25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bê westan li ser şaşiyên bikaranîna ziman

Yaşar Eroglu

Hin şaşiyên bikaranîna ziman hene em weke rastî dizanin lê hin şaşî jî hene, bi arastekirina kes an sazî û derdorên ziman weke rastî tên zanîn. Ez ê di vê nivîsara xwe de bikaranîna li ser çend peyv an têgehan bisekinim. Ên a niha bala min dikişînin ser xwe ev in: “Vebêjer, guhdarvan, felsefevan, xwendevan, di derheqa, di derbarê, him, perçe, kêm bejî rabêjer.”

Ev reng bikaranînên çewt tenê bi axaftinên rojane, televizyonan ne sînorkirî ne. Gelek kovar, rojname, derdorên ziman ên bijarte weke akademîsyen, zimanzan û hwd. di nav van şaşiyan de ne. Ya xerîb jî ev e û weke rastî bikaranîna wan berdewam e.

Car carinan ez li ser hin cure bikaranînên şaş disekinim. Ev ji ber çi şaş in, bi mesnet û palpişt diyar dikim. Ez ê di vê nivîsarê de jî careke din bi heman rêbazê bê westan derpêş bikim. Ji bo rûniştandina zimanekî rast û teqez ê nivîskî weke peywir dibînim.

Di van salên dawîn de weke teqînekê li ser pirtûk, kovar û rojnameyan peyvên di derbarê, di derheqa belav bûn. Ji nişkê ve pêk nehat lê ji berê zêdetir berbelav e. Bikaranîna bi vî rengî şaş e, ji derveyî teşeyê kurmancî ye. Wateya van her du qaliban jî heqê tiştekî de, mewzûya tiştekî de dihewîne. Di rastiyê de di û der hemwate ne û bi hev re nayên bikaranîn. Der farisî di kurmancî ye. Der daçekeke farisî ye, bi texmîna min ji ber têkilî û nêzikaya her du zimanan di kurmancî de kêm maye û em herî zêde van her du mînakan dibînin. Derbar di farîsî de heye, weke çalak tê bikaranîn. Lê di farsî de wiha ye derbareyî … wiha nayê bikaranîn; der derbare+yî. Daçekên farisî ev in; ez=ji, der= di, be=bi. Gava ku farisî dibêjin di mal de wiha bi kar tînin; der xane. Baş xuya dibe ku der’a di derheq û derbarê de derbas dibe ji farisî ketiye kurmancî yan jî tê de maye.

Em vegerin li ser çîroka di derbar û di derheq. Gava ew ê ku weke di derbarê yan di derheqê bi kar tînin ji eslê xwe wiha dirûv lê didin; di di barê… , di di heqê … Ku em binivîsin; di derbarê wêjeya kurdî de gelek lêkolîn hatine kirin, di rastiyê de em dibêjin, di di barê wêjeya kurdî de gelek lêkolîn hatine kirin; bi rastî nayê têgihîştin lê kurmanciyeke terzankî derdikeve holê. Aliyekî wê yê din jî heye ku derbar, derheq pevre nayên nivîsandin, weke der barê, der heqê tên nivisandin. Mixabin an em mantiq û ruhê zimanê xwe ji bîr dikin an jî di bin bandora perwerde û zimanên biyanî de nas nakin/jê dixalifin. Ev meseleya di derbar û di derheq jî çawalêhatoyeke bi vî rengî ye.

Eger hin kes hê qanî nebin, hingê bila rastiya awayê rastnivîsandina xwe îspat bikin, her kesî bi teşeyê xwe bidin qanîkirin.

Di qada bikaranîna rêziman û rasnivîsê de berbelayî û bêberpirsiyartiyek heye. Di serî de yên zanyariya ziman re eleqeder dibin di vê xemsariyê de ne. Ya rast bandora zimanê tirkî û zimanên biyanî jî heye. Di qada wêje, çand û ziman de gelek xebatên hêja pêk hatine. Li gorî wê jî termînolojiyeke nû jî hewce tê dîtin. Gelek normal û pêdiviya çand, ziman û wêjeyê pê heye. Lê carinan termînolojî tê çêkirin reh, rîşî, rê û rêzikên ziman tên jibîrkirin weke ku çawalêhato lê diqelibin. Va ye çend mînak, ne ji nivîskar û wêjenivisên em her dizanin, gelek akademîsyen, zanyar jî dikevin nav vê şaşiyê. Ez ê bal bikişînim ser têgeha vebêjer, felsefevan, kêm be jî rabêjer, peyva guhdarvan û xwendevan. Têgeha vebêj û rabêj li cihê discoursa îngilîzî car carinan cih diguherîne û tê bikaranîn. Gava van têgehan bi awayê takekesî bi kar tînin dibêjin vebêjer, kêm caran jî rabêjer. Tê fêmkirin ku qala vegotinê tê kirin lê gava dibe takekes pirsgirêk derdikeve.

