25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêhna qeselê

Em li dor tirbê bi jihevdûrî, li ser qelafîska rûniştin, tevî maskeyên xwe.

Korona tu çiqas qadir î!

Me fatîha xwe xwend, bêdengî…

Hişê min di rewşên wisa de diçe.

Kes napeyive û hişê min jî ji peyvê pir hez dike, xwe ha ha çeng dike, li mijaran digere!

Hê wiha lawê ya mirî li ser min vegeriya;

  • A va dawiya jiyanê ev e! Ewqas hewldan man û bêxwedî. Kes nizane mirov çi jiya…
  • Wisa ye. Rojeke me jî wisa heye! Xelk ên bên derdora me û hew fatihe…

Bêdengî!

Her kes di dinyaya xwe de noqî deryaya xwe bûye.

Kî dizane, hesabê xwebixwe yan jî karên nîvco mayî; axret, dinya, xêr, guneh, mesrefê tehziyê, kê da, kê neda, pere, jin, jîn, deyn, zarok, zordarî, şer, nexweşî, tirsa mirinê, korona… Her kes li ber xwe dinêre û bi tiştekî xwe diştexilîne.

Yê min jî, min dest avêt qesela ber xwe, baqek çinî û di bêhnê de mam.

Min nedizanî ku bêhna qeselê ewqas xweş e; jixwe bengiyê bêhnê me!

***

Vê bêhnê ez pir dûr birim û noqî çaleke bêbinî kirim…

Jixwe dîn im, evîndar im, evîndarê evîn, azadî, jiyan û hebûnê…

***

Em li Bagokê li girê raserî Girêmîra ne; qîra Riya Hevrêşimî wek marê reş vê berêvarê dibiriqîne. Bayekî hênik î havînî sîngên me dipale.  Hey lo dilo, hey dinyayê…

Ez westiya me. Beriya ku vê esrê hebikî çavên xwe germ bikim, heval banga xwarinê dikin. Îro em ê şîvê zû bixwin û berê xwe bidin Dêrxezalkê. Wayy, şîva me giranbuha ye, xwarina fermandaran! Hinek rûn, avabehcanan û nanê hişk î ku tê de xweş herifiye. Ê wele kêf kêfa me ye. Piştî xwarinê li bin rizdeyekê, bila çay bimîne piştî razanê heval rewşê erê dibînin, min kevirek xist bin serê xwe, pala xwe da qeselê; Xwedêyo ev çi bêhnek xweş e ku heta niha ez lê hayîdar nebûme! Bêhna qesela bejî ji ya zad kurtir û teniktir e, bêvil û qirka mirov dike mîna pûng an ji rihana tehtîn. Tehmek nedîtî ya jiyanî! Bêhna kulîlkên biharê yên rexd, bêhna şiliya hişkêgiha wek kolonyaya lîmon-tetûnî, na lê ji bêhnê wêdetir tenik û zelal! Nizanim çi navî lê bikim, lê ev bêhna evînê, bêhna sînga dîlberê, bêhna xaka qedîm î dîroka mirovahiyê…  Nermxewa demkin ez ji ser hişê xwe birim.

Gelo kê û kê ev bêhna kişandiye qefesa sînga xwe?

Ji destpêka mirovahiyê û heta niha, kîjan rêncber, kedkar, hoste, dîlber, nûciwan, key û keybanûyan ev bêhn kişandiye qesefa sînga xwe û ji ser xwe çûye, serxweş bûye. Çendî çend artêşên dagirker ev qesel di bin lingên xwe de pelaxt û çendî çend axparêz, dergevan, hogir, şêrgele, kedparêzan ew poşman kirin ku ketine vê rêwîtiyê. Çendî şehîd, pakrewan, şervan, fermandar ev di nav destên xwe de peça û oxir bû, bêvla kîjan lehengî herî dawîn ev bêhn kir wek hesreta dîlberê, dîlbera dilê xwe ya welatê şêrîn!

Serî li min giran bû.

Bi kenekî sivik ji xew şiyar bûm, edî bermuxrib e.

Heval di amadehiya meşê de ne û çend xortên xerîb jî hatine.

  • Va hevalê Hîsên şiyar bû, ew jî şoreşgerê kevn e, got fermandarê yekîniyê.
  • Merheba! (Em bi Tirkî dipeyîvin)
  • Merheba û ser çavan!
  • Xort ji partiya şoreşger a nêzî me ne…
  • Kêfxweş im, hûn çawa ne? (Me çend gotinên rêzdarî xistin rêzê.. Peyv dirêj ajot.)

Paşê;

  • Gelo hê şoreşgerê kevn (li vira qest; rewşa beriya Tofana Rezberê-Îlon-1980 ye) ên Tirk dibêjin “Tirkiye mêtingeh e, ji ber vê nabe ku Tirkiye mêtinger be!”

Ew peyva meşhûr hê jî min diêşîne, me serî û guh li hev dibir, wan her digot; “Sömürge’nin sömürgesi olmaz. Nasıl Kurdistan Turkiye’nin sömürgesi olur…! Zaten Türkiye ABD’nin sömürgesidir” hey lo dilo..!

  • Bi Xwedê niha notir in. Kurmê şîrî heta pîrî… Tu nêta wan a fêhmê û şoreşê nîne.

Kêfa min ji van ciwanan re hat.

Em ketin ser rê. Rê pir ne dirêj bû, lê taveheyhekê zûka rû da. Bêhna qeselê, bêhna qesela dawiya havînê, tevlî bêhna çiloyê berûyan bi gobiliya bayekî hênik î evînî yê şevê serwer bû. Serxweşiya wê ya şoreşê didomiya… Hê didome.

Herê, baxtewarî ev e. Li ser vê xaka qedîm bextewariyeke din a hişbir tune ye.

Lê Derxezalkê surprîza hawanan a qereqolê ji me re ne xerîb. Ma gule bi bêhnê û bi fikr û ramanan dikarin.

Hê serxweş û bengîyê bêhna qeselê me!

“Heta ku rûyê dinê bibe rûyê evînê”; ma ne “heqîqet evîn, evîn jî jiyana azad e!”-

***

“De ka em fatîhekê bixwînin” got, dengekî. Em rabûn, tevlî herka jiyanê bûn. Di destekî min de baqek qesel. Wele zana rast dibêjin, jiyan evîn e, diherike mîna ava ku dimeşe qeselê û naqede her û her diherike dilê Feqî!