25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêhna mêtingeriyê

Me zarokan li Darka Zava bi xaran dilîst, kêf û coşa me, çêr û şerê me derdor di qîrê de dihişt. Darka Zava ciyê civata mihelê û ciyê lîstika çirê, hêk û xaran bû, ser tahteke rast lê kort û mort bû, em du û du bûbûn heval, me rêza qurîşkan rast kir, ê serek lîstik da destpêkirin, piştî çend xaravêtinan dor hat ser min. Min xwe li ber xarê xweş kir; ez xweş dizanim li xarên kortê bixim, wiha ji jor wexta dibê “peleq” li orta xara hevalê min dikeve, kêfa min zêde tê û devê min diçe ber guhê min, Şikrîko jî dizane lê li ser piştê diqulupe, kenê guran pê ve ye, min tiliya dirêj da bin a şehadetê li binê xara xwe ya Dêrîşî ediland, ax û bixurkên ber da alî, dûrayî pîva, da xwe ku xarê bilind kim, yekî hişk bi guhê min girt.
Ez sar bûm.

Bavê min di hepsê de ye, apê min tiştekî wiha nake, kesekî ku bikaribe guhê min wiha zeft bike û bike ku ji binî ve rabike nînbû.

Devê min tije çêr li xwe zîvirîm.

Yekî direj î xurt, zilamekî mîna hirçekî siya wî ketibû ser min, min xwest xwe ji destê wî xelas bikim, na nikarim. Hê wisa min hew dît ku tu zarok li dora me nemane. Hela, hela… pê de, pê de ber çavên min rohnî bû, hey lo, ev mielimê gund Ali Fuat Tek ê mêrsînî ye. Dîsa min li ber xwe da, guhê min berda, lê milê min zeft kir û berê min da mala me.
Kalikê min bi acizî, bi zimanê wan (ez ê paş ê fêhm bikim) bi şer çû ser;

-Hûn çi ji me dixwazin, em zarokên xwe naşînin mekteba we.

Hişê kalikê min ji yê her kesî cudatir bû, ji dewletê qet hez nedikir, de ka bila ev mijar bimîne.

Lê bi ya wî jî nebû, bi ya min jî. Êvarê “bekçî” hat, tiştin ji kalo re gotin.

Tiştê ku min dawiyê fêhm kir, her zarokên 7 salî divê herin mektebê, yan na piştî 3 rojan wê ceza ji wan re bê û dikarin bavê wan têxin hepsê, yê min jixwe di hepsê de bû! Dê cezayê wî zêde bibûna, lê aqilê min tiştên wiha ranedigirt; “ez naçim mektebê”.

Kurapê min roja dinê hat, bi destên min girt û bi zorê bêdilî min û kalikê min, ji bo ku em ceza nexwin, ez dam kêleka xwe, ku ew jî ev du sal in diçe mektebe, ez birim. Avahiyeke ku naşibe yên me, ser xanî yanî banî bi tiştên sor î xwar, bi qozikeke wek pişta masî rêsayî, binê odeya ku em ketinê texte, yên rast î xweşik, dîwar dişibin ên me, spî, sîqalkirî, lê gizrek destên mirov diêşand, bi qasî bejna min çarhawir bi rengekî şîn boyaxkirî. Tiştin ku ji wan re digotin “sira” bi rûniştek û mase, her dudu-sisê li kêleka hev rûdiniştin, textekî reş raserî zarokên ku li wan “sira”yan rûniştine. Lî dîwêr hin resm…

Bêhneke xerîb a ecêb ji hundirê odeyê, ji hundirê mektebê dihat. Wek bêhna benîşt, a berûyan; lê na ne berû, bêhnek xweş, lê ji min re xweş nehat, nizanim çima!

Ez wek xerîbekî ku ketibe dinyayeke din, werê ecêb, lewra em ji mektebe direviyan, nedihatin nêzîkî wê jî lê va ye ez bi zorê xistim hundirê wê!

Paşê zengilekî lê xist, em gişt ketin wê odeyê, ez li tenişta kurapê xwe me. Kurap nirquçand min, em gişt rabûn ser lingan, wî tiştek got, qerebalixê jî wek wî lê zêde kir. Em rûniştin, lê ez gêj im, tiştekî fehm nakim. Wek ku di çaleke bêbinî de, di binê hezazekê de bim. Min kir nekir min îdare nekir, li ser kurap zîvirîm, “mîza min tê!” wî tiliya xwe rakir, tiştek got, paşê kurap ji min re got, “her li tewaletê bimîz û car din wer. Wexta tu hatî li derî bid, paşê wer!” îca “tewalet çi ye?” çûm derve, dareke guhijan raserî pacên mektebê hebû, min li wira li pê çavên her kesî mîst, dengê kenê wan dihat min. Wek birûskê tiştek hat hişê min û min berê xwe da Stewrê û lingo bi qurban, wek bayê bezê dibeziyam, difiriyam. Bê molet min heşt-neh km. qedand û xwe avêt hewşa hepsa Stewrê. Navbera bavê min û derdorê xweş bû, xwedî xatir bû, di nav siyaset-ticaretê de bû, zilamekî aqilmend, jîr î qedirnas, zane û xwedî giranî bû, ku te bigota “Şikriyê Hecî Izêrê Dengizî” hema bibêje av disekinî, giregirên Stewrê yên Ereb û azbetên derdorê yên kurdan jê hez dikirin, gardiyanan wê gavê ez xistim hepsê cem bavê min, min qawîş û rewşa vira berê jî dizanibû. Çendik û çend caran hatibûm hepsê cem bavê xwe di vî emrê biçûk î wek sedsalan de, ev cara dehan an nehan bû, nizanim ku dikeve hepsê. Bi qazocaxî xwarin û çay çêkirin, dan min, bêhna min hebekî hat ber min, hatim ser xwe û bavê min pirsî;

