20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing – Jiyana Merziye Rezazî

Jinek, şoreşgerek, hunermendek Merziye Rezazî ango Merziye Feriqî. Merziye Rezazî di sala 1958’an de li bajarê Merîwanê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Di temenekî biçûk de eleqeya wê ya muzîkê dest pê dike. Di biçûkatiya xwe de bi xweşikbûyîna dengê xwe kesên derdorê xwe dixe bin bandora xwe. Ê ku li ser wê bandor kirine jinên kurd ên hunermend yên wekî Meryem Xan, Nesrîn Şêrwan, Eyşe Şan, Gulbihar in.

Merziye Rezazî ji ber nasnameya xwe ya jin û kurd di jiyana xwe de pirî caran rastî zehmetiyan tê. Zehmetiya ku ewilî dikişîne di aliyê zimanê dayikê de ye. Li malê kurdî qise dike lê wextê ku ji malê derdikeve mecbûr dîmîne farisî qise dike. Eşqa Merziyeyê ya li ser hunerê ku di pergaleke metînger de peyda bûbû, bû sedem ku bi gelek zehmetiyan re rû bi rû bimîne. Wan zehmetiyan bi mezinbûna xwe re fehm dike. Bi taybetî jî pêşiyê malbata wê naxwaze stranan bibêje ji ber ku civakê stran gotina jinan neyînî didît. Di ciwantiya wê de li Îranê serdestiya Şah Muhammed Pehlevî hebû û li ser kurdan zilmekî mezin hebû. Li hemberî pêkanîna Şah ew biryar dide ku ji viya şûnde bi farisî stranan nebêje. Bi vê biryarê ber bi nasnameyeke din gav diavêje. Şoreşgertî…

Ji Radyoya Bexdayê hunermendên kurd guhdarî dike. Bi deng û hunerên wan xwe perwerde dike. Di demeke kin de li herêma ku lê dijî dibe tekane stranbêja kurd a jin. Berê jî stranbêjên jin hebû lê wan hunermendên jin dest ji stranbêjiyê kişandibû. Li dijî bîrdoziya feodalîzmê serkeftinekê bi dest xistibû. Dibistanên seretayî û navîn li Merîwanê dixwîne. Dû re ji bo perwerdeya akademîk diçe Sineyê. Dibe mamoste. Gund bi gund digere zarokan perwerde dike û bi dengê xwe yê xweş distirê. Di vê demê de dibe şahida zextên li ser gelê kurd û tunehesibandina jin û keçan. Hewl dide ku jinan bi rêxistin bike. Daxwaz dikir ku jin bi rola pêşengiya civakî rabin. Di sala 1977’an de tev li Korî Musîqay Sineyê dibe û çend caran li pêşberî gel stranan dibêje. Di sala 1978’an de bi Nasir Rezazî re dizewice. Keçek wê û du lawên wê çêdibe. Di heman salê de tev li çalakiyên ku li dijî serdestiya rejîma Şah hatiye lidarxistin dibe û ji aliyê polîsan ve tê girtin. Çalakiyên ku tev li bûye dikin hincet wê ji mamostetiyê diavêjin. Bi Nasir Rezazî û Necmedîn Xulamî re komekê ava dikin. Hunera xwe û naveroka stranên xwe bi armanca xizmeta şoreşê bike saz dike. Bi stranên xwe hewl dide hestên şoreşê di nava gel de pêş bixe. Di sala 1979’an de li Îranê rejîma Şah têk diçe lê di bin desthilatiya Humeynî de rejîmeke nû ava dibe û rejîma wî ji rejîma Şah xerabtir e. Humeynî wekî rêveberiyên din êrîşê kurdan û hêzên şoreşger dike. Li hemberî van erîşan Merziye Rezazî û hevjînê wê tev li Pêşmergeyên Komel dibin û berê xwe didin çiyayên Kurdistanê. Merziye edî hunera xwe li çiyayan pêk tîne û li dijî dagirkeran jî wek pêşmerge têdikoşe. Di wan salên li ser çiyayan de bi hevalên xwe yên pêşmerge re koroyeke bi navê Korî Bangewaz ava dikin. Gelek stran û sirûdên şoreşgerî çêdikin û dibêjin. Ji bo wê dem û dever girîng nîne. Bi her awayî hunera xwe pêk tîne. Stran û sirûdên wê ji kuçe û kolanan heta deşt û zozanên Kurdistanê belav dibe. Li Îranê bi sirûda “Slav Ji Pêşmerge Re” dibe yekem jina kurd ku deng daye sirûdekî.

Di sala 1985’an de bi malbata xwe re diçe Swêdê. Çûyîna Swêdê ji bo wê dibe destpêkeke nû. Gelê kurd wê li ser televizyonê dibîne û nas dike. Piştî ku yekem kanala kurd MED TV dest bi wêşanê dike ew jî hunera xwe berfirehtir digihîne gelê kurd. Bi girtina MED TV re jî navber nade xebatên xwe. Li kanala Medya TV bi bernameya Jîlemo ku der barê maf û pirsgirêkên jinan de ye, xebatên xwe didomîne. Merziye Rezazî hertim li dijî dagirkerî û pergala feodal wekî jineke kurd li ber xwe dide. Merziyeyê bi berhemên xwe li çar aliyê Kurdistanê pêşengiya bîrdoziya neteweyî kir. Di 18 Îlona 2005’an de li Stockholmê li welatekî xerîb û ji Kurdistanê dûr çû ser dilovaniya Xwedê.

Piştî ku Merziyeyê xatirê xwe ji me xwest, li dû xwe bi sedan berhem hişt ku ji bo jin û hunermendên kurd bû çavkaniyeke hunerî ya nuwaze. Li pey Merziyeyê ev yek hat gotin: “Şervaneke bibiryar bû û wê dengê xwe, jiyana xwe û hemû mîrateya xwe bexşî zarokên cîhanê kir.”