25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bajarê ji artêşa 10 Hezaran re bû rêber: Zaxo

Agîd Yazar
Agîd Yazar
Di sala 1973'yan de li gundê Banqîrê bi ser navçeya Dêrika Çiyayê Mazî ya Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 1997'an de li Mêrsînê di rojnameya Azadiya Welat de dest bi rojnamegeriya kurdî kiriye. Rojekê di xewna xwe de dibîne, di nava kevne-bajarekî dêrîn de, axa kendalekî dikole. Her ku axa kendêl vedixepirîne, qelemên her yek bi rengekî cûda, bi dest wî ve tê. Ew dem û ev çax, miqîm di nava kar û barên nivîs, lêkolînerî û geştiyariyê de ye, ne kêm ne zêde.

Bi komployeke navxweyî Beriya Zayînê (B.Z) di sala 549’an de, hukumdarî ji destê Medan derketibû û ketibû destê Persan. Ev rewşa hanê gelekî li zora Lîdyayiyên dostên Medan çûbû. Lîdyayî, dixwazin tola dostên xwe yên Med, ji Persan bistînin. Lê di qada şer de, tiştekî kesnedîtî diqewime û hespên Lîdyayiyan, ji ber deve/hêştirên Persan ditirsin û hespên wan li qada cengê diqutifin. Bextê Persan cara duyemîn lê dixe. Piştî împaratoriya Medan, hukumdariya Lîdyayê jî dikeve bin darê Persan. Hem Ekbatana paytexta Medan, hem jî Sardes (Salihliya Manîsayê) paytexta Lîdyayê dikeve destê Persan. Bi vî awayî, Pers li ser gencîneya du welatên pir dewlemend rûdinên.

Derdora sed 50 sal di ser re derbas dibe. Darayê 2’yemîn dimire. Kurê wî yê mezin, Artakserkses/Erdeşêr derdikeve ser text. Di vê navberê de Kroş ê birayê piçûk jî hingê hukumdarê rojavayê împaratoriya Persan bûye. Her du mîrza, ji bo textê hukumdariyê li hev nakin. Diyar e ev nakokiya di navbera her du birayan de, li xweşa Lîdyayiyan jî diçe. Lîdyayî, ji bo nakokiya di navbera her du mîrzayên bira kûrtir bikin, Kroşê birayê piçûk dicixirîne û wî sîr dike.

Kroş jî radibe artêşek ji gelê herêmê ku ji deh hezar leşker pêk tê, kom dike. Ev artêşeke bi meaş/mûçe bûye û bi vê artêşê dajo ser birayê xwe yê mezin. Ksenefon ê şagirtê Sokrates jî di nav vê artêşê de cih distîne.

Kroş, li gel artêşa 10 hezaran ji Sardesê bi rê dikevin û di ser Frîgya, Îkonya, Kapadokya, Klîkya, Antakya, Efrîna îro û berûberê çemê Ferêt tê xwe digihîne heta Babîlyonê. Li vê derê Kroş dikeve kemîna birayê xwe û tê kuştin. Artêş dimîne bê fermandar.

Leşker tevdek bi zîrekiya Ksenefon bawer in. Ksenefon dibe serfermandarê artêşa 10 hezaran. Ksenefon ji xwe re dike armanc, bê şer û pevçûn wan leşkeran bi sax û silametî bigihîne dê û bavên wan.

Welatê kardoxiyan

Li vegerê li gundîyekî Kardûkî/Kardoxî rast tê. Riya bi bisteh, ango riya ewledar ji wî gundiyê Kardoxî dipirsin. Gundiyê kardoxî, çiyayê Zagrosan raberî Ksenefon dike û dibêje: “Ev çiyayê hanê welatê kardoxiyan e. Ew neyarên persan in. Wextekê berê Persan, artêşeke ji 120 hezar kesî pêk dihat şand ser Kardoxiyan. Lê ji wî 120 hezar leşkerî, yek bi tenê jî sax venegerya. Kardoxiyan ew tevdek kuştin…”

Ksenefon bi ya wî gundiyê kardoxî dike û xwe li çiyayê Zagrosê dixîne. Hefteyekê pê de di nav welatê kardoxiyan re derbas dibe. Lê kardoxiyên di nav Zagrosan de, bi kevkaniyên xwe yên koçerî, bi tîrên xwe yên ji darê Benav/Reşdar, Ksenefon û leşkerên wî tibabekî şerpeze dikin. Heta kardoxî pê dihesin ku ev artêşa nîzamî ne artêşa talan û dagirkeriyê ye, malikê li Ksenefon û artêşa wî diviritînin.

Diyar e ku hingê jî pêşiyên me yên kardoxî, ji şerê gerîlatiyê re serwext bûne. Lema Ksenefon dibêje: Kardoxî, bi komikên piçûk derdiket li serê çiyayên bilind. Bi agir û dixanê peyam ji hev re dişandin, dikirin lîrelîr. Bi stran û reqsê şer dikirin û xunava kevir û tîran bi ser me de dibarand. Tîrên wan ew çend dijwar bûn, mertalên me yên hesinî qul dikirin û derbas dibûn. Bi vî awayî li leşkeran diketin û ew dikuştin…”

Artêşa Ksenefon heta ji erdnîgara kardoxiyan derbas dibin, sê hezar kuştî li dû xwe dihêle û firtêfirtê xwe digihîne Deryaya Reş. Paşê berhema xwe ya nemir a bi navê Anabasîs (rapelikîna bi çiyayan ve) dinivîse.