-Derdê te çi ye?

Nizanim çi, çawa bibêjim.

Hêsir ji çavên min teqiyan, nizanim çiqasî domand.

-Îja ev çi ye!
-Ez naxwazim herim mektebê…
-Ev ji ku derket.

Min çîroka xwe ji serî heta binî, bê bêhnvedan, xist rêzê.

Sê rojan di hepsê de li cem bavê xwe û ap û mirovê xwe mam, ji ber xwîniya gund, me û mehla jor hevûdu kuştibû di hepsê de bûn, li ser ranzayê raketim, bi wan re ketim nav peyvan, xwarin xwar, derketim hevdîtinê, rewşa wan raçav kir û wî gelek tişt ji min re got, destên xwe di serê min dida û peyv dixistin rêzê;

-Berxê min xwendin baş e. Divê tu herî mektebê. Gelek tiştan bielimî, bibî hakim-sawcî-ebuqat ku ji van teşqeleyan, ruşwet û hepsan me xelas bikî. Tiştek ji xara û ber karikan dernayê. Ka li halê me binêre, ma em jî însan in! Ku xwendeyekî me hebûna… ax ku xwendeyekî me hebûna..!

Temam…

Berxikê min wê bixwîne, bibe zilamekî mezin! Hadê rast berê xwe bide mektebê, êdî tu mekteblî yî..! Ku kesî te aciz kir wer ji bavê xwe re bibêje…

Ez serê we neêşînim. Min bi wî serê şîretdagirtî berê xwe da malê, rast çûm Darka Zava, nav lîstika xaran, dîsa mielim bi guhê min girt;

-Nêrdesin ulan kaç gundir? (Ev çend rojên tu li ku yî, kuro?)
-Sawir de, hepis, ba baba..! (Xwedêgiravî min gotiye ‘li hepsê li Stewrê li ba bavê xwe me’)
-Ne zaman? (Kengî?)
-Hema bû zeman! (Ji ber ku nizanim çi got, min jî li gor peyva wî got, ‘a niha!’)

Bû tîqetîqa derdorê û bernavkê min ma “hema bû zeman!”

Min da ber hev ku wisa nabe.

Bermelê ne kar e, zarokên ku diçûn qal dikirin, pêkenokî, bêencamî! Mekteb zor e, lê encam, nesîhetên bavê…! Jixwe bavê min digot, “bermelê û mekteb bi hev re nabe, wê hişê te tevlîhev bibe, ya rast mekteb, giraniya xwe bide xwendina mektebê, ku tu mezin bûyî bielim qur’anê, ve ez di hepsê de elimîm xwendina Qur’anê…”

Min xwe li mekteb û xwendinê qît kir, li gel lêxistin, şkence û zehmetiyan ez di mektebê de bûm kesê yekemîn. Sal herikîn. Ibrahim Tok hat dewsa Ali Fuat, ew jî çû Hikmet Sari (marîtko, me bernavkê wî kiribû ‘marîtko’) hat dewsê. Ez di mektebê û navçeya Stewrê û gundan de li ser zimana me..! Di sala sêyemîn de Marîtko polên 1-2-3 teslîmî min kir, min ji wan re mielimtî dikir. Jixwe em giş di polekê de, bi pirpolî me dixwend… Lê xalekê hişê min serobino kiriye û bersiva wê jî kes nizane, ji kê dipirsim, dibêijn, “de here dîno, aqlê xwe bi tiştên wisa re nebetilîne, ev ne karê te ye!” pirsgirêk ev e; bermelê, qur’an bi erebî ye û axretê xelas dike. Baş e. Mekteb bi tirkî ye û dinyayê xelas dike, tu dibî xwedî pîşe. Baş e. Lê kurdî, kurmancî, ev ma li ku…! Ev zimanê şêrîn û nasname ka em çi ne…!

Ev pirs dê jiyana min serobino bike û ez ê biherikim nav rûbareke dinê. Meseleyek dûr û direj..!

Ka bila ev jî bimîne!

