spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêdadiya di belavkirina derziya Covîd-19 de

Serokê Rêxistina Tenduristî ya Cîhanê Tedros Adhanom bang li welatên zengîn kir ku alîkariya welatên feqîr bikin. Tedros Adhanom got ku divê welatên zengîn niha derzîkirina zarokan bi paş de bidin û li şûna wê wan derziyan ji welatên xizan re bişînin .

Adhanom da xuyakirin ku gelek welatên xizan hene ku hewcedariya wan bi derziya Covîd-19 heye û belavkirina derziyan li wan welatan dê çêtir be ji derzîkirina zarokan.

Adhanom bang li wan welatan kir ku derziyên xwe yên zêde ji bo bernameya COVAX ya girêdayî Rêxistina Tenduristiyê ya Nanetewî bibexşînin da ku wan bighîne kesên hewcedariya wan bi vê derziyê heye.

Wekî tê zanîn ji destpêka belavbûna vê nexweşiyê de gelek hewldanên çêkirina derziyên ji bo dermankirina ji vê nexweşiyê hatin kirin û hin hewldan bi ser ketin û di encamê de hin derzî hatin çêkirin. Ji destpêka derketina van derziyan ve welatên herî zengîn bi hejmarên gelekî zêde ew derzî ji welatên xwe re kirîn û gelek welatên xizan bê derzî man.