spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Baweriya civakê bi CoronaVacê nayê

Ewropa, Amerîka û gelek welatên din mehek berê dest bi bikaranîna aşiyê kiribûn û li welatên wekî Amerîkayê jî ji bo teşwîqkirina aşiyê hin siyasetmedaran li hember kamerayan aşî bi kar anîbûn. Di nav mehekê de welatên girêdayî Yekitiya Ewropayê ji sê şîrketên wek BîoNTech û Pfînzerê dozên aşiyê dubare standin û aşî li van welatan tê bikaranîn.

Tirkiyeyê di meha kanûnê de 3 milyon dozên aşiya bi navê CoronaVac ji Çînê girtibûn. Tê zanîn ku tenê Tirkiye û Endonezyayê aşî ji Çînê girtibû, lê CoronaVac ne li Çînê ne jî li Tirkiyeyê heta niha nehatiye bikaranîn û ji 6 mehê ve aşiya ku Tirkiyeyê sparîş kirî di depoyan de li benda encama xebatê ne. Der barê vê mijarê de serokê Odeya Bijîşkan a Şaxa Amedê yê berê Mehmet Şerîf Demîr axivî. Demîr diyar kir ku ji bo haya saziyên tenduristiyê û ya civakê ji fazê û xebatên aşiyê tune ye bawerî bi CoronaVacê nayê.

Demîr di axaftina xwe de têkildarî rewşa giştî ya dozên aşiyê diyar kir ku heta niha ji aliyê saziya tenduristiya cîhanê ve 4 aşî bi navê BîoNTech, Pfînzer, AstraZeneca û Moderna hatine qebûlkirin û wiha got: “Îro her çar aşî êdî hatiye erêkirin ku tu zirara wan tune ye lê helbet tesîra wan ji hevudu cuda ne. Li welatên Ewropayê 2-3 cureyên aşiyê tên bikaranîn lê li Tirkiyeyê tenê yek cure ye û ew jî ya ku ji Çînê hatiye girtin. Yanî ji bo çi Tirkiyeyê tenê biryara aşiya Çînê daye em sedemên vê yekê nizanin û heta niha ji aliyê wezîrê tenduristiyê ve yan ji aliyên hin kesên din ve nehatiye gotin.”

‘Civak aşiyê ewle nabîne’

Mehmet Şerîf Demîr der barê rewşa bikaranîna aşiyê ya dawî de da zanîn ku heta niha ne li Çînê ne jî li Tirkiyeyê têkildarî aşiya koronayê tu agahiyek nehatiye parvekirin û ev tişt anî ziman: “Ji xebatên fazê heta yên din çawa hatine kirin ne bi saziyên sivîl ên li Tirkiyeyê ne jî bi civak re nehatine parvekirin. Ji ber vê yekê jî baweriya civakê bi vê aşiyê nayê û ewle nabîne. Ger aşî li Çînê bihata ceribandin û xebatên fazê (bi awayekî ku aşî li ser çend kesan, kesên temenê di ser 60’î re bandoreke çawa li wan kiriye) li Tirkiyeyê bihata kirin dê helbet civak hê cudatir nêzîk bûbûya. Yanî îro hewce ye bersivên van pirsan bi civakê re parve bikin. Mixabin ji ber ku ev yek nayê kirin, civak bi fikar e, aşiyê ewle nabîne. Baweriya civakê pê nayê. Ji ber vê yekê jî di serê gelek kesan de pirsa ‘gelo em aşî bibin an na?’ heye.”

120 milyon aşî divê

Demîr di berdewamê de diyar kir ku Tirkiye 3 milyon dozên aşiyê ji Çînê aniye lê ev hejmara aşiyê dê têra Tirkiyeyê neke û wiha pê de çû: “Her wiha mehek berê Tirkiye gotibû ew ê 50 milyon dozên din ên aşiyê jî bînin û di nav van de tenê ne CoronaVac dê BîoNTechê jî hebe, lê niha tenê 3 milyon CoronaVac heye. Niha li gorî şert û mercên Tirkiyeyê nêzî 120 milyon dozên aşiyê hewce ye. Çima 120 milyon, ji bo ku welatiyên li Tirkiyeyê laşê wan dikaribe li ber xwe bide ji sedî 60-70 kesan yek divê aşî bibe. Yanî 3 milyon aşî bi serê xwe tenê têra tenduristvanan nakin!”

Plansaziya ji bo aşiyê

Her wiha serokê berê yê Odeya Bijîşkan a Şaxa Amedê M. Şerîf Demîr di dawiya axaftina xwe de ji bo rewşa dawî ev tişt anî ziman: “Îro li Tirkiyeyê plansaziya aşiyê çawa ye, ji tenduristvanan heta saziyên tenduristiyê û civakê tu kes nizane. Ev yek bi tu kesî re nehat parvekirin. Yanî ji bo civak tev jê sûd werbigire hewce ye plansaziyeke baş bê amadekirin û bi awayekî zelal bi civakê re bê parvekirin.”