20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bakalci: Berpirsiyarên girtîgehan sûc dikin

Tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 23 sal in didome. Parêzer ji 2019’an heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Malbat û raya giştî 8 meh in bi tu awayî agahiyê ji Ocalan nagirin.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, têkildarî rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên di Girtîgeha Îmralî ya Tpa F’yê de ne, di 25’ê mihdarê de serî li rêxistinên hiqûqê yên neteweyî û navneteweyî û rêxistinên civaka sivîl dabûn.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê jî serî li TÎHV, ÎHD û OHD’ê dan û xwestin saziyên civakî têkevin nava tevgerê. Serokê Giştî yê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Metîn Bakalci, têkildarî tecrîda li Îmraliyê anî ziman ku tecrîd binpêkirina mafan e û wiha got: “Li gorî normên navneteweyî û li gorî mevzûata Tirkiyeyê ji bo ku girtî karibin bi derve û malbatên xwe re di nava têkiliyan de bin, divê li girtîgehên herî nêzîkî malbatan bêne girtin. Kesên hatine girtin, azadiya wan ji destê wan hatiye girtin. Divê dewlet hemû mafê wan ê mirovî mîsoger bike. Yek ji mafên wan ê sereke mafê têkiliya bi malbatê û têkiliya bi derve re ye. Lê li Tirkiyeyê mirovên li bajarên rojhilat li bajarê herî rojava û mirovên li bajarên rojava jî li bajarên rojhilat di girtîgehan de tên hiştin. Me wekî saziyên mafên mirovan diyar dikin ku ev yek nayê qebûlkirin. Divê teqez ji vê şaşiyê vegerin. Ev pirsgirêka hemû civakê ye. Divê hemû civak di vê mijarê de têkeve nava hewldanan.”

‘Rayedarên dewletê sûc dikin’

Metîn Bakalci, têkildarî pirsa “Sedema ku rayedarên edaletê û hikûmetê guh nadin qanûnên DMME’ê û bangên saziyên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê” jî bersivand û wiha axivî: “Divê hûn vê pirsê ji rayedaran bipirsin. Dewlet xwedî berpirsiyar e ku hemû mafên girtiyan mîsoger bike û pêk bîne. Yên ku vê erka xwe pêk bînin sûc dikin. Li dijî girtiyan hişmendiyek heye. Ev hişmendî girtiyan wekî dijmin dibîne. Wekî ên din dibîne. Wan ji hemû mafê wan dûr dixin. Hişmendiya ku wan ji mirovahiyê dûr bixin pir serdest e. Ev nayê qebûl kirin. Eger rayedar serî li vê yekê didin divê hûn vê pirsê ‘Çima?’ ji wan bipirsin. Bê guman em ê van pirsgirêkan derbas bikin. Ev ne qeder e. Ji bo em van pirsan derbas bikin emê têbikoşin.”

‘Mafê temesê mafê herî  mirovî ye’  

Bakalci, têkildarî şert û pêkanînên li Îmraliyê jî axivî û wiha berdewam kir: “Em her dim tînin ziman îzolasyon ku mirovan ji cîhana derve qut dike nayê qebûl kirin. Îhlala mafê mirovan e. Temas ku hem bi malbatan re û hem jî bi cîhana derve re ev heq e. Temasa hem ruhî, hem fîzîkî û hem civakî hem ji bo girtiyan û hem jî ji bo malbatan mafekî heq e. Ji bo hemû girtiyan ev mafekî sereke ye. Di qûralên Mandela de pir aşkere têkiliya bi cîhana derve re tîne ziman.”

‘Du cezayê dîsîplînê nikare serdana malbatê asteng bike’

Metîn Bakalci, li ser cezayê dîsiplînê jî rawestiya û ev gotin lê zêde kir: “Li gorî mafan, divê tu girtî ji ber cezayê dîsîplînê ji mafê serdana malbetan bêpar nebînin. Tu cezayê dîsîplînê divê li pêş hevdîtina girtî û malbatan nebe asteng. Ev bi tu awaqî nayê qebûlkirin. Lê mixabin ev pêkanîn li Tirkiyeyê heye. Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT) ku Tirkiye jî endamê wê ye, di ziyaretên girtîgehan de ev rewş kir rapor. Di raporan de aşkere kir. Li Tirkiyeyê rewşa girtîgehan pirsgirêkek pir mezin e û hêj didome. Sûcên der barê kesan de kî dibe bila bibe, divê mafê wan bê parastin. Ev pêkanîn îhlal in.”

‘Ev pêkanîn îlhal in’

Bakalci, bal kişand ser pêkanînên li girtîgehan û wiha pêde çû: “Ev pêkanînên li girtîgehan binpêkirina mafgan e. Yên rê li pêş van kiryaran vedikin, divê der barê wan de lêpirsînek bi bandor bê vekirin. Li girtîgehan maf tê binpêkirin.”

Serokê TÎHV’ê Metîn Bakalci, herî dawî bal kişand ser xebat û têkoşîna vakfê û wiha got: “Sedema hebûna me, wekî Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê em rê li peş îşkence û muameleyên xerab bigirin e. Em kesên bi îşkence û kiryarên xerab re rû bi rû mane bi reabîlitasyonan bibin alîkar. Sedema hebûna me ev e.  Ji niha û şûnde têkoşîna me ya ji bo hemû pisgirêkên li girtîgehan, dê bidome. Ji bo pirsgirêk ji holê rabin û der barê rayedaran de lêpirsîn bêne vekirin bi her awayî têkoşîn û xebatên me dê bidomin.”