25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bajar bi bajar bi te re me!

Bi hêvî û hewldana ji bo dîtina te çend roj in li bajarekî deryayî me. Derya şîn, dar kesk, gul û kulîlk geş in, li kolanên bajar û peravên deryayê. Baran bênavber dibare, di van rojên xatirxwestina biharê de… Kolanên bajar bi baranê paqij dibin her roj û her şev. Tu ha ku dibînî ewr giran bûne û baranê dest pê kiriye, bi ser dar û kulîlkên ku hemû dîwar û şaneşînên malan xemilandine. Ev bajar û dîmenên wê yên bêhejmar, te dibin berî sedsalan. Wekî ku duh, îro û sibê bi hev re zindî ne. Xwedî ruhekî cuda ye, bêserûber lê heta tu bibêjî zindî.

Ez li bajar dinêrim xweş û ronî lê tu di dorpêça nexweşiya vîrusê de girtî, tenê yî di nava çar dîwarên tarî de…Kolan bi deng, derya bi pêl û reng lê tu di qefesek ji hesin û betonan de asêmayî! Her ku li derve digerim, êşa dîwarên ku te û bi hezaran dîl girtine zêdetir hîs dikim… Her ku li xwezaya bêhempa dinêrim, te û bi hezaran kesên ji xwezayê, ji hebûna xwe bêparmayî dibînim. Tu rewş, tu tişt bi qasî vê li zora min naçe… Tu cezayê ji bo mirov, bi qasî dûrxistina ji xwezayê giran nayê ji min re.

Li heman bajarê me, nêzê te me lê dikim nakim ev nêzîkahî nabe gihîştin. Çav; têr nabin, dest nagihîjin û dil kêfxweş nabe lew tu; heta tu bibêjî ‘dîlgirtî’ yî. Heta tu bibêjî dûr û negihîştî yî. Tevî ku her bajarê tu lê dimînî nêzî xwe dibînim jî… Herêm bi herêm bajar bi bajar diçî tu ev çend sal in, sal bi sal, derbas dibe temen bi dûrbûna ji te… Sal bi sal sebr û aramî zêdetir û qewîntir dibe lê temen kêm dibe bi nebûna te! Wekî ku sedsal derbas bûbin… Wekî ku sedsal in rêwî bim ji bo te!

Bajarên tu li wan mayî nas û dost in, di bîra min de bîranînên qedîm çêkirine. Wekî te nêzî xwe dibînim wan bajaran… Wekî te ji wan hez dikim, bêriya wan dikim. Êlih, Sêwaz, Mêrdîn, Elbistan, Çewlik û niha jî Gebze! Çiya û xwezaya wan bajaran, şopên ‘çûyiyan’ di bîra min de hiştine. Tu diçî em dimînin, li dû te, tu dimînî em tên her û her li dû te! Çi dubendiyeke jandar e ev rêwîtî. Sînorê jiyanê yê ku mafê me ye, em bi îradeya xwe lê bijîn bin pê kiriye û her tişt ji hedê xwe derbas bûye êdî!

Rêwîtiya jiyanê ya bi nediyariyan derdikeve pêşiya me; bila ji bo te her bidome heta ku bi saxî û silametî bi dawî bibe. Jiyana ku rêwîtî bi xwe ye; ji bo we bû bedeleke giran. Riyeke wisa ye ku tu dikî û nakî dawî lê nayê loma jî ev civak, ev welat û ev têkoşîn, deyndarên we ne û divê tu carî we ji bîr nekin.

Dixwazim bi helbestekê xatir ji te bixwazim li vî bajarê ku lê, hem dûr û hem jî nêzî te me:

Ji rengê biharê û pelên daran bipirsin
Çendî zor e ku tu li gel wan jî
Xwe dûrî wan hîs dikî
Ji çûkan, awazên teyrên cur be cur…
Ji dengê wan ê ku her sibeh
Me ji xewê ji xefletê şiyar dike!
Ji baranê bipirsin;
Çendî zor e ku tu nikarî mîna wê ya dilê xwe bi dilopan birijînî…
Ji bayê bipirsin;
Çendî zehmet e ku tevî tu dixwazî jî nikarî wekî wî bi azadî li her derê bigerî û bigihîjî cihê tu dixwazî!
Ji birûskê bipirsin;
Çendî dijwar e ku tu, nikarî di gerdûnê de wekî wê werî bihîstin, bi teqîna xwe olan bidî û bedengiya ku dijberî jiyanê ye, belav bikî!
Çi ne û kî ne li ber wan em?
Ji ku hatine, diçin li ku û dixwazin biçin li ku?