagdû şopdarê heqîqetê bû’ 

Malbat, parêzer û hevalên Kadrî Bagdu, rêvebir û nûnerên HDP, AYKAYDER, ÎHD û DFG’ê, li ser gora kedkar û xebatkarê Rojnameya Ozgur Gundem û Azadiya Welat Kadrî Bagdû kom bûn û ew bi bîr anîn. Kesên ku tev li bîranînê bûn Rojnameyên Xwebûn û Yenî Yaşamê danîn ser gora Bagdû. Piştî rêzgirtinê li ser navê AYKAY-DER’ê Mehmet Mîrza Kokli axivî û wiha got: “Bagdu tenê ji ber ku belavkariya rojnameyê dikir hat qetilkirin. Em li ser gora Kadrî Bagdu daxwaza xwe ya edaletê dubare dikin.”

Li ser navê Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) Serdar Altan jî anî ziman ku 7 sal in kujerên Bagdu nehatine cezakirin û wiha got: “Kadrî Bagdû şopdarê heqîqetê bû. Ji aliyê çeteyan ve hat qetilkirin û çete hê jî ji aliyê dewletê ve tên parastin û tê xwestin ku dosya wî di tarîtiyê de bê hêştin. Ji Apê Mûsa heya Gurbetelli Ersoz û ji Ferhat Tepe heya Bagdû tev şervanên heqîqetê bûn. Em ê jî şopdarên wan bin.”

Hevjîma Bagdû Şemsê Bagdu jî bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: “Ew şehîdên me ne. Her di dilê me de ne, tu caran ji dilê me dernakevin. Sozek dabû hevalên xwe. Gotibû ku ew barê ketiye ser milê wî tucaran li erdê nehêle. Wî ji doza xwe û rêya xwe ya rast tu car tawîz neda û her bi wê rêyê de çû. Ew ê her di dilê me de be û hemû şehîdên me di dilê me de ne. Ez dixwazim ku gelê kurd her û her şehîdên xwe bîne bîra xwe û tucaran wan ji bîr nekin. Tevî hemû zilm, zordarî, girtin û astengiyan, wî dest ji belavkirina rojnameya Azadiya Welat berneda. Heta dawî xwedî lê derket. Heta ku xwîna xwe jî di ber de da. Em dixwazin ku hemû gelê me li rojname û çapemeniya xwe xwedî derkevin. Ez hemû şehîdên çapemeniyê silav dikim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Ez bi hatina we kêfxweş bûm. Hûn tev ser serê min ser çavên min hatine.”

Parêzerê Bagdu Tûgay Bek jî li ser dosya Bagdu anî ziman ku di bûyerên Kobanê de kesên ku hatin qetilkirin hemû di qeydên dewletê de cih digirin lê dewlet wek ku berbirsiyarê van qetilkirina HDP ye dozan vedike. Bek herî dawî got “Em hêvî dikin ku piştî çûyîna AKP’ê dê edalet cih bibîne û kujer bên cezakirin.”

Piştî axaftinan komê qurnefil danîn ser gora Bagdu û belav bûn.

Xebatkarê Rojnameyên Ozgur Gundem û Azadiya Welat Kadrî Bagdû di 14’ê cotmeha 2014’an de li navçeya Seyhanê ya Edeneyê rojname belav dikir, endamên DAIŞ’ê ew qetil kiribûn. Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, di Cotmeha 2020’ê de ji bo vê cinayetê gotibû “ne bûyereke terorê, bûyereka edlî ye” û derbarê dosyeya lêpirsînê de biryara “lêgerîna daîmî” dabû.