spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bawer Berşev: Qedexekirina kurdî ji bo kurdan êşek e

Bi armanca “zimanê kurdî bibe zimanê fermî û zimanê perwerdehiyê” di 22’ê sibatê de ji aliyê Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî ve kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanyaya îmzeyan hem bi awayê nivîskî hem jî bi awayê online dewam dike.

Der barê kampanyaya ziman ê kurdî de ku li bakurê Kurdistanê tê meşandin me bi endamê Sekreteryaya Giştî ya Tora Ziman û Çanda Kurdî Bawer Berşev re xeber da.

Giştînameyên walîtiyan ji bo astengkirinê ne

Berşev got ku ev 3 meh in wan dest bi kampanyaya îmzeyan kiriye, kampanya hem bi awayê nivîskî hem jî bi awayekî online didome û der barê rewşa dawî ya kampanyayê de ev tişt anîn ziman: “Me di destpêkê de xwest ku em kampanyaya xwe bi rêya danîna standan bidomînin lê belê şert û mercên pandemiyê destûra vê yekê nedan. Digel şert û mercên pandemiyê ev giştînameyên ku walîtî ji 15 rojan carekê diweşînin jî ji bo me bû astengeke mezin. Destûra vê yekê nedan ku em xwe bigihînin gel û em yekser ji gel îmzeyan berhev bikin. Me jî xwest ku em bi mîtîngên şahiyê xebatên xwe yên kampanyayê xurttir bikin. Heta niha bi awayekî online 23 hezar îmze û bi awayê nivîskî jî derdora 100 hezar îmzeyî hatiye komkirin. Bi van her du mîtîngên me jî ez bawer im ji 100 hezarî derbas bûye.”

Zextên piralî nahêlin kampanya berbelav bibe

Her wiha Berşev diyar kir ku ev rêjeya heyî ne bi dilê wan e û wiha domand: “Li gorî dilê me nîne, kêm e. Lê hem ji ber şert û mercên pandemiyê hem jî ji ber zextên li ser partiyên siyasî yên kurd zêde berbelav nebû. Lewra di nav Tora Ziman de partiyên siyasî yên kurd jî hene, rêjeya herî mezin ya HDP’ê ye. Zextên siyasî yên li ser partiyan nahêlin xebata me jî berbelav bibe. Ji ber rewşa zextên siyasî wan nikaribû zêde bala xwe bidin ser xebatên ziman lê ew jî êdî hewl didin bêhtir tev li kampanyayê bibin.”

Ji bo pêşiyê bigirin hûrgiliyan dixin hincet

Bawer Berşev bal kişand ser pirsgirêk û astengiyên ku di pêvajoya kampanyayê de û nexasim ji bo mîtîngên ziman lê rast hatine û wiha got: “Ya rastî  ji aliyê me û gel ve tu pirsgirêk tune ye lê tenê dewlet û rayedar ji me re pirsgirêkan derdixin. Dema mirov şert û mercên wan dibîne meriv poşman dibe ku çalakiya xwe pêk bîne. Lewra gelekî zehemet e. Ji deqeyên axaftvanan bigire, hetanî naveroka axaftina axaftvanan,ji karên wan bigire heta nimareya nasnameya wan, ji diyarkirina kesên ku dê werin ser sehneyê bigire heta yê ku dê derkeve silav jî bike tên lêpirsîn û heta destwetdana vê yekê jî dikin. Sê rûpel şert û merc ji datînin pêşiya me da ku xebatên me bên astengkirin. Bi tu awayî destûrê nadin.”

Hemû biryarên astengkirinê ji navendekê tên dayîn

Berşev destnîşan kir ku biryarên astengkirinê hemû ji navendekî ji walîtiyan re tê şandin û wiha pê de çû: “Me di  destpêka kampanyayê de ji bo standan serî lê dabû lê walitiyê di biryarnameya xwe de diyar kir ku stand û daxuyaniya çapemeniyê qedexe ye. Me nikaribû em van bikin. Lê her ku çû wan sînorên giştîname û biryarên xwe firehtir kirin. Haya wan ji me hebû wan dizanibû ku em ji bo îmzeyan kom bikin dixebitin. Ji ber vê yekê piştî qedexeya standan wan vê carê berhevkirina îmzeyan bi xwe qedexe kirin. Ji her sê bajaran jî walîtiyan destûra mîtîngan neda. Dema em li belgeya biryarê dinihêrin hema bibêje bersiva her sêyan jî eynî ye, tenê îmze guherîye. Di her sê bersivan de jî dibêje ku komkirina îmzeyan qedexe ye. Diyar e ku ev biryar ji navendekê tên. Dema mesele dibe ziman her tişt pêkan e, lewra dewletê li ser qedexekirina zimanê kurdî de xwe ava kiriye.”

