Saturday, Mijdar 27, 2021

Bager

Ayhan Erkmen
Ax! Welato

Her çiqas zor û zehmet be jî de zivistan gotî; hewce ye ku bi ba û bager be. Berf ku têra xwe nebare, mirov di qepeçê de nemîne, xêra wê çi ye.  Tecrûbeyên mezinan, mîrateya hezar salan e; zivistan ku sayî derbas be, ji havînê çiqas jî baran bibare, xêra wê tune, erd ku avê têr venexwe yê tu zindiyî têr neke û xela yê rabe.

Li zivistanên berê, berf ku bi rojekê, an jî bi roj û danekê  bi hemdê xwe bibariya û dû re ba rabûya, dibû bager, wî bayî berfa  bestan  dida pêşiya xwe û dihanî nav gundan tijî dikir. Wisa dibû ku derî û pencere dixitimîn. Xaniyên gunda li gorî rojên wiha hatibûn çêkirin, hemû di ser hev da bûn. Tim deriyekî biçûk di navbera malê û exur de hebû. Gava ku di vî derî re derbasî êxur dibûn, di deriyekî êxurî dinê re jî derbasî kadînê dibûn. Derê kîlerê di sivderê re vedibû û pêşiya sivderê jî ji bo bagerê bigire, holikek dihat çêkirin. Heya bagerê datanî, me berf diheland û ava berfê vedixwar.

Di rojên bagerê de çûyîn û hatina cîranan jî dahate birîn. Ya nedihat kişandin û mirov, bi taybetî jî em zarok bêzar dikirin ew yek bû. Yên di wê bagerê de bihatana hewariya malbatekê û ji derve ve derî û pencerên xitimî vekirana, hema bêjin qey derê bihuştê ji malbatê re vedikirin. Ew kes dibû lehengê rojê û mêvanê xwarina wî dianî. Para herî birûn didan ber wî/ê.

Xwarinên rojên bagerê hema bêjin diyar bûn. Ji bo taştêya serê sibê, kartolên pijandî an jî kelandî, rûnê malê, penêrê çîçal, dimisê kolika dihat sifrê. Danên din, girsra kesmaşê, xengel, xaşîl, dûrme û savar an jî qaz dihat çêkirin. Ew xwarinên bisebze, mebze çêdibin li ba me tunebûn. Bawer im ew mirov germ jî nagirin. Min xwe jî ew xwarin, dema bo xebatê ji gund derketim û çûm xeribiyê, li wan deran xwar. Lê binêrin, li ba me gotineke meşhûr  heye, dibêjin “Gava ku te savar bi lepan xwar û rûnê wê  heya enîşka te nerijiya, xêra wê xwarinê tune.”

Di bageran de bûyera herî zehmet şîn bû. Mirovek bimira, mêran kulav bi xwe re dibirin goristanê. Cihê gorê diyar dikirin, ji bo bagerê bigire, dora wê bi kulavan ji çaralî dipêçan û dor bi dor bi saetan dikolandin. Rehma xwedê li wan be, lê di rojên wisa de spartina miriyan pir zehmet bû. Yê herî xêrxwaz û ji vî şixulî xwe şûn ve nedida rehmetiyê Apê Ûsiv bû. Ew ji berî her kesî li goristanê bû.

Yek jî di bageran de rêwîtî jî zehmet bû. Barê rojên bageran li ser milê gundên serêyan bûn. Li gundên serêya, her malek qonaxek bû. Şêniyên gundên jêrîn ji bo rojên bageran, bi şêniyên van gundan re merivatiyê datanîn; dibûn xinamî, kirîv an jî birader. Dema di rê de diman bê minet, wekî malên xwe diçûn qonaxên xwe. Bi wî awayî tekîliyên navbera gundan jî şîrîn û xurt bûn.

Hesinkarê gundê me Apê Emer ji gundê kêlekê, ji Qeleqela Baro bû. Serê siba dihat û esra kûr vedigeriya gundê xwe, lê di rojên bageran de venedigeriya gundê xwe; şixulê kê ku li ber destê wî bûya, dibû mêvanê wê malê. Dema ku derê kadîna me çêdikir, çend roj li ser hev bager çêbû û ew jî bû mêvanê me. Xwedê jê razîbe qet dest vala nedihat. Ser riya xwe ji dikana Xalê Niho bi kîloyan sêv û porteqal dianî. Diya min a belengaz li ber xwe diket, digot “Birayê Emer eybe, bes e, neyîne” lê ji kê re dibêjî… Lê xwaş helal be, diya min jî ji şermana her şev mirîşkek an jî qazek çêdikir û hêt jî para Apê Emer bû.

Dema me porteqal dixwar digot “Şerm nekin bixwin, bixwin mîna malê xwe bixwin.” Îja di ser da jî zêde dikir diqot “Qalikan jî biavêjin sobê, bila bêhna wan jî cîranan bixwe.”

Me xwe jî ji dikana Xalê Niho tişt deyn dikirin û bavê min serê mehê dema meaşê xwe distand deynê Xalê Niho dida, lê me qet ewqas sêv û porteqal li ser hev nestandibûn. Bavê min dema serê mehê diçe deynê Xalê Niho bide dibîne çi, Xalê Emer hemû sêv û porteqal li ser navê bavê min deynkirine.

Bavê min xwe dixwar, lê ya xêr ew bû, sêv û porteqal me xwaribû.

Naveroka berêWa 2021 ma bimbarek bikero
Naveroka ya piştî vêEvîna Bêcirekî