20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başaran: Dixwazin jinan bêdeng bikin

Meclîsa Jinan a HDP têkildarî Peymana Stenbolê ya ku dê di 1’ê tîrmehê de bi awayekî hiqûqî bidawî bibe, daxuyaniyek girseyî da. Daxuyaniya jinan li ber Deriyê Çankaya ya Meclisê hat dayîn. Jinan di daxuyaniyê de wêneyê Denîz Poyroz, dowîzên ‘Ne jinan, kujeran bi darizînin’ û ‘Em ê dev ji Peymana Stenbolê bernedin’ hilgirtin.

Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku desthilatdariya AKP- MHP’ê bi polîtîkayên zayendperest, mîlîtarîst, bi dijminatiya kurd û jinan, mêtinger, lez daye polîtîkayên xwe yên êrişkar û komkujiyan li dijî jinan pêk tîne.

Polîtîkayên zext û binçavkirinê

Ayşe Acar Başaran da zanîn ku bi polîtîkayên zext û binçavkirinê hewl didin hemû komên dijber, nemaze jinan bêdeng bikin û bitirsin in û wiha domand: “Ev desthilatdariya ku dijminatiya civak, xweza, jin û zarokan dike hatiye asta ku nema dikare rûyê xwe yê rastîn veşêre.”

 Desthilatdarî bi rûpoşan vedişêrin

Ayşe Acar Başaran, anî ziman ku bloka desthilatdariyê veguheriye mekanizmaya sûc û wiha pê de çû: “Li dijî hemû beşên civakê şer dane dest pê kirin. Desthilatdarî hewl dide bi rûpoşan sûcên kirine, veşêrin. Li hemberî xwe jî talokeya herî mezin jinan dibînin. Ji ber ku jin bêndeng nabin û koledariyê nakin êrişî jinan dikin. Desthilatdariya ku nikare jinan bêdeng bike, serî li rê û rêbazên dijminantiyê dide.”

Pêşî li îstismara zarokan vekirin

Di berdewam axaftina xwe de Başaran destnîşan kir ku ew şerê desthilatdariyê yê 19 salin li dijî jinan dewam dike, teşhîr dikin û wiha pêde çû: “Pêşî li Îstismara zarokan vekirin, rewa kirina sûcên xwe ne. Bi gotina ‘ji carekê tiştek nabe’ xwestin ku îstîsmarkarên zarokan fihêl bikin. Dixwazin xizantiyê weke qeder ferzî jinan bikin. Bi pêvajoya pandemiyê re, xizantî zêdetir bû. Herî zêde jin ji vê yekê bi bandor bûn. Ev desthilatdariya ku dixwaze me di malan de heps bike,divê baş zanibe ku em ê tu carî nehêlin keda me were îstismar kirin. Yên ku netewperestî û zayendperestiyê teşwîq dikin berpirsiyarê qetilkirina Deniz Poyraz in.”

 Em ne bêçare ne

Başaran dawiya axaftina xwe de da zanîn ku xelaka dawî ya êrişên li ser maf û destkeftiyên me biryara vekişîna ji Peymana Stenbolê ye, ku mîsogeriya me ya jiyanê ye. Ev biryar, di nîveka şevê de bi îmzeya yek zilamî hat  qebûl kirin. Başaran wiha got: “Wê rejîma Tirkiyeyê  nekare maf û destkeftiyên me  têk bibe. Wê nekarin maf û destkeftiyên me xesp bikin. Em ne bêçare ne. Bawerî û hêviyên me zindî û bi hêz in.”