spot_imgspot_imgspot_img
19 Mart, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêastengî di sînoran de derbas dibin

Bi salan e ji welatên mîna Afganistan, Pakistan û Ozbekistanê mirov ji ber xîzaniyê terka welatê xwe dikin û ber bi welatên cuda ve dibin koçber. Yek ji van welatên ku berê penaberan lê ye Tirkiye ye. Di rojên dawî de bi hezaran welatiyên her sê welatên navborî di ser Îranê re derbasî herêma Serhedê ya bakurê Kurdistanê dibin. Dixwazin ji vir jî biçin bajarên mîna Stenbol, Konya, Nîgde, Ankarayê yên Tirkiyeyê lê berî ku biçin van bajaran bi piya tên bajarên mîna Êlih, Amed û Mêrdînê û ji vir derbasî bajarên rojavayê Tirkiyeye dibin.

Li gorî angaştên penaberan ji bilî rêyên qaçax ji deriyên sînor ên di navbera Tirkiye û Îranê re jî bi hêsanî derbasî Tirkiyeyê dibin. Ji zarokên 8 salî heta kesên 40 salî jî di nav penaberan de hene. Ji ber ku bi rojan dimeşin, binê piyê wan werimîne û av girtine. Dîsa di piyên gelekan de birîn vebûne. Weke rojnameya Xwebûn me xwe gihand penaberên ku li otogara Amedê li hev kom bûne. Em li ser derbasbûna wan a ji sînoran û çûyîna wan a ber bi bajarên rojavayê Tirkiyeyê bi wan re axivîn.

Kom bi kom in

Penaber li otogarê kom bi kom di bin siya daran de li benda bilêtan in ku biçin bajarên ku naskiriyên wan li wan hene û dest bi karekî bikin. Piraniya penaberan jî ciwan in û li gorî bajarên ku biçinê jî cuda cuda li hev kom bûne. Li gorî agahiyên ku qefla dê biçe Stenbolê da; dema ji deriyê sînor ê di navbera Îran û Tirkiyeyê re derbas dibin her çiqas ku carinan rastî  zextên leşkeran werin jî bi giştî dema tên ber derî bi hêsanî û bê astengî derbasî Tirkiyeyê dibin.

Mehek meşiyaye

Penaber bi armanca ku şert û mercên aboriyê yên Tirkiyeyê li gorî şertên welatên xwe baştir dibînin hatine û piştî rêwîtiyeke 44 rojan xwe gihandine otogara Amedê. Penaberê bi navê Armanî (15), diyar kir ku bi boneya rewşa wan a aborî li Pakistanê nebaş e berê xwe daye Tirkiyeyê û ev 7 roj in ku li otogarê li benda çûna Stenbolê ye. Armanî, da zanîn ku 2 xwişk û 5 birayên wî hene û ji bo ku ji malbata xwe re bibe alîkar berê xwe daye Tirkiyeyê û wiha got: “Dema em hatin sînorê Îran û Tirkiyeyê, rastî tu astengiyê nehatin. Piştî rêwîtiya 30 rojan hefteyek berê em ji Wanê hatin Amedê.”

Piyên wan werimîne

Penabera bi navê Zehra Newrozî (40) jî 30 sal berê ji Afganistanê derbasî Îranê bûye û niha jî  bi 4 zarokên xwe re ji bo sedemên aborî ji Îranê berê xwe daye Tirkiyeyê. Li gorî agahiyên ku ew dide 4 sal berê hevjînê wê jiyana xwe ji dest daye û rojên pir zor û zehmet jiyaye. Newrozî, got ku di deriyê sînor re derbasî Tirkiyeyê bûye û rastî tu zextan nehatiye û ji ber ku demeke dirêj e di rê de ye pêyên wê û yên zarokên wê werimîne. Newrozî jî dixwaze bi 4 zarokên xwe re derbasî Nîgdeyê bibe. Li ser pirsa me ya çima Nîgde jî got ku naskiriyên wê li wir hene ew dixwaze derbasî Nîgdeyê bibe.

Cara duyemîn e tê

Penaber Fazil Raûfoglû (27) jî ji Afganistanê hatiye û di nav qeflaya dê biçe Enqereyê de cih digire. Raûfoglû, diyar kir ku ji bo şertên aborî berê xwe daye Tirkiyeyê û ev tişt got: “6 sal berê jî ez hatibûm û li Eskîşehîrê jiyabûm. Piştî ku min hinek pere qezenc kir careke din derbasî Afganistanê bûm. Niha sedema rewşa aborî ya xerab min careke din berê xwe da Tirkiyeyê. Ez ji  Afganistanê derketim çûm Tehranê û ji wir jî derbasî Agiriyê (Bazîdê) û Amedê bûm. Di deriyê sînor ê Îran û Tirkiyeyê re rastî tu zextî nehatim. Leşkerên li ber deriyên sînor carinan li hin penaberan xistin û nehiştin ku derî derbas bikin. Ew disekinandin kinc û çenteyên wan dişewitandin lê di dawiyê de ew kes careke din derbas dikirin.”