Tuesday, September 28, 2021

Balafiran Mexmûr bombe kir

Balafirek bê mirov û bi çek a Tirkiyeyê navenda Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) bombe kir. Di êrîşê de kes birîndar nebû. Lê ziyan gihîşte malên derdorê. Balafiran saet di 08.18’an de wargeh bombe kir. Li gorî agahiyên ajansa ROJNEWS’ê di êrîşê de tiştek li tu kesî nehat. Lê camên malên derdorê şikestin û ziyana maddî pêk hat. Ji ber dengê zêde yê bombeyê zarokên wargehê pir tirsiyan. Piştî êrîşê welatî li cihê êrîşê kom bûn û nerazîbûn nîşan dan. Dayikan bi gotina “Ma dê heta kengî wiha êrîşî me bikin, çima tu kes dengê xwe dernaxîne?” hêrsa xwe anîn ziman.

Tê payîn ku rêveberiya Wargeha Mexmûrê têkildarî mijarê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Heta niha balafirên şer ên Tirkiyeyê gelek caran Wargeha Mexmûrê bombe kiriye û gelek kesan di êrîşa hewayî de jiyana xwe ji dest dane.