Vebêjer û rabêjer di dewsa (anlatan, anlatici, soylevciya) tirkî de tê bikaranîn. Li vir şaşiyeke rêzimanî heye. Vebêj jixwe wateya anlatan dide. Paşgira er takekes bi awayekî ne di cih de dubare dike. Weke ku anlatanci. Her wiha rabêj jî mîna wê şaş e. Em nabêjin dengbêjer, çîrokbêjer, sitiranbêjer û hwd. Takekes an jî mûşahasa wan bêj e, ne vebêjer an bêjer.

Dîsa di qada zanyariyê de têgeha felsefevan tê bikaranîn, ez ne şaş bim navê kovareke hatiye weşandin/tê weşandin jî Felsefevan e/bûye û bi heman navî malpera wan jî heye. Gelo beriya derxistinê li ser vî navî nîqaş kirine, bi min eger bikirana ev nav lê nedikirin, navekî zanistî û li mantiqê kurmancî nîne. Helbet ez ê egera wê diyar bikim.

Ez gelek caran li ser paşgira ‘van’ê rawestiyabûm. Kiryarên pîşeyî, zanîn, pisporî, kûraya tecrubeyê dixwaze û hwd bi paşgira ‘van’ê nayên navlêkirin. Paşgira ‘van’ zêdetir ji kiryarên parastin, lêxwedîderketin, payîn û yên ji rêzê ku pêciriyeke bilind hewce nakin ve navdêr tên çêkirin. Felsefe kaniya hemû zanistan e, kûrayî, zanîn û pisporiyeke nejirêzê dixwaze. Lê belê navlêkirina felsefevan (gelo wateya filozof de hatiye bikaranîn?) ji naveroka felsefeyê dûrketiye, gelek sivik maye. Di cihê wê de têgeheha feylozof/filozof, felsefenas, felsefezan, felsefegêr dikare bê bikaranîn û baş li mantiq û avaniya kurmancî jî tê.

Peyva guhdarvan dariştî yanî çêkiriye. Ji kîteyên guh+dar+van pêk tê. Guhdar kesê ku guhê xwe dide dengekî yan jî hêmayeke weke deng. Ji guhdarvan jî mebest heman tişt nîn e? Erê wisa ye. Awayê guhdar rast e, li gorî mantiq û ahenga ziman e. Lê guhdarvan ji van rastiyan dûr e. Bêyî mantiqê ziman, bêyî zanîn û lêqelibandî hatiye çêkirin. Peyva çêkirî xwendevan jî wisa ye. Xwende+van pêk tê. Xwende kesê xwendî, xwîner e jixwe, ne hewceyî bi ‘van’ekî heye. Weke guhdarvan dûrî mantiqa ziman e, bêyî mantiqa ziman, bêyî zanîn tê bikaranîn. Di vir de jî paşgira takekesî du caran û bi heman wateyê tên bikaranîn. Ziman ahenga xwe winda dike, deng guhên mirov diherişîne.

Gelek balkêş e pirî caran di zimanê nivîsê de di cihê hem de him, di cihê parçe de perçe tê nivîsandin. Em jê haydar dibin tu dibêjî hem û parçe bi zimanê tirkî ne, bikarhêner dixwaze ji tirkî bireve, van peyvan weke him û perçe nişan dide, dixwaze li denge kurdî bîne. Di vir de ez psîkolojiya parastina kurdî dibînim, weke reftarekê bi nirx e. Lê fikra ku ew tirkî ne, ne rast e. Divê baş bê zanîn ku peyvên hem, parçe, her, hîç, eger, çûnkî û birek peyvên wiha bi kurdî ne, di farisî de jî hene, bi riya farsî û kurdî ketine zimanê tirkî lê em vê yekê nizanin weke peyvên resen ên tirkî dizanin, awayên wan ên rast şaş bi kar tînin.

Peyva hem kurdî ye hem jî hema bêjin di hemû zaravayên kurdî de heye. Em di jiyanê de her roj bi dehan caran bi kar tînin lê dema em dinivîsin şika tirkîbûne dikeve nava me û em beralî dikin.

Her wisa parçe jî kurdî ye. Koka parçe xwe dispêre par’ê. Em nabêjin pera (hise) min bide, em dibêjin, para min bide. Par+çe=parçe. Piştrast dibe ku parçe ye, ne perçe ye û kurdî ye. Wateya parçe ev e; beşek ji parê. Em yekûnekî weke par bihesibînin, ji wê yekûnê parek.

Mîna, Kurdistan yekûn e, tam e lê bûye çar parçe. Em ji her beşekê re ku di bin desthilatdariya dewletekê de ye, dibêjin parçeyê bakur, başûr, rojhelat, rojava. Zebeşekî dikin du felqan her yek parçeyek e. Li gel ew qas îspata em çima dibin xerîbê zimanê xwe, li reseniya wî xwedî dernakevin? Ev jî ecêbeke din e.

Divê kurdên ku ziman, rêziman, rastnivîs û nivîsê re haşir û neşir in, di navdanûstandinê de ne, nemaze jî ew berî her tiştî mantiq û diyalektîka kurdî baş bişopînin, di nivîsandin û bikaranîna xwe de, li gorî vê rastiya tevbigerin. Her kes mintiqa xwe paqij bike, bala xwe bide ser vê yekê qet nebe ji aliyê xwe ve wê zimanê xwe xurttir bike, bigihîne merheleyeke bikêmşaşî.