Gelo kî dikare bibêje ew gundiyê riya rast raberî Ksenefon kiriye, ne gundiyekî herêma Zaxoya îro ye? Û ez jî niha li Zaxoya li binetara çiyayê Zagrosê me. Her wiha rêberekî min jî heye. Bila navê rêberê min li ba min xef be. Hema hema her roj ez ji hotêlê radikirim û ez li her devereke Zaxoyê digerandim.

Ji serdema Ksenefon bigire heta roja me ya îroj, zaxoyî bi rêberên xwe yên bi ewle, navdar e û dîsa kî dikare îda bike bibêje ev rêberê min ê niha min li derdora Zaxoyê digerîne, ne nevîçirkê wî kesê rêbertî ji Ksenefon re kiriye?!

Ez jî vê ger û geşta xwe ya li welatê kevana zêrîn, ji feylosof, dîrokzan, geştiyar û mirovê zanamend Ksenefon, her wiha rêberê wî yê gundiyê kardoxî re nezir dikim. Bi rêzdarî.

Pira Delal

Li nav bajarê Zaxoyê pirek heye, jê re dibêjin Pira Delal, Pira Mezin, Pira Şabanî, yan jî Pira Berî. Ev tevdek navê heman pirê ne. Lê navê berbelav tê bikaranîn navê Pira Delal e. Ev pira hanê 1529 sal berê, ji hêla împeratorê bîzansî, Flavius Zeno ve hatiye çêkirin. Pir, xwedî kemereke mezin û çarên piçûk e. Ne ji wan her çar kemerên piçûk be, bi kemera xwe ya mezin gelekî dişibe Pira Malabadê a ku ji hêla Merwaniyan ve hatiye çêkirin.

Xelkê Zaxoyê dibêjin, hosteyê Pira Delal bi yek destî bûye. Gelekî balkêş e ku sêwirandina mirovekî bi destekî li ser dîwarê Pira Malabadê jî tê dîtin.

Li derdora 20 km rojhilatê Zaxoyê jî tirbek heye. Xelk dibêjr ev tirba Zembîlfiroş e. Li bakurê wê tirbê jî çiyayekî bilind heye. Li ser wî çiyayî jî kelehek bi navê keleha Şabanî heye. Tê gotin serpêhatiya Zembîlfiroş li vê keleha Şabaniyê pêk hatiye.

Balkêş e ku xelkê kurd destan û serpêhatiyên xwe bi xwe re li her derê digerînin û wan di bîra xwe de zindî dihêlin.
Ew keleha Şabaniyê ne pir dûr e. Lê ji ber şerê li herêmê rûdide, em nikarin derkevin biçin jor, li ser kela Şabaniyê. Ev keleha Şabaniyê, ji hêla mîrektiyên kurdan ve hatiye avakirin.

Tê gotin gava îngilîz, Iraqê ji destê Osmaniyan derdixînin, hingê Osmanî kesekî bi navê Hesodîno dişîne keleha Şabaniyê û giregirekî îngilîz li vê herêmê dide kuştin. Hesodîno, kesekî ji eşîra Goyan bûye. Osmanî, bi dekbazî kurdan li ser navê umetê di ser îngilîzan de dicixirîne. Mixabin hinek kurd dikevin vê dahfikê.

Hingê Gertrude Bella sîxura îngilîz, rastkêş/cetwela wê di destê wê de bû û sînorên dewletên ereban dixêzand. Navê leqebê wê, Keybanûya Çolê bûye. Keybanûya Çolê, ango Gertrude Bell jî, hîç dilê xwe bi kurdan naşewitîne û radibe xaçekî datîne ser sînga welatê me; erdnîgariya me dike çar beş. Her zîrtolekî welatê me, davêje nav qîlê dirindeyekî.

Ez û rêberê xwe yê zaxoyî, em bi hev re li ser vê rewşa ku pêşiyên me bi siyaseta xwe ya şaş tu tişt ji bo xelkê kurd li ser hev nexistiye, xemgîn dibin. Ez çend wêneyên derdorê digirim û em bi paş ve dizîvirin. Li vegerê, rêber berê erebê ber bi newalekê ve dadigerîne. Bi qasî nîvbîstikekê ez deng ji xwe dernaxînim. Berî ez pirsa “em bi ku de diçin” ji rêber bipirsim, nola nuqutîbe dilê wî, ew bixwe pirsa min a nepirskirî, bi pirsekê dibersivîne: “Seyda tu hez dikî em xemên xwe ji dil derînî?”

Bi vekenîneke bêderbirîn, ez pirsa wî dibersivînim û erê dikim. Lê ez bi formila xemjidilderanînê jî nizanim.

Kaniya Xeman

Em li ser kaniyekê disekinin. Navê kaniyê “Kaniya Xeman” ye. Em dest û ser çavên xwe dişon. Paşê jî çend kulm ava qerisî ji Kaniya Xeman kur dikin û xemên xwe ber bi ava wê ve berdidin.

Dotira rojê, 14’ê meha nîsanê ye û ji rojan çarşem e. Ango Çarşema Sor a Serê Nîsanê ye. Me kir û bira xwe kiribû ku em biçin Laleşê. Lê ji ber çend sebeban ji me re li hev nehat. Astengiya herî mezin jî, nebûna derfetên aborî bû.

Nola dêrikî dibêjin “em ca galgalê ji hev re bibêjin?” perê me yê me pê texsiyek kirê bikira û biçûna Laleşê, tunebû. Di hotêlê de, nola devê hêç li min hatiye; hema hew nemaye ez nepoxeke sor a kur ji dawiya gewriya xwe derxînim û bikim i’rre i’rr. Ez li hincetan digeriyam; hema kî têketa ber kela min, ez ê nola lokekî hêç, di ser de xuya bibûma…

Hema bê xwedê kir rêberekî min ê şareza hebû. Ew xwe digihîne hewra min. Ji bo bêhna min derkeve, tê ji hotêlê radihêle min û em ji navenda Zaxoyê bi dûr dikevin. Berê me li deriyê Sêmalka ye. Çiqas dixwazim nola gamêşekî ez xwe li Dîjle bixînim û derbasî wî aliyê çêm bibim.

Hem li rojhilat, hem jî li rojavayê çemê Dîjleyê, hêzên kurdan li ber çavan dikevin. Lê eyan beyan metirsiyek jî tê dîtin.
Ber û berê çem em berjêr diçin. Li derdorê gelek girikên bi dest hatine çêkirin ên şûnwarnasî tên dîtin. Meriv hema çar tevriyan li ku derê bide, ew ê berhemên dîrokî bipengizin li ser rûyê erdê.

Rêber, erebê li ber deriyê dêrekê disekinîne. Dêr, li peravê çemê Dîjle ye. Em daxilî nav dêrê dibin. Dêr ji du beşan pêk tê: dêra nû û dêra kevin. Dêra nû li derdora dused sal berê hatiye avakirin. Dêra kevn jî ji keviran hatiye çêkirin. Ji mîmariya xwe jî diyar dibe ku ew gelekî kevn e.

Dêr, ya kurdên xiristiyan e û navê wê, dêra Pêşxabûr e. Lê ereb navê wê yê rastîn bi lêv nakin û jê re dibêjin dêra Fîşxabûr.

Em ji dêra Pêşxabûrê derdikevin û ber bi Zaxoyê ve vedigerin. Gundek derdikeve pêşberî me. Ew gundê Pêşxabûr e. Gundekî mezin e. Nêvî kurdên êzdî ne, nêvî jî kurdên xiristiyan e. Li jora gund, hêla çiyayê Bêxêr, şahiyek li ber çavan dikeve. Em berê xwe didin devera şahî lê. Belê. Ew şahiya cejna Çarşema Sor a Serê Nîsanê ye û ji hêla êzdiyên gundê Pêşxabûrê ve dihat pîrozkirin. Zarokan, cilên xwe yên paqij û rengoreng li xwe kiribûn. Nola kulîlk û gangilokên biharê bûn.

Pêşxabûr

Em ji gundê Pêşxabûr vediqetin û berê xwe didin Zaxoyê. Li vegerê ez wateya navê deriyê Îbrahîm Xelîl ji rêberê xwe dipirsim. Ew jî yekser berê me dide ser goristanekê. Goristan, bi ser bajarê Zaxoyê ve ye û bi dîwarekî bilind hatiye dorpêçkirin. Xelkê digot tirbek di nav wê goristanê de heye. Ew tirba Hz. Îbrahîm e. Lê paşê ez hîn dibim ku ew tirba zatekî bi navê Şêx Îbrahîm Xelîl e û navê wî zatî daye deriyê gumrikê yê hêla Başûr.

Ji tirba Şêx Îbrahîm Xelîl wêdetir, tirbeke din li ber çavan dikeve. Rêber, maleke duqat şanî min dide, dibêje ev tirba xortekî ji vê mala hanê ye. Di şerê navbera kurdan xwe bi xwe de, jiyana xwe ji dest daye.

Xwêdaneke sar, dadiwerive nava derzika pişta min. Nola erd biheje, wanî dinya li dora min dizîvire.

Zengilê telefona min lê dide. Bi dengê zengil re, ez vediciniqim. Ji malê li min digerin. Çawa ez telefonê vedikim, dengê karika min, ango dengê Bêrîtana min di guhê min de dizinge: “bavooo!..”

Goristan li dora min dibe nola gerînekekê. Tevî dar û berên xwe li dora min doş dibin û ez noqavî filma Xelîl Îbrahîm Ûysal/Xelîl Dax, yê bi navê Bêrîtan dibim. Şirîta film dizîvire û ez jî pê re…

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê