spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başûr, raperîn û guhertin!

Li Iraqê sîtila qeyran û aloziyê bênavber dikele. Her carê zilhêz heskekê didin destê yekê, û li ber didin sekinandin. Her carê mijarekê dixin sîtilê û her didin tevdan. Wisa diyar e ku vê carê gelek aktor sîtilê tev didin! Ti car hesabê bazarê li yê malê nayê; nexasim ev bazara Rojhilata Navîn, kolana Kurdistanê be!..

Demeke dirêj e ligel hemû hewldanan li Iraqê hikuûmeteke tekûz pêk nayê. Hikûmeta Mustefa Kazimî li ber çav ‘pesenda hemû aliyan’ girtibe jî, li qadê rewş wisa nîne. Li Iraqê destê wê li ber guhê wê ye ku raperîneke mezin a civakî pêk bê. Mijarên, aborî, ewlehî, gendelî, nelirêtî, nakokiyên siyasî, leşkerî û îdarî hwd. niha weke girêhişkekê li holê li benda çareseriyeke bê xwedî ne.

Mustefa Kazimî desteya xwe ya wezîran diyar kiribe jî, sê wezaretên ji bo kurdan hatine veqetandin ku di bin ewlehiya destûrî de ne, hêj nehatine diyarkirin. Piştî navbeynkariya hin derdoran mûçeya herêma Kurdistanê hatibe şandin jî di vê mijarê de nediyariyeke mezin li holê ye; hêj mûçeyên karmendan nehatine dayîn. Ango nakokiya di navbera hikûmeta Kazimî û rêveberiya Kurdistanê de didome. Dîsa her diçe nakokiya navbeyna Mustefa kazimî û Îranê jî mezin dibe, siyaseta Kazimî nêzî DYA’yê. Derbirîna Kazimî ya, ‘tiştekî Rojhilata Navîn bide me nemaye’ pênaseya sergirtî ya vê yekê ye.

Ji helwest û danekirinên hikûmeta Kazimî diyar dibe ku destkeftiyên Başûrê Kurdistanê bi metirsiyeke cidî re rû bi rû ne. Jixwe zextên dewleta tirk ên li ser başûrê Kurdistanê li ber çav in!

Li aliyê dîtir başûrê Kurdistanê ne tenê pirsgirêk û nakokiyên bi hikûmeta Mustefa Kazimî re, ji wê zêdetir nakokî, alozî û rageşiyeke hundirîn dijî. Di navbera her du hevparên hikûmetê PDK û YNK’ê de ji aliyê aborî, îdarî hwd. nelihevkirin û nakokiyeke cidî tê jiyîn. Lewre niha rêveberiya Silêmaniyê dixwaze ji aliyê aborî û îdarî ve bibe xwedî statuyeke nenavendî. Dîsa li Zînî Wertê nakokiyeke du-sê aliyan ku her sê hêzên sereke yên Kurdistanê PKK-PDK-YNK di nav de ne û weke meseleyeke neteweyî tê nirxandin didome.

Bêguman alozî û tevliheviya başûrê welêt diqewime bi vê ve jî sînordar nîne. Ne tenê hêzên navborî, di navbera hemû hêz, sazî û dezgehên başûrê Kurdistanê de jî nakokî û pevçûnên siyasî hene û di asteke berbiçav de didomin. Herî dawî bi bangewaziya serokê Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwehid, gel ê ji bêkarî, gendelî, aloziyên siyasî û îdarî bêzar bûyî daket kolanan. Ango ji kolanên başûrê welêt dengê ‘raperîn’ê bilind dibe.

Gelê niştimanperwer ê başûrê Kurdistanê sala 1992’an li hemberî zilm û zora rejîma Sedem Huseyîn a Baasê daket kolanan û raperiya, dawî li zordestiya Baasê anî.

Dîsa sala 2011’î li hemberî gendelî, nelirêtî û newekheviyê, gelê başûrê Kurdistanê raperiya û rûyê rastî yê desthilatdariya başûrê Kurdistanê deranî holê.

Sal 2020… Dîsa başûrê Kurdistanê, dîsa kolan û dîsa dengê dirûşmên raperînê… Gel dixwaze êdî desthilatdariya başûrê Kurdistanê bibe xwedî siyaset, sekn û helwesteke neteweyî, xwedî îdare û karîgeriyeke ku hemû welatiyan hemêz dike; pirsgirêka gel a birçîbûn, bêkarî, debarê çareser bike. Gel ji siyaseta desthilatdariya başûrê Kurdistanê nerazî ye. Ji polîtîka, têkilî û danûstandinên tarî yên bi dewleta tirk re nerazî ye. Ji pêknehatina îdariyeke kamil a Kurdistanê nerazî ye. Çaresernekirina pirsgirêkên bi hikûmeta navendî ya Iraqê re nerazî ye. Ji ber rewşa vîrusa koronayê çûn-hatin, kar-kargeh hatine sekinandin. Baş e, gel nikaribe bixebite, alîkariyeke mirovî negire, nekare debara xwe bike dê çi bike?

Bêguman bersiva van pirsan metirsîdar e! Gel neçare riyên ku debara xwe pê bike, jiyana xwe bidomîne peyda bike. Nexwe yekane rê raperîn dimîne! Dema gelê Başûr rabe raperînê jî her kes dizane ka dikare çi bike: Em vê ji Ranya, Bamernê, Şêladizê hwd. baş dizanin…

Lewre hikûmet û desthilatdariya başûrê Kurdistanê tişta herî aqilane bike ew e ku guh bide dengê kolanê. Pirsgirêkên gel ên birçîbûn, xizanî, bêkariyê çareser bike. Riya çareseriya van kêşeyan jî nêrîna li meseleyan a bi hişmendiya yekitiya neteweyî ye.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê