19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bazirganê koçberan

Nivîskarê malpera Welat Ahmet Aktaş, vê hefteyê gotara xwe ya bi navê “Bazirganê koçberan” li ser konferansa G20 nivîsand. Aktaş, di gotarê de bal kişand ser naveroka niqaşên civînê û anî ziman ku Rûsya û DYA bazirganiya koçberan dikin.

Nivîsa Aktaş a malpera Welat wiha ye:

“Di 12’ê cotmeha 2021’an de civînek awarte ya G20’an a bi online-video konferans hat çêkirin. Mijar; aloziya Afganistanê bû û xala sereke ya taybet jî koçber bûn.

Ev civîna bilind a di çarçova G20’an de, bi serokatiya Îtalyayê hatibû amadekirin. Lê belê li gel dewletên endam, nûnerên YE û NY, saziyên fînansê yên cîhanî mîna IMF û Benka Cîhanê û Qeter jî weke welatên mêvan beşdar bûbûn.

Di civînê de 2 pêşniyazên girîng û balkêş derketin holê. Yek ji aliyê YE’yê ve bû û ji bo alîkariya mirovahî bi Afganistanê re bike milyarek euro pêşniyaz kir. Ya duyem jî pêşniyaza dewleta tirk bû ku ji bo di bin sîwana G20’an de hem avakirina komek xebatê ji bo koçberan bû û hem jî ew bi xwe bibe serokê vê komê!

Bêgûman li vir a yekser têkildarî mijara gotara me ye, pêşniyaza R.Erdogan e.

Ewqas baldar bûye ku hem Serokwezîrê Îtalya û hem reveberê civînê Mario Draghî, balkêşiya xwe venaşêre û weke ku bar ji ser milê xwe biavêje rexeke din, dibêje “ev mijara divê ji YN’yê re were pêşkêş kirin û encex ew karibe vê biryarê bidin”!

Serokê DYA J.Biden jî beşdar dibe lê beşdarnebûna serokên Rûsya û Çînê gûmanê dikişine ser civînê.

Wisa diyar dibe ku ev civînek girîng bûye û weke ku amadekarî ji bo civîna bilindtir a G20’an a di dawiya vê heyvê (30-31 Cotmehê) de li Romayê were çêkirin bû.

Çima helwest û pêşniyaza R.Erdogan balkêş e?

Ji ber ku hem mîna ciwangayê Spanya çawa cawê sor dibîne êrîş dikê, R.Erdogan jî hema pereyan dibîne ew jî êrîş dike û bi dest û lepan xwe diavêje ser peran! Li vir jî çawa peyva milyarek euro dibihîze hema bi lezgînî dibe muşterî/kiriyarê vî karî!

Li aliyê din jî, R.Erdogan di vê mijara bazirganiya koçberan de bûye pispor. Jixwe aliyên pisporiya wî û hevalên wî yên bazirganiya zêran, pereyên reş, madeyên hişbir û hwd.bazirganiya karên xerab û dijî mirovahî êdî gelek ketiye rojevê û ji aliyê raya giştî ve tê zanîn.

Di karê dijî mirovahiyê de, ketiye qonaxek pir giran û xerabkar. Heta niha weke tê zanîn li Kurdistanê her cûre polîtîkayên qirêj û gemar dan meşandin û bênavber didin meşandin. Her cure çete, kujerên kirêkirî, xiyanet û çekên herî modern ên bi teknolojiya herî nûjen hatine sazkirin û hwd. her şêwazê êrîşkariyê li ser xak û gelê Kurdistanê bikar tîne. Lê li gel van hemû êrîşên dijminkarane ên li ser gelê me pêk tîne jî, nikare li hember berxwedana gelê me û tevgêra azadiyê bi serkeve. Lewma niha êdî li dijî gelê me û şervanên azadiyê, bi awayekî mezin û berfireh çek û gaza kîmyewî û jahrî dide xebitandin.

Li pir welatan ev karê bazirganiya xerabkar da meşandin. Herî dawî xwest li Balafirgeha Kabula Afganistanê vî karê xwe yê qirêj birêve bibe lê bi destê wî ve bernedan. Lewma di vê civînê de, mijara koçberan ji xwe re weke derfeteke teze dît û ji bo ji dest xwe bernede hema pêşniyaza xwe pêve leziqand. Jixwe ku milyarek euro bihîst êdî nema karibû rawestiya!

Li aliyê din jî bi giştî gelek tengav bûye. Wisa xuya dibe ku êdî ew taktîkê wî yê klasîk ê ji nakokiyên her du aliyan sûd bigire, nema bi kêr tê û navbera wî û ‘dostên’ wî DYA jî û  Rûsya jî lîmonî bûye. Lewma her diçe dîsa vedigere gefa li gelê Kurdistanê dixwe.

Gelo dikare dînîtî û harîtiyeke dawî jî bike yan na? Mirovên wisa, ji bo temenê desthilatiya xwe, dîktatoriya xwe dirêj bikin, ger ji destên wan were her tiştî dikarin bikin. Lewma divê ji bo her cûre xerabiyê û êrîşkariyê kes bê amadekarî nemîne.