Rojnameya Heftane

Başûr jî dest bi qeyûman kir

Rêveberiya başûrê Kurdistanê zextên mezin dibe ser partiyên herêmê. Çend roj berê kursiyên Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ên di hilbijartinên 2014’an de li meclisa parêzgeha Dihokê bi dest xistibûn hatin desteserkirin.

Li herêma Behdînanê di nav partiyên Başûr de piştî PDK’ê partiya ku herî zêde deng bi dest xistî Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ye. Ev yek bûye sedem ku li vê herêmê xebatên Yekgirtûya Îslamî bên sekinandin û her tim hewla vê didin.

Di vê mijarê de endam û rêvebiriya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji bo bikaribin xwedî li erk û destkeftiyên xwe derkevin, li ber xwe dabin jî li beramberî van pêkanînên antî-demokratîk bê çare mane. Li Kurdistanê her tim mafê gelê kurd hatiye înkarkirin û desteserkirin, lê di vir de tişta mirov xemgîn dike ev înkara ku niha tê kirin, bi destê neyarên kurd ên bi nasnameya kurdî tên naskirin.

Di encama hilbijartinên Iraqê yên sala 2005’an de hejmarek baregehên Yekgirtû hatibûn şewitandin û 4 endamên wê jî hatin kuştin. Li herêma Behdînanê PDK tu carî ji derveyî xwe ne partî û ne jî hêzên din qebûl dike. Ji ber ku Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê  li vê herêmê rêjeyek deng bi dest dixe û wek alternatîfa PDK’ê derdikeve holê dijminatiya ji bo wê jî zêde dibe.

Piştî hilbijartinên 2005’an di hilbihartinên 2011’an de jî zextên giran birin ser Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê. Di encama van zextan de ofîsên partiyê û navendên radyo û televîzyona Yekgirtûya Îslamî yên li bajarê Dihok, Zaxo û şaxê Sêmêlê şewitandin.

Bi van pêkanînan jî derdikeve holê ku li herêma Behdînanê ji derveyî xwe tu partî ango aliyên siyasî qebûl nake. Êdî ev nerehetiya wan gihaştiye asteke wisa bi çavsoriyek mezin ve êrîş dike. Bêguman wisa diyar e ku ji mamosteyê xwe yanî ji deweleta tirk ezmûnek baş a çewisandin û înkarê wergirtiye. Ji ber tiştê ku niha PDK li herêma başûrê Kurdistanê li ser partî û aliyên siyasî ferz dike ji yên dewleta tirk zêde ne cuda û dûr in.

Ev xîret û hewildan hemû ji bo parastina desthilatdariyê ne. Ji ber ew jî baş dizanin ku encax bi vî rengî dikarin li ser erkê bimînin. Lewma ji bo desthilatdariya xwe xurt bikin serî li van rêyên wisa didin.

Pêwîst e ew jî ji bîr neke ku gelê Kurd her tim li hemberî zordestiyê xwedî li hebûna xwe derketiye. PDK ger li herêmê guh nede giliyên gel û ji pirsgirêkên wan re nebe bersiv wê têk biçe. Niha bi vî rengê çewisandina partiyên siyasî û bi zextên cuda yên li ser aliyên siyasî, rewşenbîr û rojnamevanan ve dixwaze li herêmê dengê demokrasiyê û mûxalefetê qut bike.

Di van çend salên derbasbûyî de, PDK her tim xwest ku xwe ji vê kirîza siyasî ya ku teng hizirandina wê jê re bû sedem xilas bike. Ji bo xwe ji vê rewşa wisa bi aloz û kambax rizgar bike her tim di nav lêgerînekê de bû. Lewma bêyî nêrînên partî û aliyên siyasî yên kurdistanî bigire di 25’ê Îlona sala 2017’an de bi awayekî yekalî biryara referandûma azadiya Kurdistanê ragihand. Ew wisa dihizirîn ku wê bi vê referandûmê ve di çav û dilê gelê kurd de mezin bibin, lê wisa diyar e ku ji roja ava bûye heya niha di nav van 66 salan de ji tecrûbeyên siyasî ji bo xwe ezmûneke baş dernexistiye û negihaştiye asta analîzkirina siyasî ya Rojhilata Navîn û netewe-dewletê. Ji ber vê yekê li şûna gelê kurd azad bike êş û kelemên bi gel dan jiyandin ne ji rêzê bûn. Referandûma ku pêwîst e bibûya azadiya Kurdistanê bû sedem ku gelê kurd gelek destkeftiyên xwe ji dest bide.

Ji ber di roja me ya îroyîn de PDK nekarî bi awayekî serbixwe bihizire û bikaribe li gor rêgezê hatiye avakirin tevbigere li herêmê bûye xulamê hin dewletên dagirker. Êrîşên li ser Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê, encamên vê zihniyeta bûye xulam e. Pêwîst e gelê kurd êdî bi tu awayî nehêle ku ev zihniyeta wisa bi her awayî ji hêla dewletên dagirker ve tên kontrolkirin wan bi vê ve bibe.