19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Balgîfa şêx

Diya Qederê û bavê wê qet li hev nedikirin. Rojekê diya Qederê bi destê keça xwe girt û berê xwe da mala şêxê Zirav. Nav û dengê wî şêxî li herêma wan belav bûbû û çi derdê wan hebûna berê xwe didan mala şêxê Zirav. Qederê hîna 5–6 salî bû û haya wê ji bayê felekê tune bû. Li pey diya xwe dimeşiya û di rê de her daxwaza biskewît û benîştan dikir. Diya wê jî guh nedida daxwazên wê û her ber bi mala şêx ve diçû. Diya Qederê hal û meseleya xwe ji şêx re got û xwest ku wê li ber çavê bavê Qederê şîrîn bike. Şêx jî di nav axaftina xwe de her bala diya Qederê dida ser balgîfê, ji bo pere bixe bin balgîfê ku niviştekê jê re çêbike. Diya Qederê fêm kir û destê xwe avêt paşila xwe pere derxist û kir bin balgîfa Şêx.

Qederê jî li kêleka diya xwe bû. Dema ku çavên wê bi pereyan ket hema hêdîka destê xwe xiste bin balgîfa şêx û bêyî ku haya kesekê jê çêbibe pere ji bin balgîfê derxist. Îca Qedera me piştî ku vegeriyan malê berê xwe da dikanê û li şûna biskewît û benîştekî kartonek biskewît û kartonek benîşt ji xwe re kirîn. Îca bi her sê navê xwedê ew şêxê ku nedît Qederê pereyê wî ji bin balgîfa wî derxist ew ê tu çareyê ji derdê diya Qederê re jî nebîne.

Carekê mirovek din jî çûbû ba wî şêxî û dema ku mêrik derdê xwe jê re digot şêxê me dîsa ketibû derdê pereyên ku dê bixe binê balgîfê. Her cara mêrik çend gotinan dibêje şêx balgîfa xwe nîşan dide û bi îşaretan ji mêrik re dibêje pereyan bixe bin balgîfê. Mêrik jî hema nema tehmûl dike ji nişkan ve diçe derve radihêje mirîşka ku ji şêx re aniye û tîne dixe bin balgîfê.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê