Tuesday, September 28, 2021

Baweriya Ahmedê Hepo

Ahmedê Hepo çavê xwe bi koçberiyê, bi biryara sirgûna ber bi kanên komirê yên li welatê Qazakistanê vekir. Li warekî reş û qîr, li welatekî sikîsar dest pê kir û heta îro didome serpêhatiya wî ya li dinê. Temenê wî yê dirêj îsal bû 87 sal. Serpêhatiya wî ya 87 salan jê re bû ‘Birîn, Bîranîn, Bawerî’ û çendîn berhemên din. Hepo pola yekem a dibistanê sê caran û bi sê zimanan xwend, bi zimanê qazaxî, rûsî û dawiyê jî azerîkî. Bû şahidê mirinên li sirgûnê û bû qasidekî zarok ê malbatên ji hev cudakirî.

“Sulhedîn dema ji otobusê peya bû ro hilatibû, tava biharê nû dizeriqand.” Hepo bi lehengê bi navê Sulhedîn vedike devê gotinê di romana xwe ya bi navê Bawerî de. Her wekî bi tilnîşanekê Sulhedînê dîrokî amaje bike, ew lehengê kurd ê ku ji çiyayên Kavkazê heta çolên Misrê nav û dengê xwe bi şûrê xwe şingand. Û pê re jî sehneyeke bihuştî saz dike bi “kakekaka qarîtan, wîtewîta çivîkan… û bi keriyên bizinên kovî û xezalan.”

Ji rûpelên destpêkê û pê ve, her ku Sulhedîn gav bi gav bi pêş de dimeşe, hişê wî jî ber bi paş de vedike kêliyên bîranînan. Bîranên ku ji kur ber pê bav û ji bav jî ber pê bavpîr dixuşxuşin wek ava çemê Erezê. Sulhedînê ku li pey xwe serpêhatiyên dijwar hiştî, vedigere gundê xwe, wek Memê Ebasî ku dayik lê nenasî. “Pîrikê, mêrikek li pêşberî odê sekiniye, tu dibêjî qey parsek e.” Her wekî Ulysses e ku bi cilûbergên mîna yên parsekan xwe nîşanî kurê xwe Telemachus dide.

Di vê berhemê de Hepo arîşeya kurdan a eslî ya hezar salan radixîne pêş çavên xwînerên xwe, bi awayekî têgîner û hêsan. Birîna ku Hepo qal dike birîna parçebûnê ye. Tê de behsa kurdan wiha tê kirin: “Ev parçebûn kê kiriye nava wan, ew birîna kûr çi birîn e?” Hepo di Baweriyê de arîşeyên gelê kurd ên sereke, an ku parçebûn, bêtifaqî û neyartiyê dike problema bingehîn a berhemê û bi devê bapîr Hilo wiha pêşkêş dike: “Em eşîr bi eşîr, êl bi êl, qebîle bi qebîle û mal bi mal bûne”. Û wek çareserî jî, dîsa bi temsîla di şexsê Hilo de –Hiloyê bokeberan, zexm û aqilmend– yekitiya navxweyî û xwespartina bi hikûmeta bolşevîk destnîşan dike: “Dibên li wî alî Erezê hikûmeta nû tu cudatiyê nake nav gelan, her tişt heye.”

Bawerî jî her wekî romanên din ên êwra Kavkazê xwedî du beş in ku tê de du jiyan, du dîmen, du helwest û du teknîk hene. Jiyana berê ya tijî pirsgirêk û bûyerên eşîrî û jiyana nû ya di sîstema nû de û bi pirsgirêkên xweserê xwe. Di beşa yekem de nivîskar/vebêj alîgir e, niyet-xuya ye, bi edetên vegotina çîroka gelêrî baş û nebaşan ji hev vediqetîne. Di beşa duyem de kelecana mirovên baş, hewldana sazkirina qaydeyên nû bi teknîka vegotina modern tê neqilkirin. Mirovên xirab bi temsîla daxwaz û azweriyên tarî yên aîdî sîstema berê di nav pergala nû de tên nîşandan. Bawerî her çiqas berhemeke kurt be jî, bi qewareya novellayekê, gelek bûyerên bi hûrgilî dikevin nav hev. Wisa diyar e ku bandora çîrokên gelêrî yên wek potporiyên bûyeran li ser vegotinê çêbûye. Lê ji aliyekî ve jî, ev taybetiya berhemê diyardeyeke guherîna cureyî ya vegotina çîrokî ye ku Baweriya Hepo li nîveka vegotina gelêrî û teknîka nûjen disekine.

Bawerî çawa ku xasyetên civaka eşîrtiyê, nakokiyên eşîran, helwesta takekesên ku eşîrkaniyê dikin rexne dike û çarenûsê jî bi helwesta takekesên ku meseleyê bi feraseta ser-eşîrî dinirxînin dide diyarkirin; bi heman awayî li hember azweriyên xwedîbûna mal û milk û daxwazên din jî xeyala bi jiyana nû bi pîroziya kedê û romansa hezkirinê nîşan dide.

Li aliyekî tîpolojiyên ku di nav sîstema nû de naguherin û temsîla kiryar û helwestên kevn dikin hene, wekî bavê Avgerdenê Resûl û li aliyê din jî lehengên wek Sulhedîn û Avgerden hene ku dadigêrin li ser motîfên klasîk ên wek Mem û Zîn. Hepo, tîpên erênî yên wek Hilo û Hezare ku di nav konteksta jiyana kevn de xuya dibin, di şexsên Sulhedîn û Avgerden de li hundirê jiyana nû vedijîne bi helwesteke dûnadûnî û ji bo wênedarkirina xasyeta xirabiyê jî li şûna Memedê kurê Osman ê dewra berê, Resûl wek antagonîstê jiyana nû yê berjewendîperest datîne holê.

Vêca Hepo di Baweriyê de baweriya xwe bi çi tîne? Diyar e ku baweriya wî bi hişmendî û daxwaza dilê Hiloyê simbêl palik ku dibêje “gişkan dest bida hev û di govenda yekitiyê de bireqisiyana…”, bi lehengiya Hezare Xanimê “ew jina mêrkarkî, ku rûdine jin e û radibe mêr e” û bi pêşeroja li nav destê Sulhedîn û Avgerdenê heye/hebûye. Hepo û Bawerî, wek afirîner û berhem, xwedî helwest in û terefgir in. Bi temsîla mirovên qenc doza yekitiyê dikin. Bi destên qurbaniyên wek Şerbet û Perîşanê tolê ji zulimkaran vedikin. Bi romansa evîndarên ciwan jî hestên xwîner bi hêviya pêşerojeke xweş dikelînin. Wa ye temsîleke neteweperweriya kurdî di romana êwrekê de.

Naveroka berêRojnameya Kurdistan 123 salî ye
Naveroka ya piştî vêJi min gotin