25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başûr çima Rojava nas nake?

Spanya welatekî dikeve rojavayê Ewropayê. Ji 17 herêm û 2 bajarên xweser pêk tê. Al û paytexta her herêmê cuda ye. Di sala 1978’an de ji bo civak, netew û herêmên xweser bigire bin misogeriyekê Makezagonek hatiye sazkirin. Spanya, ne pêkhateyeke federasyonî û ne jî navendî ye. Serwerî bi giştî di destê netewan de ye. Civak xwe bi rê ve dibe. Civaka xweser, li gorî zagonên xwe yên xweser rêveberî û polîtîkayên xwe pêş dixin. Her wiha li gorî bajaran an jî rasterast li gorî navçe û şaredariyan jî tê guhertin. Herêmên xweser ên Spanyayê ev in: Endulus, Valencia, Katalonya, Giravên Balear, Giravên Kanarya, Galicia, Bask, Madrid, Asturias, Cantabria, Murcia, Navarra, La Rioja, Aragon, Castilay Leon, Castilla La Mancha û Extremadura. Dema mirov li pergala Spanyayê ya xweseriyê dinêre, ev di hişê mirov de derbas dibe; Cîhana ku mirov dikaribe lê bijî ev der e. Bi taybetî jî em kurdên ku bi salan in têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin. Her tim siyaseta kurd a li bakurê Kurdistanê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev modela Spanyayê pêşniyarî dewleta tirk kiriye.

17 herêmên xweser ên Spanyayê li pêşberî hev û mafên hev bi rêzdarî tev digerin, hebûn û mafên hev nas dikin û bi awayekî aştiyane bi hev re dijîn. Spanya ji rojavayê Kurdistanê bi qasî 4 hezar û 700 km dûr e. Bi balafirê derdora 5-6 saetan dem di navbera wan de heye. Di 20’ê cotmehê de Parlamentoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) naskir. Her wiha parlementerên Katalanyayê gotin ji bo tevahiya Spanyayê Rojava nas bikin dê mijarê bibin Parlementoya Spanyayê jî. Ev ji bo me kurdan cihê kêfxweşî û şanaziyê ye. Lewra gelê kurd bi dehan salan e têkoşîna azadî û statuya xwe didin. Kurdistana ku bi Lozanê kirine çar parçe ev sed sal e li her parçeyekî Kurdistanê têkoşîna demokrasî û azadiyê û bi dest xistina statuyê tê meşandin. Li Iraqê kurdan di sedsala 20’î de ji bo xweserî û serxwebûna xwe li dijî rejîma Baas şerekî mezin kirin. Li ser kurdên Başûr polîtîkayên pişaftinê hatin meşandin, di serî de Enfal û Helebçe komkujiyên bi çekên kîmyewî û gelek komkujî pêk hatin. Lê piştî hilweşîna rejîma Baas a dibin serserweriya Saddam Huseyîn de di sala 2005’an de hikûmet û dewleta Iraqê bi awayekî fermî Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê nas kir. Ev jî ji bo me kurdan cihekî kêfxweşî û şanaziyê bû.

Li parçeyekî din ê Kurdistênê jî di encama berxwedan û têkoşîneke bêhempa li pêşberî berdêlên giran statuyek hatiye bi dest xistin. Em qala rojavayê Kurdistanê dikin. Wekî her kes dizane di adara 2011’an de li Sûriyeyê alozî derket. Rejîm û muxalefeta li Sûriyeyê li dijî hev şerê çekdarî meşandin. Piştî van bûyeran kurdên rojavayê Kurdistanê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Kobanê dest xweparastinê kirin. 19’ê tîrmehê bû despêka şoreşa Rojava. Li gel têkoşîn û bedelên giran niha ji bo me kurdan ev statuyek e. Ev me kurdan gelekî kêfxweş dike.

Li aliyê din hemû kurd, siyasetmedarên kurd, pêşengên kurdan hertim qala yekitiya neteweyî, Kurdistanek azad û serbixwe dikin. Di 25’ê îlona 2017’an de li başûrê Kurdistanê referanduma Kurdistaneke serbixwe pêk hat. Ji sedî 92,73 kurdên li başûr dijîn di vê referandûmê de gotin “Erê” yanî serxwebûn xwest. Bêguman mafê her gelî ye ku xwe bi xwe rê ve bibe û serbixwe bijî. Mafê me kurdan e jî.

Ez ê werim ser mijarê. Di 20’ê cotmehê de Parlementoya Katalonyayê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojava) naskir. Ev ji bo me kurdan mijareke girîng e û li gel kêfxweşiyê kelecanekê jî dide avakirin. Lewra li cîhanê cara yekemîn e ku statuya Xweseriya Rojava ji aliyê parlementoyekê ve tê naskirin. Baş e, gelo çima hêj Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê xweseriya Rojava nas nekiriye û çima nas nake? Gelo ew kesên daxwaza azadî û serxwebûna Kurdistanê dikin çiqas durust û samîmî ne? Ew kesên ku hêj hebûna parçeyekî din ê Kurdistanê nas nakin gelo bi çi nêtê (nîyet) qala serxwebûnekê dikin? Pêşiyên me dibêjin “Gîhayê hewşê tehl e” lê mirov ji gîha û nebatên li hewşa xwe hez dike, diparêz e û xwedî derdikeve. Bila şaş neyê fêhm kirin Rojava jî ne giyayê hewşa tu kesî ye. Gelo dibe ku mirov vê helwestê bi çavnebariyê ve girê bide. Bila kes li qusûrê nenêrin lê kes ji vê helwesta durû ya qirêj bawer nake. Bi hêsanî em dikarin vê jî bêjin, dewleta tirk, faris û ereb jî hebûna kurdên azad nas bikin dîsa jî kurdên kîndar, noker û xayîn nas nakin. Kî ji vê helwesta rêveberiya Başûr çi der dixin ez nizanim. Lê vekirî bêjim ev helwesteke ji dijminatiyê jî wêdetir giran û bi êş e. Heke aqilê mirov ji kîsê xelkê be, rêya rast li ber mirov nakeve.