spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bêdengbûn alîgiriya zilmê ye’

Emîne Şenyaşar û Kurê xwe Ferît Şenyaşar çalakiya xwe ya nobeta ‘Edaletê’ ya li ber Edliyeya Rihayê di roja 44’yemîn de didomîne.

‘Bibin dengek’

Vê sibê Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar dîsa hatin ber edliyaya Rihayê û çalakiya xwe bi daxwaza pêkhatina ‘Edaletê’ li dar xist. Duh Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê serdan malabatê kiribû. Malbatê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê wiha nivîsî: “Bêdenbûn û bêalîbûna li hemberî zilmê tê wateya alîgiriya zilmê. Werin em bi hev re li dijî zilim û bêedaletiyê bibin dengek. Platforma Jinan a Şahmaranê ya Mêrdînê ji bo destek bidin têkoşîna me, serdana me kirin. Em ji bo desteka wan spas dikin.”

Çi bûbû?

Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê beriya hilbijartina giştî ya 24’ê hezîrana 2018’an, alîgir û parêzvanên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îhbrahîm Halîl Yildiz êrîşî malbata Şenyaşar kiribû û Haci Esvet û kurên wî Adil û Celal kuştibûn. 2’yê nîsanê Dadgeha Cezayê Giran a 3’yemîn a Meletiyê li Fadil Şenyaşarê girtî 37 sal û 9 meh û li Enver Yildiz jî 18 sal ceza birî.

RIHA

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê