spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balafirên şer ên tirk projeya sewalkariyê hedef girt

Balafirên şer ên tirk li nêzî gundê Dêreşê ya Bergarê projeyeke xwedîkirina sewalan hedef girt. Hate ragihandin ku zêdeyî 150 pez telef bûne û proje bi temamî têkçûye.

Balafirên şer ên dewleta Tirkiyeyê nêzî gundê Dêreşê ya ser herêma Bergarê ku dikeve ser bajarê Amediyê du caran bombebaran kir.

Li gorî çavkaniyên herêmî radigihînin balafirên artêşa tirk projeyeke sewalkariyê ya gundiyan hedef girtiye û di encamê de zirareke mezin gihîştiye gundiyan.

Her wiha hat ragihandin ku di encama bombebaranê de zêdeyî 150 pez telef bûne û gova ku sewal lê dihatin girtin jî bi temamî hilweşiyaye.

Li gorî ji dîmen jî xuya dibe, kuçikek dibin xirbeyan de mayî ji aliyê gundiyan ve tê rizgarkirin.

Têkildarî şivan û xwediyê projeyê heya vê kêliyê tu agahiyek bidest neketiye.