24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing-Fîlmê Metîn Ewr ‘Çerx’

Huner, li gorî xwezaya xwe muxalîf e. Di her şert û mercan de li hemberî zilm û zordariyê disekine. Di her rewşê de rastiyên ku tên veşartin tîne ziman. Huner carnan bi fîlman, carnan bi şanoyan, carnan bi deng, carnan jî bi bêdengiyê bûye qadeke civakî. Komelaya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn jî li ser vê bingehê hatiye avakirin û heta niha piştgirî daye gelek fîlman. Yek ji wan fîlman jî fîlmê Metîn Ewr ê bi navê Çerx e. Fîlm li kuçeyên Amedê hatiye kişandin û em dizanin ku kuçeyên Amedê bûne şahidê gelek tiştan. Li kuçeyên Amedê gelek rewşenbîr, siyasetmedar, rojnameger, hunermend û hwd. hatine qetilkirin. Lê li gel vê zextê em ji dîrokê jî dizanin ku li cihekî êrîş, dagirkerî û zext hebe helbet li wê derê berxwedanek jî heye. Ew çerxa berxwedanê her tim digere.