25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing – Çandeke qedîm: Têlkarî

Em dibînin di destpêka dîroka mirovahiyê de amûrên ku ji madenan çebûne tenê ji bo pêdîviyên mirovan bûn. Ev amûr di nav jiyana rojane de, di nav şer û cengên mirovan de hatine bikaranîn. Ev kanza û madenên xwezayî bi demê re di qonexeke hunerî re derbas bûne. Ango mirovan li gorî pêdiviyên xwe teşe û şikil dane van madenan. Ji bo amûrên cotkirinê şikilên cuda, ji bo amûrên şer û cengan şikilên cudatir dane van madenan.
Di madenên ku ji bo xeml û neqişandinê de têne bikaranîn jî hunereke ciyawaz derdikeve holê. Helbet bi demê re sedemên estetîk û ekonomîk jî bandora xwe li ser hunera xeml û xişran kiriye.

Gustîl, guhar, gerdenî, kember, şamdan û hwd. xişrên sereke yên mirovahiyê ne ku di pêvajoya dîrokî de ji gelek merhaleyan bihurîne. Taybetmendiyeke vegotinê ya çanda xişran jî heye. Xişr ji bo mirov û civakan, ji bo bergeh û cîhanbîniya mirovan, ji bo awayê fikr û ramanên mirovan bûne remz û sembolên pîroz. Ev xişr û zînetên ku mirov bi kar tînin li ser bingeheke watedar hatine hilberandin. Ne tenê ji bo xemilandinê lê ji bo gelek tiştan bûne hêmayên girîng ên temsîliyetê.

Di gelek dîn û baweriyan de, di gelek çand û kevneşopiyan de xişr li gorî hin armancan hatine amadekirin. Xişr û zînetên ku li gorî qayîdeyên dînî û kevneşopî tên bikaranîn di nav civakê de pîroz tên qebûlkirin.Bi demê re hunera xişrê dabeş bûye. Gelek beşên vê hunerê peyda bûne. Li gorî madenan, li gorî cih û deverên bikaranîna wan û li gorî hostetî û neqş û nîgarên wan, cureyên vê hunerê derketine holê. Têlkarî jî beşeke vê hunerê ye. Ji ber ku bi şêweya sazkirin û neqişandina têlan çêdibe jê re têlkarî tê gotin. Têlkarî hunerekî qedîm e. Ev huner sebr û zanebûnekê dixwaze. Ev hunera ku ji têlên zîv, zêr, sifir û hwd. çêdibe, kedeke pir mezin û lêhûrbûneke kûr dixwaze. Li cîhanê wekî filigre tê zanîn.Dîroka wê bi awayekî teqez nayê zanîn. Lê belê hunera têlkariyê li ser axa Mezopotamyayê wekî hunera destan a herî kevn tê zanîn. Şopên vê hunerê diçe digihêje 3 hezar sal berî zayînê û nimûneyên wê yên ewil li Mezopotamyayê hatine dîtin. Dema mirov dibêje Mezopotamya Kurdistan, dema ku mirov dibêje Kurdistan Mezopotamya tê bîra mirov. Kurdistan wekî ku di gelek huneran de dixuye navenda peydabûna têlkariyê ye jî. Dema ku Midyad tê gotin hunera têlkariyê, dema ku têlkarî tê gotin gelê suryan tê bîra mirov. Têlkarî ji bo navçeya Midyadê û suryanan bûye nasnameyeke ji zîv û zêr. Lê ji bilî Midyadê li Amed, Sêrt, Êlih, Riha û Şirnexê jî em rastî hunera têlkariyê tên. Ev hunera qedîm ji ser axa Kurdistanê li hemû cîhanê belav bûye.

De îja em behsa hûrgiliyên vê hunerê bikin. Pêşî em berê xwe bidin çêkirina têlkariyê.

Hosteyên têlkariyê, di serî de zîvê xam li ser agirê di kovikên pota de dihelînin. Qaliban germ dikin û piştre madenê zîvê berdidin qaliban. Madenê zîv, piştî ku hate helandin û di qaliban de teşe girt, têl tên çêkirin. Kişandina têlê pir wext digire û kedê dixwaze. Ew zîvê ku hatiye helandin di nava qesnaxan re bi sedan car derbas dibe. Her carekê ku di nava qesnax re derbas dibe pêlekê (mîkron) ziravtir dibe. Her ku têl zirav dibe dirêj dibe. Dû re ji heddeyê derbas dikin.Têl zirav dibe û li ber çavan hûr dibe. Piştî ku têl hate kişandin, têlê li gorî gerdenî, guhar, xizêm û gustîlan bi teşe dikin. Pêşiyê çarçoveya tiştan çêdibe. Têlê çarçoveyan hîn stûrtir e. Hundirê çarçoveyan tije dikin. Dû re boraks û toza zîvan pê werdikin û lehîm dikin.
Mînak ji bo çêkirina guharekî an jî gerdeniyekê bi sedan qulp û parçeyên têlan yek bi yek bi hev ve têne lehîmkirin. Ji ber vê yekê jî divê hoste pîvana germbûna agir baş kontrol bike. Ger ku agir zêde be dibe ku zîv bihele. Ger ku hindik be lehîm baş çênabe. Ji ber vê yekê jî zêde baldariyê dixwaze. Her motîfeke berhema zîvîn wateyeke wê heye. Mebred dikin û ji bo spîkirinê û biriqandinê di nav asîtê re derbas dikin. Edî ji bo bikaranînê amade ne.
Ji bo ku van berheman çêbikin, amûrên berdestan yên wekî; çift, pense, nikil, maşik, meqes, gindor, birek, mengene, çakûç, têlkêş û hwd. têne bikaranîn.

Ji ber pêşkê suryanan ên di vî karî de ji hosteyên suryan re dibêjin “sêhrbazê zîv û qumaşan”. Hosteyên hunera têlkariyê ji bo têlkariyê wiha dibêjin: “Têlkarî, xweşikbûna xeyalan a bi keda destan e ku vediguheze hunerê. Ji bo zewqa çavan, bi hostetiya destan têlên zîvîn bi ruh dike û dixemilîne.”