23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêdengî erêkirin û şirîktî ye

Carna li hember tiştên çêdibin û mirov jê re şahidiyê dike peyv hêza vegotinê winda dikin. Hest lal û pênûs stewr dimînin. Qêrînek bêdeng xwe li asoyên dil dialîne û hemû hevok li ber êşa tê jiyîn stûxwar dimînin.

Baş e ma em ne mîkro kozmos bûn? Ku mîkro kozmos xwebûn, enel haq, nîrvana û enerjiyek bêdawî be, çi ye ev bêçarebûn û bêhêziya me? Çi ye ya em evqas ji hev parçe kirin û anîn rewşeke ku em bi xwe jî  xwe fêm nekin? Tişta em ji tevahîbûna me evqas dûr xistin çi ye, em çawa evqas bûne biyaniyên heqîqeta xwe?

Baş e ya em lê digerin bûyîna hêz, desthilatî, îqtîdar e? Ma di makro kozmosê de îqtîdar heye? Nexêr! Ji ber li cihê îqtîdar, serdestî hebe mirov nikare behsa lihevhatinek bêdawî û parvekirinê bike. Ji ber cihê ku lê lihevkirin, parvekirin, curbicurî û cudahî hebin îqtîdar nikare xwe ava bike. Îqtîdar desthilatiya li ser parçekirin, biçûkkirin û lewaziyan e. Yanî bûyîna îqtîdarê dûrketina ji xwebûna xwe ye.

Çanda sereke ya îqtîdarê kuştin e. Kuştina hemcureyên xwe û lawiran dike çandek. Îqtîdar û bêîqtîdarî du seriyên vê çandê ne. Di rastiyê de herdu jî îqtîdarê xwedî dikin. Yek bi tirsa windakirina îqtîdara xwe, ya din jî bi tirsa jidestdayîna jiyana xwe ji vê çandê re xizmet dike. Îqtîdar û tirs destebirayên hev in di vê çandê de. Yek bi hemû hêza xwe hewl dide îqtîdara xwe qayîm bike, ya din bêîqtîdariya xwe dipejirîne, bi hemû salûsiya xwe ve hewl dide xwe nêzîkî îqtîdarê bike û jiyana xwe bigire bin ewlekariyê. Ev herdu seriyên wekî dijberî hev tên dîtin jî xwedîkerên çanda kuştinê ne. Ji xwe dema çanda kuştinê serwer bû, trajediyên mezin ên jiyana mirovahiyê jî dest pê kirin.

Trajediya herî mezin bi riya vê çanda kuştinê belavbûna civak û kesayetê ye. An ku dûrxistina ji hebûna xwe, biyanîkirin e. Kedîkirina ji aliyê sepandinên hişmendiyeke kujer ve ye. Bi vî awayî tirs dibe dojeha mirovan û ev dojeha ku ji tirsên mirovên bûyîn heyber pêk tê, kirdeyan, an ku desthilatdarên îqtîdarê datînin ser textê xwedatiyê.

Li gorî hemû baweriyên olî, xweda mezintirîn hêz e. Ti hêz nîne ku bikare pêşiyê li biryar û kiryarên xwedê bigire. Gotinên xweda ferman in û li dijderketina wan bi dojehê tê sezadan. Xwedê bixwaze dide, bixwaze dikuje, bixwaze baş, bixwaze xirap dike. Ti desthilata vê lêpirsîn bike nîne. Îro îxtîdar û desthilatdarên dewletan jî heman tiştî dikin. Bixwaze dikuje, bixwaze diavêje dojehan an ku girtîgehan, bixwaze têr, bixwaze birsî dihêle. Li hemberî hemû biryar û kiryarên xwe jî wekî vîna xwedayî benîbûnek bêsînor ferz dikin. Ev hêza ku bi hezar salan bi riya zorê, şer, kuştin û talanan ev tişt dikirin, îro ji her demê zêdetir xeter bûye. Tevî her awayê zorê, bi riya aborî, perwerde, tenduristî, huner, hiquq û bi riya teknolojiyê kontrola mirovan dixe dest xwe, hûtê tirsê mezin dike û vê çanda kuştinê piralî dike. An ku tiştên di serê dîktatoriyên leşkerî re derbas jî nedibûn, ji aliyê dîktatoriyên sivîl ve pir pisporane tên kirin.

Lê tişta mirovan ji janê bêzar dike ne zilm û zora desthilatdaran e. Bi hezar salan e li hember zilm û zora heyî berxwedan jî hatiye kirin û mirovahiyê xwestiye rûmeta xwe, mafê xwe yê jiyanê di bin her şertî de biparêze. Girtîgehên Tirkiyê bi serê xwe têra piştrastkirina vê têkoşîna parastina rûmetê dikin. Bi deh hezaran kurd girtî ne. Tevî hemû polîtîkayên tinekirinê jî yên li hember vê zilmê şer dikin, ji bo parastina rûmet û jiyana gelê xwe bêfikar giyana xwe dikin qurban ne kêm in. Îro jî gund, çiya û zozanên me tên bombekirin. Li çar parçeyên Kurdistanê ji ber parastina doza xwe mirov ji aliyê dagirkerên Kurdistanê ve tên kuştin. Birçîbûn, penaberî, zilm û zor, girtin û êşkence berdewam e. Di van rojên ku dinya di nav lepên virusa koronayê de wextên zehmet dijî jî, ji bo dewleta tirk erka sereke kuştina kurdan e. Roja pazdeyê nîsanê dewleta tirk bi firokan êrîşî wargeha penaberan Mexmûrê kir û sê jinên kurd qetil kirin. Çima, gunehê wan çi ye? Ji ber vî gelî parastina rûmeta xwe bijartine. Ji ber biryar û fermana xwediyên îqtîdarê derketiye. Ji ber wê dikarin bên kuştin. Dîsa beriya çend rojan di kesayeta Egîd Îpek de dewleta tirk hestiyên me kir pakêt û bi riya kargoyê şand ji dayîkek kurd re. Gelo kurdek birûmet, xwedî wijdan heye ku bi vê dîmenê neêşiyabe?

Bêguman, ev mirovan pir diêşîne. Lê ya ji wê biêştir, zortir û girantir bêhelwestî û bêdengiya beşek ji civaka me û hinek partî û rêxistinên siyasî yên kurdan e. Wekî min ii jor jî gotî bêdengî erêkirin e û erêkirin şirîakatî ev çanda kuştinê ya îqtîdaran e. Ev gel bi sedan salan e ji siyaseta kurd yekîtiyê, yekdengiyê dixwaze. Lê mixabin li hember kuştina kurdên penaber jî hikûmeta herêma Kurdistanê deng dernexist. Her bêdengî û bêhelwestî tê wateya ku em kuştina xwe, mirina xwe erê dikin. Îqtîdar û mêtingerî ne makro kozmos e, makro kaos e. Yekane çareserkirina vê kaosê yekitî, piştgirî, parvekirin û alîkarîdayîna hev e; li hember zilm û zorê bilindkirina dengê xwe ye. Ger em mîkro kozmos bin, wê demê em bi hev re dikarin xwe ji vê kaosê rizgar bikin.