Rojnameya Heftane

Bahol

Şengul Ogur

Kaba xwe ya çepê ber bi xwe ve şikandiye, daye ber sînga xwe û sînga xwe spartiye ser û ji newqê û jortir bi pêş de hinekî xwehr bûye. Kaba rastê jî şikandiye, paqa wê ji aliyê rastê li ser erda rût û sar e, lingê xwe hinekî ber bi xwe ve kişandiye. Li ber wê baholeke mezin î  reş heye û xwe bi ser de tewandiye. Dema ku destê xwe ber bi baholê ve avêtiye pişta wê xûz bûye û hestîkên laşên wê yek bi yek xuya dikin.

Devê baholê vekiriye. Kinc di baholê de hene. Kincên bi rengê spî, reş, kesk, sor, xemrî. Gore hene, goreyên biçûk, etekên biçûk, qutikên biçûk. Her wiha kincên mezinan jî di nav baholê de hene. Lê kincên bicûk û yên mezin ji hev hatine veqetandin, her çi qasî di eynî baholê de jî bin.

Di destên wê yên ziravik, bêrih de etekeke biçûk heye, etekê zaroyeke pênc şeş salî. Wilo di cihê xwe de sekinî maye. Ne weke ku bi kincekî bigire etek girtiye; bi rengekî wiha bi etek girtiye, mirov dibêje qey ya di destê wê de ne etek, ne kincek e, zaroyeke bi goşt û hestî ye, bi rih û can e, wilo bi hezkirinekê bi etek girtiye.

Berê çavên xwe daye ser etekê, lê berê awirên wê mirov dibêje qey li ser zarokekê ye û li nav çavên wê dinêre, bi hezkirineke ku mirov bixwaze hemêz bike lê nema karibe hemêz bike.

Destên wê wiha sekinîne, tu dibêjî qey etek di seriyekî re hatiye kirin û serê zarokekê difirikîne, dema ku mirov dêhna xwe dide  serê  qermîçokên li kevîkên çavên wê,  devê wê yê li ber vekirinê wiha xuya dike, weke ku wê biaxiviya lê  tam  dema ku wê biaxiviya  zimanê  wê  neqelibiye, bedena wê tevde bûye weke zimanekî.

Li rex baholê rûpelekî rojnameyeke bi kurdî heye. Tarîxa li ser rojnameyê 1’ê Mijdara 2019’an e. Di wî rûpelê rojnameyê de wêneyê keçeke biçûk heye. Di bin wêne de tê gotin: ”Li Rojava keçika şeş salî hate kuştin!”

Hevokên dawî yên nûçeyê di rûpela rojnameyê de: ”Kincên min û keça min di baholekê de ne. Ez kincên keça xwe ji kincên xwe venaqetînim, tim di eynî baholê de ne. Ji ber ku heke ez veqetînim bi min wiha tê weke ku keça min wê ji min qut bibe.”