16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bazirganiya şerê Lîbyayê

Di demên dawî de piştî peymana  ji bo lêgerîna petrolê û parvekirina ava deriyaya Spî bi Lîbyayê re, niha jî peymaneke ku rê dide bazirganên tirk û şîrketên wê de ku li Lîbayayê kar bikin, di navbera hikûmeta tirk û rêveberên partiya Wîfaq ya Îxwanan de pêk hat.

Li gorî vê peymana ku di 13’ê meha borî de hate kirin dê rê li ber zêdeyî 100 şîrketên Tirkiyeyê veke ku karên binesazî û îhaleyên di sektora avahîsaziyê de kar bikin. Her wiha dê zirarên ku li şîrketên tirk bûye li wan were vegerandin, Ew şirketên ku di sala 2011’an de ji ber şer û pevçûnan Lîbayayê terk kiribûn. Li  gorî tê gotin bi vê peymanê bi giştî dê şîrketên tirk derdora 35 milyar dolar kar bikin.

Li gorî nûçeyên ku ji çavkaniyên herêmî yên Lîbayayê jî tên, nakokiyên mezin di navbera çekdarên hikûmeta Wifaq a Îxwanan û çeteyên ku ji Sûriyeyê hatine veguhastin bo Lîbayayê her diçe zêdetir dibin. Di vê der barê de yek ji rêveberên çekdarên misratayê Frec Mistefa Xelîl rexneyên tund li çekdarên ku dewleta tirk ew ji Sûriyeyê birine kir û da xuyakirin ku  her diçe desthilata wan zêde dibe û ji kontrola  wan derdikevin. Xelîl di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje; “Ji gemara li Sûriyeyê hebû bi ser me de anîne.”

Bila biyanî derkevin

Li aliyekî din, serokê lijneya karên derve yê parlementoya Lîbayayê Yusuf El Eqûrî da xuyakirin ku ew bi biryarên Kongreya Berlînê ne ya ji bo çareseriya siyasî. Her wiha teqez kir ku divê hemû komên çekdar û hêzên biyanî ji Lîbayayê derkevin. El Eqûrî da xuyakirin ku tiştê girîng ew e, em bala xwe bidin aramî û yekitiya axa Lîbayayê.

Her wiha serokdewletê Misrê Abdulfetah El Sîsî di nameyekê de ji serokê artêşa neteweyî ya Lîbayayê Xelîfe Hefter re got ku welatê wî dê li kêleka artêşa neteweyî cih bigire û alîkariya wan bike da ku Lîbaya neyê parçekirin û rêyeke çareseriya siyasî were peydakirin.