19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Başûr talan û wêran dibe, rewşenbîr bi çi re mijûl in?

Takor Zerdeşt

Nivîsrarê Rojnameya Welat Takor Zerdeşt, di nivîsa xwe ya vê hefteyê de bal kişand ser talankirin û wêrankirina axa Kurdistanê. Takor Zerdeşt di gotara bi sernavê “Başûr talan û wêran dibe, rewşenbîr bi çi re mijûl in?” de destnîşan kir ku hikûmeta herêmê bi destê xwe gelê xwe jahrînî dike û rê li talankirin û wêrankirina xwezaya Kurdistanê vedike. Takor, helwesta rewşenbîran a li dijî talankirinê rexne kir û xwest rewşenbîr erka xwe pêk bînin.

Nivîsa Takor Zerdeşt a rojnameya Welat wiha ye:

Bi mehan in herêma başûrê Kurdistanê bomberdûman dibe, dişewite, li herêmê çekên kîmyawî tên bikaranîn, dar tên birîn û dizîn, xweza tê talankirin, berhemenên ên weke elmas û komirê dibin û xweza jî tê texrîbkirin. Tenê di salekê de dewleta tirk nêzî 8 milyar dolaran ziyan da başûrê Kurdistanê. Ciwan li Başûr neman, tev berê xwe dan derveyî welat. Li Başûr êdî navê welat û welatparêzî bûye xetek sor. Kî xwe nêz bike dikeve bin çavdêriyê, tê lêpirsînkirin û girtin, îşkence tê kirin û cezayê girtînê lê tê birîn. Lê niha wisa lê dikin qey pirsgirêka Başûr tenê maye ku parlamento rêk bikeve qaşo yê Başûr ber bi cenetê ve bibe. Tu dibêje qey pirsrgirêka herî giran çareseriya bûdceya herêmê digel Bexdayê, mûçe û nanê zikê wan e. Kanî kîjan berpirs hatiye jehrîkirin û kîjan parlamenter dijûn dane û kê dijûn xwarine!

Qet agahiya kesî ji bingeha sereke ya jiyanî ya li herêmê nemaye. Di qonaxa yekemîn de divê em bibêjin li Başûr bi her awayî henaseya saxlem nîne, Heta ku ava wê, nefta wê û elektirîka wê û muçeya wê hebe,  mirovahî li bin xeteriya nemanê de ye, wê li ku mirov behsa netewetiyê bike?!

Ji ber sedema pirsgirêka elektrîkê, gelê herêmê neçar in bi jeneratoran kar bikin. Li gorî zaniyariyên zanistî li ser malpera hewanasiya cîhanî, Behdînan bi taybet Dihok yek ji bajarên xwedî atmosfera herî xirab in. Ji bo ku ev mazot a ji bo jeneratorên elektrîkê tên bikaranîn mazotek nesefandî û nepaqij e, ji ber ku mazotek pir pîs û paşmaya ji kompaniyayên neftê ne ku kêrî firotin û bazirganiyê jî nayên, ev mazot ji aliyê desthilata herêmê ve li ser jeneratorên bajêran tên parvekirin. Ev dûkela jê derdikeve bi xwe jehreke ku bi domdirêj pir nexweşî jê derdikevin. Jixwe Dihok di nava du zincîra çiyayan de ye. Hewaya têde zû bi zû nayê guherîn. Ev karbona vê mazotê bi demdirêj dimîne. Ew hewaya ku hemwelatî timî dikêşin nava sîngê xwe, gelek nexweşiyan bi xwe re çêdike. Jixwe di nava nexşeya malpera cîhanî ya saxlemiya hewayê de pir bi ciwanî diyar dibe ku yek ji bajêrên bi hewaya herî ne saxlem tê naskirin.

Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên herêmî ji gelê navçeyên Şêladizê û Amêdiyê hatin, rojane jinên ducanî zarokên wan di zikê wan de dimirin. Li gorî zaniyariyên ku min ji jinek ji wê herêmê girtî, pir bi dilgiranî dibêje: “Van rojên derbas bûyî tenê di kolana me de sê jin zarokê wan di zikê wan de mirin.” Ev zengek pir metirsîdar dixe ber guhê mirovan. Jehra ji asîmanan têrê nake ji erdê jî zarokên kurdan di zikê dayikan de dikujin. Vêca mirov nizane ji sedema çi tiştekê bibîne. Erê ji wê xûraka ji Tirkiyeyê ji bo herêmê tê hewaya qirêj kirî ye. Hewaya ku bi bombardûmana çekên jehrî û kîmyawî di van mehên derbazbûyî de bi sedan carî hatî reşandin, zêdetir bûye sedema şehadeta gerîlayên Kurdistanê. Gelek xelkê sivîl û bi sedan kes jî rastî krîzên saxlemiyê anîne. Dewleta tirk qira xwezaya Kurdistanê anî û dar li herêmê nehiştin. Desthilata herêma Başûr rêgire li hember belavbûna her zaniyariyekê li ser van hemû tawanên heyî. Malbata Barzanî bi dehan salan bûye perdeyek spî li ser dest û tiliyê bi xwîn ên dewleta tirk a faşîst û dagîrker li ber çavên cîhanê. Wekî sala 1992’an ku dewleta tirk tuşî krîzek pir giran a aborî, siyasî û herêmî bûyî, çawa bi şerê li gel gerîla ew rizgar kirin, dîsa di heman hewldanê de bi armancgirtina gerîlayan vê hewldana xwe didomîne. Ji aliyekê rê li hember her welatparêzekê digire û axavtinek an pêngavek welatparêzan heta li medyaya dijîtal de jî dibe berbest û bi sedan welatparêz xistîne girtîgehan. Bi tirsê gelê herêmê dide fetisandin. Ji aliyek din ve gel û çekdarên xwe birsî dihêle ji bo ku berê wan wek kûçikên birçî yên nêçîrê bide xwarina goştê birayê wî yê kurd û bi perên tirka wan xelat bike. Ji aliyekê ve jî di kanal û malperên ragihandinê yên xwe de dibe zimanhalê dewleta faşîst a tirk û ew demagojiya ku tirk nikare li herêmê pêk bîne, ev bi kurdî ji wan re pêk tînin. Jixwe ev hevpeymaniya domdirêj a malbata Barzanî digel dewleta tirk û derketina wan a li pê hev bi hevre li ser ekranan li ber çavê cîhanê bi serê xwe bes e.

Ji bo vê ye gurzek pir giran li pişta kurdan bikeve, cîhan dê çaxên vê hemû komkujî, tecawiz, dagirkerî û tawanên dewleta  tirk bi ser gelê kurd ve tîne, rewa dibîne û weke fermiyeta vê malbatê bi navê serkirdên kurd ên dehan salan li heremê êdî dev û çavên her kesî li hember wan tawanan tê girtin.

Lê bi rastî çima?! Ma qey ev malbatê kê ne ku divê gelê kurd hemû ji wan re bibe qurban? Di vê hilbijartina dawiyê ya ji bo parlamentoya Iraqê, PDK bi ruxmî ev qas sextekariyan dîsa bi ji sedî 21 deng li Hewlêrê, ji sedî 4 li Silêmaniyê , ji sedî 32 li Behdînan û Dihokê girt. Li gor serjimêriya giştî ya parêzgehan pir aşkera ye ku encamek herî şikestî aniye. Bi baykota hilbijartinan dixuye gel li hember hemû partiyên Başûr bê bawer in, gel nizane baweriyê bi kê bîne, deng bide kê. Yan jî nizane divê bi rastî çi bike?  Gel pêwîst e were hişyarkirin û rêxistinkirin. Divê were fêmandin ku vê malbatê çawa bi kêmîneya xwe dest bi ser zorîneya herî zêde ya gelê herêmê girtiye û di ferqê de nîne çi bi serê wan tê û pêşerojek çawa li ber wan e?

Lê ya rast, derveyî nebûna stratejiyek siyasî û opozîsyonê, li Başûr krîza me ya herî mezintir nebûna rewşenbîran û nivîskarên bi wijdan û çalakvanên rêxistinkirî û hişyar e. Ev tişteke ku em li Başûr pir di valahiya wê de ne. Gel wê çawa hişyar bibe? Gel wê ji kê bawer bike? Tu kesekê li seranserî Kurdistanê erka xwe ya hişyariya civakê pêk neaniye. Civaka Behdînanê bi darê zorê, tirsê, birçîbûnê û bi sînordarkirina hişmendiya neteweyî û siyasî mînak; zombiyan weke robotên bi mejiyek çêkirî û poziktironî di mezlûmiyetek pir metirsîdar de hatine hiştin ku mixabin bi dehan salan ji aliyê malbata Barzanî ve rê li hember wê nehatiye vekirin, ji hişmendiya welatparêzî û dilsozî û berpirsyariyê wecê bistîne. Ji bo ku tevgera azadîxwaz a gelê kurd, bereya şoreşgerî û berxwedaniyê hema nas bike, divê ku xwe di gel biguncîne û bi şêweke rêxistinî îradeya xwe bigire dest. Jixwe her ji vê sedemê ye ku li Behdînanê her rengê gotinên welatparêzî û şerefparêzî û erkdariya berpirsyariyê bi salan e wek tawan tê dîtin û cezayên yasayî û zindanî li ser tê sepandin.