19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing – Ev der Radyoya Erîvanê ye

Muzîk di çanda kurdî de xwedî cihekî girîng e. Kurd bi riya muzîkê hestên xwe, çîrokên xwe, dîroka xwe û hwd. anîne ziman û hê jî tînin ziman. Ji bo ziman, çand û muzîka kurdî jî Radyoya Erîvanê xwedî cihekî taybet e. Radyoya Erîvanê di nava kurdan de gelek tê zanîn û nasîn. Di sala 1955’an de Casimê Celîl wekî berpirsê radyoya kurdî tê erkdarkirin, weşana kurdî dest pê dike.

Derbarê Radyoya Erîvanê bi lêkolînerê muzîka kurdî Veysî Varlî re axivîn.

Jin di Radyoya Erîvanê de him di aliyê rêveberiyê de him jî di aliyê hûnerê de xwedî cihekî girîng in. Wek tê zanîn beriya Radyoya Erîvanê, li Îran û Iraqê Radyoya Urmiyeyê û Radyoya Bexdayê weşana kurdî dikir. Lê ji ber ku zimanê her du radyoyan jî di bin bandora erebî û farsî de mabûn li ser kurdan zêde bandor nedikirin. Berovajî vê, Radyoya Erîvanê bi zimanekî sade weşana kurdî dikir û ji bo neteweya kurd dibû radyoyeke hevpar. Hunermendên mîna Aram Tîgran, Egîdê Cimo, Xana Zazê, Karapetê Xaço, Meryem Xan,  Mehmet Arîfê Cizrewî, Susika Simo û Eyşe Şan bi Radyoya Erîvanê navdartir bûn.

Di Radyoya Erîvanê de ji 1600’î zêdetir stranên kurdî bi zindî dihatin weşandin. Bi riya Radyoyê nêzê deh hezar stranên kurdî hatin arşîvkirin. Bi hezaran stran ji kurdî dizîne, wergerê tirkî kirine û wekî ku berhemên wan in pêşkeş dikin. Varlî dibêje ku piştî muzîka radyoya êrîvanê, ji salên 90’î vir ve bi deste hunermendên kurd, rihê muzika kurdî hatiye tunekirin. Helbet ev jî mijareke nîqaşê ye…