Organîzebûna baş çeperên qedexekirinê dişkîne

Mîtîngên Tora Ziman û Çanda Kurdî yên li Cizîr û Wanê bi qedexekirinan û astengiyan re rû bi rû ma. Polîsan nedihiştin rê li ber gel vekin ku gel bigihe hevûdu û astengiyan derdixistin. Li ser astengkirina mîtinga Cizîr û ya Wanê jî Berşev behsa hincetên polîsan kir û ev tişt bi lêv kirin: “Hinceta wan a sereke şertên pandemiyê ye lê belê vê yekê berfirehtir kirin û gotin ku daxuyanî, anket, komkirina îmzeyan hwd. hatin qedexekirin. Tiştên ku me dixwast em bikin hemû yek bi yek hatin qedexekirin. Mesela me pêşî got em ê şahî li dar bixin wan got ev qedexe ye, dû re me got me ji bo çapemeniyê metnek amade kiriye em ê daxuyaniya çapemeniyê bidin lê wan got me niha ew jî qedexe kir. Bi vî awayî wan hewl da hemû rêyan li ber me bigirin. Lê hevalên me baş organîze bûbûn heta radeyekê wan nikaribû mîtingên me asteng bikin. Nexasim di mîtînga me ya Wanê de hem gel zêde bû hem jî bi awayekî birêxistinkirî tevgeriyan. Ber vê polîsan nikaribû zêde mudaxale bikin.”

Her wiha Berşev got ku amadehiyên wan ên ji bo mîtînga Amedê jî temam in û diyar kir ku wan roja pêcşemê serî li walitiya Amedê dane, walîtiya Amedê roja pêncşemê destûr nedaye û gotiye na, lê wan roja îniyê dîsa serî lê dane û bi îhtîmaleke mezin dê biryar roja duşemê diyar bibe.

Hişmendiya ziman xurt e

Endamê Sekreteryaya Giştî ya Torê Bawer Berşev der heqê beşdariya gel a di mîtîngan de jî nirxand û ev tişt gotin: “Gelê kurd ji aliyê ziman de xwedî hişmendiyeke xurt in. Hestên wan ên li beramberî ziman pirr xurt in. Heke ev ne şahî û mîtînga ziman bûya dê evqas milet kom nebûya. Lê ji ber ku mijar ziman e milet jî xwedî lê derdikeve û kom dibe. Gel dixwaze çalakiyên bi vî rengî zêde bibin. Digel şert û mercên pandemiyê û digel  ewqas astengiyên heyî jî bi hezaran kes di mîtîngên me de civiyan. Bêguman heke pandemî nebûya dê zêdetir beşdar bibûna. Dema mesele dibe ziman kurd bêtir xwedî li hev û li zimanê xwe derdikevin. Çunkî kurdî ji bo kurdan êşek e, qedexekirina kurdî ji bo kurdan êşek e.”

Bila nebe cihê şermê

Berşev di dawiya axaftina xwe de behsa bernameyên Torê yên bi heman rengî kir û axaftina xwe wiha bidawî kir: “Belê piştî 15’ê hezîranê em ê bernameyeke din dîsa bidin pêşiya xwe. Belkî vê carê konsept û awa biguhere lê em ê çalakiyên xwe yên bi vî rengî heta destpêka îlonê bidomînin. Em hêvî dikin ku em heta serê îlonê çalakiyên xwe bidomînin û em daneyên li ber destên xwe binirxînin. Ev kampanya ji bo kurdan tê wateya serdemeke nû. Heke kurd li bakurê Kurdistanê bikaribin milyonek du milyon îmze kom bikin ev hem ji bo yekitiya kurdan hem jî ji bo daxwazên kurdan tiştekî pir baş e û dê hêviyekê bide gel. Em ê bi milyonek du milyon îmzeyan daneyekê li ber destê xwe daynin û bi vî awayî bikaribin xwe bigihînin mafê xwe yê ziman. Em ê bi rihetî û bi daneyan bikaribin zextan li dewletê û li civaka navneteweyî bikin da ku mafê me yê ziman bidin me.  Bi ya min divê herî kêm em 3 milyon îmzeyan kom bikin. Lewra heke em bi 100 hezar îmzeyan serî li Wezareta Perwerdehiyê ya Tirkiyeyê bixin, an jî bi 100 hezar îmzeyî herin pêşberî Yekitiya Ewropa ev yek dê ji bo me bibe şerm. Dê ji me re bêjin li Bakur 20 milyon nifûsa we heye we hema 100 hezar tenê îmze berhev kiriye. Divê em rêjeya îmzeyan bilind bikin. Em ê xebatên xwe yên bi vî rengî jî bidomînin.”