20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Banga diyalog û çareseriyê kirin

Piştî daxuyaniya Mesûd Barzanî, gelek partî, siyasetmedar û alî bi daxuyaniyan bertek nîşan dan.

Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî têkildarî polîtîkayên PDK’ê û metirsiya rûdana şerê navxweyî yê kurdan axivî. Pêncwênî da zanîn ku piştî dewleta tirk li Rojava çend cihên stratejîk dagir kirin, li Başûr jî bi kûrahiya nêzî 60 kîlometreyî û dirêjiya 200 kîlometreyî bi pêş de hatiye û wiha got: “Ev nexşeya niha ya AKP û MHP’ê ye ku çawa dixwazin xwe nêzî bîrên neftê yên Kerkûkê bikin. Bi rêya tirkmenên li Kerkûkê dê Kerkûkê bikin a tirkan. Ev mijar tu peywendiya xwe bi şerê PKK’ê re tune ye.”

Pêncwênî da zanîn ku erkeke niştimanî û neteweyî ya hemû aliyên siyasî ye ku hewil bidin vî şerî rawestînin û ev tişt got: “Divê her alî ji aliyê xwe ve hewl bide pêşî li derketina vî şerî bigire. Ji ber ku ev şerê dê tenê di berjewendiya dagirkerên Kurdistanê de be, ev şer ne di berjewendiya kurdan de ye.”

Li dijî şerê birakujiyê înîsiyatîf

Yekitiya Parlamenterên Kurdistanê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê li dijî hewldanên şerê di nav kurdan de, înîsiyatîfek ava kiriye. Yekitiyê diyar kir ku înîsiyatîf dê ji bo pêşî li şerê navxweyî bigire, xebatên xwe bike.

Yekitiyê di daxuyaniyê de banga çareseriyê kir û wiha got: “Em dixwazin berpirs bikevin tevgerê û pêşiya tundî û şerê navxweyî bigirin. Em dikarin hemû bi hev re di bin heman sîwanê de bibin yek û pirsgirêkan çareser bikin. Em bi hêviyeke mezin gavên vê înîsiyatîfê davêjin. Ji ber ku em vê di asta berjewendiyên neteweyî û welat de dibînin. Em naxwazin ciwanên kurd xwîna kurdan biriînin. Divê birînên berê bi xwîn nebin û dijmin kêfxweş nebin.”

Parastina destkeftiyan

Parlamentoya başûrê Kurdistanê bi navê Desteya Înîsiyatîfa Konferansa Niştimanî der barê rageşiya di navbera hêzên kurd de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de ji her du aliyên kurd re hat gotin ku divê pirsgirêk bi rêya diyalogan were çareserkirin û bêyî diyalogê dê tenê dijmin wê sûd ji şerê navxweyî werbigirin.

Di berdewama daxuyaniya Înîsiyatîfa Niştimanî de ev tişt hat gotin: “Piştî ezmûna Herêma Kurdistanê, li Rojava jî ezmûn û destkeftek ji bo kurdan çêbû. Ev ezmûn ne di xewn û xeyala tu hizbek siyasî û serkirdeyek de bû. Gelê me li her çar parçeyan li benda dilsoziyek hîn zêdetir a hizban û rewşenbîran e; da ku hîn zêdetir hewl bê dayîn destkeftên zêdetir werin bidestxistin lê mixabin niha hewildan û pêngavên berovajiyê daxwazên şehîdan hene. Qala derketina şerekî bixwîn ê nav kurdan tê kirin. Ger ev  şer derkeve ne tenê wê destkeftî ji dest herin, di heman demê de wê metirsî bikeve ser giyanê welatiyan û welatê me.”

‘Rêzê li îradeya aştiyane bigirin’

Seroka Parlamentoya Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê Rêwaz Fayeq jî têkildarî rageşiya di navbera hêzên kurd de li ser malpera fermî ya parlamentoyê daxuyanî da û diyar kir ku pêwîst e her kes berjewendiyên neteweyî bide pêş.

Fayeq bal kişand ser rol û rista parlamentoyê û diyar kir ku parlamento nûnera rasteqîn a xelkê Kurdistanê ye, li dijî her cure şerê navxweyî ye û vê yekê weke tawanekê li dijî nirxên bilind ên gel dibîne.

Seroka parlamentoya herêmê da zanîn ku yekane rêya çareserkirina pirsgirêkan diyalog e û wiha got: “Pêwîst e her kes berjewendiyên neteweyî bide pêşiya her tiştî, xwe ji armancên teng ên partîgeriyê dûr bixe.”

Fayeq di dawiyê de vê bangê kir: “Ez di vê qonaxa hestiyar de bang li her kesî dikim, aqilê aştiyane, bijardeya siyasî serdest bikin û berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê li ber çavan bigirin.”

Partiyên Tifaqa Kurdistanî

Partiyên Tifaqa Kurdistanî yên bakurê Kurdistanê jî têkildarî rageşiya di navbera hêzên kurd de daxuyanî da û diyar kir ku roj roja yekitiya neteweyî û parastina destkeftiyan e.

Partiyên Tifaqa Kurdistanî di daxuyaniyê de bal kişandin ser bedelên ku bi sedan salan e gelê kurd dane lê belê bi pêvajoyê bi vî rengî deskeftiyên kurdan bi planên dagirkeriyê tên tunekirin û wiha hat gotin: “Gelê kurd, bi sed salan e li ser erdnîgariya xwe bi dehan caran bi qetlîam û koçberiyan re rû bi rû maye; bedelên gelek giran dane û tevî van bedelên giran jî dev ji têkoşîna xwe ya neteweyî bernedaye. Ji bo Başûr serxwebûna xwe û Rojava jî statuyek fermî bi dest bixe têkoşîna xwe didomîne. Di pêvajoya têkoşîna azadî û sexwebûnê de, em bi xemgînî û bi şik dibînin ku hinek welatên dagirker, bi hewldanên provakatîf nakokiyên navbera partiyên kurdan kûrtir dikin û dixwazin li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin.”

‘Ev şer ne ji bo başiya kurdan e!’

Tifaqê di berdewama daxuyaniyê de partiyên kurd jî hişyar kirin ku di warê mudaxeleyên provakatîf de baldar bin û berpirsiyariyên xwe yên dîrokî û rêbaza parastina berjewendiyên neteweyî de dikaribin li gel hev tevbigerin û wiha domand: “Banga me ew e ku rê li ber pevçûnek nav kurdan bê girtin. Lewra şerê di navbera kurdan de, duh jî ne li gor berjewendiyên kurdan bû û îro jî dê ne li gor berjewendiyên kurdan be, tenê wê bi kêrî dagirkeran bê.”

‘Roj roja yekitiyê ye’

Di dawiya daxuyaniya Partiyên Tifaqa Kurdistanî de hat diyarkirin ku rêya çareserkirina nakokiyên di navbera kurdan de diyalog e û wiha hat gotin: “Di serî de Rêveberiya Herêma Kurdistanê ji bo partiyên kurdan mecbûriyet e ku destkeftiyên kurdan li ku derê bin bila bibin hewl bidin wan biparêzin. Roj roja yekitiya neteweyî û parastina destkeftiyan e. Rêya çareserkirina nakokiyên di navbera kurdan de diyalog e. Ji ber vê yekê em bang li aliyan dikin ku diyalogê wek rêya çareserî bibinîn û pirsgirêkan çareser bikin.”