20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başî û xerabî

Exlaq pîvana başî û xerabîyên me ye. Çawaniya kirina karekî ye. Mirov li exlaq di gotinê de na lê di tevgerê de digere.  Di civakbûnê de rêgeza sereke exlaq e. Peymana civakî (social contract) di rastiya xwe de exlaqê wê civakê ye. Li vir  bêguman em behsa exlaqê ku bi erîşên desthilatiyê ji esilê xwe dûr ketiye nakin. Civak bi rêya exlaqî xwe bi rê ve dibe; polîtîka li gorî pêwistiya civakê normên, zagonên exlaqê çêdike, diyar dike. Li gel vê exlaqê jî em roj bi roj dibînin ku xerabî li her derê zêde dibe. Têgeha exlaq bi xwe ji bo bêexlaqîyên mezin bên veşartin tê bikaranîn.

Li gorî Descartesî ji ber ku tu kes nabêje “aqilê min kêm e” aqil li mirovan bi awayekî wekhev hatiye belavkirin.  Ev ji bo başîyê jî wisa ye. Tu kes ji xwe ra nabêje ez yeka/î xerab im. Her kes ji xwe ra dibêje ez yeka/î baş im. Kes pesnê xerabiyê nade û başî taca seran e. Diz bi xwe jî dibêjin dizî nebaş e. Tecawizkar dikarin xwe wek nobedarên namûsê peywirdar bikin. Di devê mêtingeran da peyvên azadî, dad û wekhevî dibin benîşt bi şevûroj dicûn û hey dicûn. Xerabî  tê lenetkirin lê li her derî ye. Başî tê pîrozkirin lê ka li ku ye ? Dafikek heye, dafik ev e ku bi peyvên etîkê perdeyeke mezin hatiye çêkirin û li xerabîyê hatiye fesilandin. Xerabî xwe di nav cilên başîyê de veşartîye. Heya cil neqete kes pê nahise.

Cîranê wî yê 30 salan e,  tecawizê jinekê dike… Şaş dimîne, “ew ne yekî wiha bû” dibêje, “li ser nimêj û taeta xwe de bû”. Bo çend wereqe dikare dev ji her tiştî berde û bibe xulamê mêtingeran. Egalê xwe ji sitûyê xwe dike û ala bindestiyê girêdide, dûra li dikên desthilatan “hunera” xwe difiroşe… hevalên wî şaş dimînin, dibêjin “ew ne yekî wiha bû, netewperwer bû, tim behsa şehîdan dikir”.  Çawa xwe  vedişêrin vana ? Ma qet îşaretek nadin? An jî dema mirov ji başîyê ber bi xerabiyê ve diçe, kesek tune gelo hişyar bike, şîyar bike! Hêza peyvê ji ya jiyanê xurttir e gelo ku nahêle em bibînin! Gotin û kirin ne yek bin ev durûtî ye. Bi min ev durûtî ev qas jî ne serkeftî ye. Bi tenê kesên ji xwe ra dibên baş, çavên xwe digirin. Çavên xwe ji bo tiştên din vedikin. Ger çavvekirî be fedî çalak e. Kesên çors, zordar, devpîs, çavnebar, çikûs baş diyar dikin ku ew ê xerabiyên mezintir bikin. Em dihêlin çêran bike, em nabêjin “ma tu fedî nakî wiha dipeyvî” lê dema destdirêjiyê kir em şaş dimînin. Ma wan çêrên genî ne teoriya tecawizê ne.  Em dihêlin ji pereyan hez bike, çikûs be lê dema bo pere nirxên welatê xwe firot em şaş dimînin. Ma çikûsî an jî hezkirina zêde ya pereyan ne îşaretek mezin e ku siberojê bo pere hin tiştên nebaş bike…

Ev mesele ne bi tenê durûtî ye. Hêlên din jî hene. Li gorî mantiqê di her mirovî da hemû başî û xerabiyên ku mirov kirine weke şîyan/potansîyel hene. Ev şîyan dema keysê dibîne li gorî vîna mirov çalak dibe. Dema vîna mirovî qels be mirov ber bi xerabiyê ve û dema ev vîn xurt be ber bi başîyê ve dibe. Mêtingerî warekî wiha ye ku zorê dide hemû şîyana me ya xerabiyê çalak bike. Li ser meseleyê tên gundên te û dibên “ha ji te ra çek” û “li ber derîyê dizên xwe bibe pasewan” an na em ê gundê we bişewitînin. Kesên ku belkî di emrê xwe da ti car vê xerabiya  mezin nekirana qels dibin. Îradeya wan têk diçe. Mêtingerî zemîna xerabiyê ye.

Sokrat, başî û xerabiyê bi aqil ve vedibêje (psukhe). Li gorî wî kesên bêaqil an jî nezan xerabiyê dikin. Ji ber ku li gorî Sokratî, bextewarî û dilpakî (başî) bi hev ve girêdayî ne (eudaimonia) û kesên vê yekê bizanibin ji bo bextewar bin teqez ew ê hewl bidin baş bin jî. Yanî pîvana bextewariyê dilpakî ye û pîvana dilpakîyê jî aqil e. Ev şîrove ji gelek hêlan ve hatibe rexnekirin jî ji bo meseleya ku “xerabî çima ewqas zêde ye” bê famkirin, bi kêrî me tê. Li gel xerabiyê nezanîn jî belav dibe û nezanîn û xerabî hevdu xurttir dikin. Tevî vê, kesên ku bixwazin başîyê birêxistin bikin divê rastîyê ango heqîqetê belav bikin. Sokrates ji bo wê jî feylesofîyê  pêşniyar dike.