19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bandora koronayê ya li ser jiyana me

Dildarê Amedê

Wekî hûn dizanin di van rojên belavbûna koronayê de ji bilî tirsa ji belavbûna wê gelek pirsgirêkên din jî tên jiyîn. Yek ji wan pirsgirêkên sereke mana li malê ye û xweparastin baş e lê gelek kes ji ber wê yekê ji karê xwe dibin. Di vê rewşa krîzê de windakirina kar û li malê betalî jî bi ser de moral û derûniya mirovan xira dike.

Bi ser de mayîna mêran li malê ji alî jinan ve wekî belayeke ji belaya koronayê xerabtir e. Dema mêr li malê dimîne pozê xwe dixe nav hemû karên malê û ew yek pirsgirêkên mezin bi xwe re tîne. Êdî heke ev pirsgirêka vîrûsa koronayê çareser nebe û demeke dirêj berdewam bike dê gelek jin û mêr hev berdin.

Wê rojê bûka me bi telefonê li hevjîna min geriya û jê re got bavê zarokan çi dike, ditirsim ji ciyê kar û çûn û hatina bi wesayitan ji were vê nexweşiyê bîne malê. Hevjîna min jê re got na na ew naçe kar li malê karê xwe hazir dike û dişîne ji ciyê kar re. Bûkê got ji aliyekî ve çavê wî ronî be, cihê kar biryareke baş daye lê ji aliyekî din ve xwedê alîkarê te be, dema li malê dimînin ji bilî karê malê îca daxwazên wan jî li ser zêde dibin.

Ez bi ser vê diyaloga wan de hatim û min got: “Xêr e çima xwedê alîkarê wê be bûkê.” Bûkê got: “Wele dema hûn li malê ne, hûn pozê xwe dixin nava hemû karên malê û jin ji vê yekê gelekî bêzar dibin.”

Min hinekî xwe xeyidand lê paşê ez fikirîm ku rastiya wê yekê jî heye. Lê hûn zanin ez tiştekî din ji we re bêjim. Ji bilî, tiştên neyînî yên ku vê nexweşiyê bi xwe re anîne, hin tiştên erênî jî hene. Bû 15 sal ku em zewicîne tu caran hevjîna min nanê malê ji me re çênekiriye lê ji tirsa derketina derve ne tenê nanê malê lê kulîçe jî ji me re çêkir. Ev jî yek ji feydeyên korona efendî ye. Aliyekî din ê baş ê vê nexweşiyê ew cudahî û ferqê naxe nava feqîr û zengînan û her kes para xwe jê digire.

Lê dîsa jî gelek desthilatdarî di vê rewşê de jî ketine derdê desthilatdariya xwe û her tiştî ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Lê bê guman cudahiyeke mezin di navbera deshilatiyan de jî heye, hin dibêjin xema nanê zarokên xwe nexun, li mala xwe bimînin û em ê hemû hewcedariyên we pêk bînin. Hinek jî dibêjin li malên xwe bimînin û destê xwe biavêjin berîka xwe û alîkariya me bikin.

Henek li aliyekî gelek kes û bi taybetî kurd, bi qerf û henekan nêzî vê meseleya vîrusa koronayê dibin lê bi rastî jî henek bi vê nexweşiyê nabin û divê mirov xwe baş biparêze.  Heta niha kurdan jî gelek vîdyo û dîmen der barê koronayê de parve kirine û di tevan de jî bi qerf û henekan nêz bûne. Ji aliyekî ve ew yek baş e ji bo ku stres û tirsa xelkê zêde nebe û ji xwe ew taybetmendiya kurdan e ku her tiştê xwe bi qerf û henekan tînin ziman. Lê ji aliyekî din ve dibe ku ew sersariyekê bi xwe re bîne û mirov baş xwe li dijî vê vîrusê neparêze. Bi her halî ji we tevan re hêviya rojên xweş û azad dikim bimînin di xweşiyê de.