Bavê min ji hepse derketiye. Bûyera 27 Gulanê (27 Mayis 1960, CHP Îktîdar e- Em wek malbat û mehele CHP’yî ne) muxtarî çêbûye. Navbera bavê min û Marîtko baş e û bi dizî di binhişê min de ne ebuqatî-sawcî-hakimtî cî digire, na “ez ê bibim, mielim, ez ê bibim mamoste û xelkê xwe hinî zanyariyê bikim. Ebûqat nizam çi kedxwar in. Bi rastî jî bûm mamoste…” Pêvajoyeke dûvdirêj e ev mijar… Min pirtûkên mektebê tev xwendine. “Di bin Behrê de 20 hezar Fersah (Denizler Altinda 20 bin Fersah-Jules Verne)” hişê min dagir kiriye, i’lm, zanist, teknîk lazim e!

Em di pola sisêyan de ne. Zivistan e. Wek her tim mielim-Marîtko roja şemiyê nîvrokî beriya ku em belav bibin, got, heta duşemê her kes wê barek êzing bîne ji bona mektebe!

Bû duşem, min êzing ji mektebê re neanî, jixwe êzingên me tune bûn, odeya me ya gund û her kes dihatê û wan êzing ji me re dianî. Bi ser de ez kurê muxtar im, jêhatî me, ma ez û êzing! Wele ez û sê kurikên dinê sucdar in, cezayê me heta êvarî bodrim e, bê nan û av.
Ji ber ku me êzing neanî ne.

Bodrim bin polê bû, mirov rûniştî tê hilnedihat, me xwe dirêj dikir, tarî, hew me çavên hev didît. Bizmar di pişta me re diçûn û ew bêhna nîvxweşî mirdar pir zêde ye. Em zarok dîsa bi henek û coş in. Baş e ku ders tune, lê vê derê jî, ya star! Ji bo hewcedariyên zarûrî em derdiketin û dîsa vedigeriyan hepsa xwe. Nava rojê ku ez neçûm mal, bavê min bi ser mektebê de girt û wî û marîtko tiştên nemayê anîn serê hev. Marîtko digot, “tu muxtarî, divê tu bibî mînak” Bavê min digot, “em ne mecbûr in ku êzinga ji te re bînin, bila dewlet bide. Çi heqê te li van zarokan e, eyb e, ma ev hal e” û hwd…

Welhasil germiya navbera wan hebekî sar bû.

Lê yê min tiştekî din di serî, mejî, dil û ruhê min de rûnişt. Min pirsî ew bêhna mektebê û ya bodrimê bêhna çi ye? Gotin ew text ji darê çamê (qaj) ne, ev bêhna çamê ye. Malên me tije spî û kêç bûn ên mektebê “texte kurusi” wey, dar û textên me û kêçên me jî nedişibiyan hev, her wiha avayî jî. Darên qajan li welatê me tune bûn, ên me darên berû, çiya tev berû, mazî, guhîj, sinc, ijik qizwan, behîv, hevr, bî û benav bûn. Em bi her awayî nedişibiyan hev; çima ew serdest, em bindest, çi karê wan li welatê me heye û qanûn jî alîkarê wan bû. Pirs zêde dibûn û xeternak bûn.

Dê jiyanê gelek tiştên dinê jî hînî min bikira, ew ê gelek tişt derketana pêşiya min.
Lê va ji zarokiyê wiha dest pê kir.

Hê jî di dilê min de li hemberî çamê û bêhna wê pêşdarazî heye, wek xwezayiya ruhê xwe ez ji çamê û bêhna wê hez nakim, tiştekî ne normal û çam bê sûc be jî. Lê va wiha ye, lewra Bêhna qajê, Bêhna çamê ji min re bêhna bindestiyê (bodrim!), ya mektebê, bêhna mêtingeriyê ye. Her çiqasî paşê ew ê bêhna qelemzirîç (kurşun kalem-Lion) jî wek ya çamê be û di navbera me de ew ê evînek veşartî ya platonî çê bibe jî; her çiqas ez ji pênûs, her curê pênûs û ilim jî ji qelemzirîçan hez dikim jî ew bêhna çamê bi min nadin efûkirin.
Bêhna serdest û zilmê ne ya efûyê ye.

Bêhna çamê, ya Qelemzirîçan; textên mektebê, kursî, mase, banî, paşê bêhna daîreyên dewletê, ya qereqolan, ya hewş û derdora wan. Textên çam.

Behna çamê, ya qeleman tev hişê min dagir kirine, wek ku ez êzingan bipeşikînim dixwazim bi saya qelemzirîçan efûyê derxim, lê na, nabe. Derasayî be jî va wisa ye!

Mêtingerî nayê efûkirin û bêhna mêtingeriyê her û her genî ye.

Bila çam, bila ew qajên narînî xweşik î bêhnxweş, nexşên warên evînî li qusûrê nenêrin. Belkî bi xwezayî bê sûc û bê qusûr bin, lê na, rewş ev e! Bila qelemzirîç jî biborin. Û li Heftanînê şer e, ez bêdeng û li her derê bêdengî!