23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balafirgeha Hewlêrê û navenda leşkerên tirk rastî êrîşê hatin

Duh bi şev bi balefirên bê mirov li dijî balefirgeha Hewlêr a navneteweyî ku navenda hêzên Amerîka û Hevpeymanan lê ye, êrîşek bi muşekan pêkhat. Her wiha navendek leşkerên tirk li nêzî Başiqayê jî rastî êrişa bi muşekan hat û leşkerek hat kuştin.

Bi şev dengê teqînek mezin ji Balefirgeha Hewlêr a Navneteweyî hat bihîstin. Piştî demek kurt, hate gotin ku êrîşek bi balefirên bê mirov pêkhatiye. Di êrişê de navendek leşkerî ya hêzên Amerîka û Hevpeymanan hate hedef girtin. Li gorî zanyariyan ji dervey ziyanên madî ti ziyanek canî çênebûye.

Wezareta Hindirîn a Herêma Federal a Kurdistanê jî di der barê êrişê de got, êriş bi balefirek bê mirov pêkhatiye. Hemwextê êrîşa li Hewlêrê li nahiya Zîlkan a ser bi navçeya Şêxan a Dihokê ku nêzî Başiqa ye, bi sê muşekan êrişê navendek leşkerên tirk hate kirin. Li gorî agahiyan du muşek li navenda leşkerên tirk ketine, leşkerek tirk miriye û muşekek jî li gundê Gudad ketiye. Di encama wê de jî zaroka temen 12 salî ya bi navê Faêze ya ji gundê Gudad birîndar bûye û wê rakirine nexweşxaneyê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye di 15’ê Sibata 2021’an de jî bi muşekan êrişê Balefirxaneya Hewlêrê hatibû kirin. Hinek muşek li nava taxên Hewlêrê jî ketibû. Di encama êrişa wê demê de jî leşkerekî Amerîkî hatibû kuştin û 9 kes jî birîndar bibûn.

HEWLÊR