18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bandora travmaya koçberiyê!

Polîtîkayên dewletê yên neqebûlkirina hebûna kurdan kir ku bi milyonan kurd ji ax û warên xwe berê xwe bidin bajarên Tirkiyeyê. Her koçberî bi xwe re êşên gelek mezin anîn. Ligel wan êşên ku di beden û ruh de zû bi zû nayê cebirandin jî kurdan bi israr dev ji têkoşîna xwe ya maf û azadiyê bernedan. Ya ku hêz da wan û wan li ser pêyan hişt jî bêguman maneya ku wan dida vê têkoşînê bi xwe bû.

Der barê koçberkirina bi darê zorê de rojekê li ser medyaya dîjîtal rastî vê hevokê hatibûm: “Bandora travmaya koçberiya bi darê zorê encax dikare bi 4 nifşan şûn ve bê derbaskirin.” Derûnasekê nivîsîbû. Bi vê hevokê dîroka me ya kurdan a ku her bi koçberî û sirgunkirinê re rû bi rû maye, fikirîm. Kurd ev çend nifş in hê jî travmayên bi vî rengî dijîn û di her mînakek wiha de bi civakî di bin tesîra wê de dimînin. Em kurd wekî miletekî din nikarin ne êşên xwe, ne birînên xwe, ne jî travmayên xwe bijîn. Tenê di dîroka dawî ya sed salan de kurd çend sed car rastî vê îşkenceyê hatine êdî mirov nikare bijmêre. Yanî bifikirin ger travmayeke koçberiyê ya li ser kesekî ew qasî bi bandor dikare derbasî çar nifşên din bibe, ew îşkenceya di laş û mejiyê mirovan de çawa bi têsîr e, em mileteke çawa hatine êşandin ne hevok ne derûnas dê nikaribin rave bikin.

Tarlabaşi cihê koçberan

Yek ji bajarên ku kurdan lê koçber bûne metropola herî mezin a Tirkiyeyê Stenbol e. Ez ê nivîsa xwe ya yekemîn a li ser jiyana kurdên li Tirkiyeyê ji vê derê ji taxa Tarlabaşiyê dest pê bikim.

Tarlabaşi yek ji wan ciha ne ku bandora koçberiyê tu heta dawiyê lê dijî. Ji gelek welatên Rojhilata Navîn bigirin heta Afrîkayê gelek koçber li vê taxê hene. Li navçeya Beyoglu ya Stenbolê ev taxa ku ji rum, ermen, suryan, cihû û gelên din ên ne misilman maye (bi qanûna tehcîrê gelekî wan hatine koçberkirin) îro ji koçberên kurd û gelên din re mazûvaniyê dike. Bi gotineke din rûyeke din a dîroka Tirkiyeyê ya koçberkirina bi darê zorê ye, ev tax. Der barê hisiyata ku vê taxa kurdewar daye min dikarim gelek tiştên baş binivîsim, lê xerabiyek dikare gelek başiyan bide wendakirin, ji ber vê yekê jî ez ê di vê nivîsê de behsa tiştên ku min pir êşandine bikim.

Taxeke bênasname!

Ev tax niha bi firoşkarê esrarê, bi bazirganên tiryakê, bi dizî û etîketên her bi vî rengî yên nebaş tê bîranîn. Ev weke rastiyek li aliyekî, di heman demê de taxeke koçber, taxeke welatparêz, taxeke xizan, taxeke mexdûrê veguhestina bajêr, her wiha taxeke bênasname li pêşberî me disekine.

Li dijî kurdan polîtîkayên taybet

Tarlabaşi, bi taybetî ji salên 1990’î vir ve yek ji wan taxan e ku bi hezaran kurd xwe spartine wê. Dema hûn ji Taksîm û Îstiklalê xwe berdidin kolanên wê, avahiyên ku ji ber veguhestina bajêr hatine xerakirin û bi vê yekê çawa dîroka taxekê, çanda taxekê jî hatiye xerakirin li ber çavan raxistiye. Xerakirin tenê di avahiyan de nayê kirin. Bi salan in çawa ku li Kurdistanê li ser zarok û ciwanên kurdan polîtîkayên taybet tên meşandin, li bajarên Tirkiyeyê yên kurd lê dijîn jî heman polîtîka tên berdewamkirin. Ev kolanên ku kurdan xwe spartinê her çi qas welatparêziya xwe biparêze jî, dewletê wisa kiriye ku hilma ciwanên wê bi her nebaşiyê were sekinandin. Belê li kolanên wê kurdî tê axaftin, çanda cîrantiyê tu hê jî dibînî, hisiyata ku tu li Kurdistanê ye dide te ev tax. Lê heta ku ciwanên me heta qirêkê di nava qirêjiyê de bin, ev der bûbe navenda fihûşê mixabin dê tu hisiyat maneya xwe negire.
Dema di kolaneke wê de min kameraya xwe dizivirand dengekî bi hêrs ez veciqandim, bi tirkî ji min re got ‘Xwakê tu nikarî van deran bikişînî’. Bi kurdî axivîm, min xwe da nasîn û ev yek kir ku hêrsa wî hinekî hênik bike. Li her deveran firoşkarê esrarê hene, li her deveran endamên çeteyan hene û nayê xwestin tu kes û li cihên wan bikevin nav kadrajan.

Nivîsa ‘Azadî’!

Di dîwarekî de nivîsa ‘Azadî’ tu dibêjî qey li rûye min dide. Em çendî ji azadiyê bêpar in ev nivîsa di dîwar de her tiştî rave dike. Kolanên Tarlabaşiyê ku ji her deverên Kurdistanê kurd ji xwe re kirine stargeh, îro bûye warê çete û helandinê. Zarokên ku bi tiliyên xwe nîşaneya azadî û serkeftinê ji kameraya min re dikin pêşeroja me hemûyan e û divê ev zarok ji van qirêjiyên pergalê werin parastin. Berê zarokên ku li kolanan mezin dibûn, ji xwe bawer bûn, nedihatin asêkirin, li dijî pergalê serî radikirin, dibûn şoreşger. Niha jî çi qirêjî hebin li kolanan tije bûne û tu ji aqûbeta van zarokên delalî ditirsî. Ev tiştên ku min li Tarlabaşiyê dîtin, bi rastî jî dilê min diperitîne.

Kampanyaya Meclisa Ciwanan

Kampanyaya Meclisa Ciwanan a HDP’ê ya ‘Bikeve Tevgerê’ di vî milî de divê ne tenê kampanya, di heman demê de wek seferberiyê be. Ew dirûşmeya wan a “Li hemberî tiryakê bêdeng nemine, tax û civaka xwe biparêze” ji dirûşmeyê wêdetir e. Heta ku ciwanekî me di wê qirêjiyê de bimîne divê kurd êdî xew li xwe heram bikin. Heger ciwanên te bikevin, bizanibe tu yê jî bikevî û travmaya wê dê ji koçberiya ku hetiye jiyîn hê bi jantir be!