spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing – Neynika rastiya Kurdistanê; Bahman Ghobadî

Welatê wî kirine çar parçe. Çar aliyê welatî wî bi têl û dîwaran hatiye girtin. Erd û axa wî bi mayînan hatiye dagirtin.Mijarên fîlmên wî jiyana rasteqîn e. Fîlmên wî rastiya kolberan, Helepçe û Kurdistanê ye.

Ghobadî di sala 1969’an de li rojhilatê Kurdistanê li bajarê Banê hatiye dinê. Wexta ku perwerdehiya wî dewam dikir li radyoyekê dest bi xebatê kir.Paşê li Sine wekî amator tev li komên derhênerê fîlman dibe û bi wan re dest bi kêşana kurtefîlman dike. Ji bo ku perwerdeya sînemayê bigire diçe paytexta Îranê. Di destpêkê de ji ber mezheba wî, wî nagirin zaningehê ji ber vê yekê xwe wekî şiî nîşan dide, diçe zaningehê û wekî şiiyan tevdigere. Bi demê re dev ji teqlîda şîîbûnê berdide û wî ji zaningehê diavêjin. Li ser vê mijarê wiha dibêje: “Me wekî çîna 3’yemîn heta ya 4’emîn didîtin, ji ber ku em hem kurd bûn hem jî ji mezheba sunniyan bûn.”

Di navbera salên 1995 û 1999’an de, di gelek pêşbirkên neteweyî û navneteweyî de xelatan werdigire. Hunermend di 10 kurtefîlman de derhênertî kiriye.Di nav 10 fîlman de kurtefîlmê wî yê yekemîn ‘Jiyana di nav mijê de’ ye û di Mîhrîcana Clermont-Ferrand de xelata taybet a juriyê wergirt.Di sala 1999’an de, Bahman Ghobadî di fîlmê derhênerê bi navûdeng Abbas Kierostamî ‘Dê Ba Me Kaş Bike’ de asîstanî kiriye. Di fîlmê Samîra Makhmalbaf ‘Textê Reş’ de wekî karakterekî sereke cih girt.

Di fîlmên Bahman Ghobadî de kesên amator dileyîzin. Di fîlmên wî de serleheng û kesên fîgur jî amator in. Kêm caran kesên profesyonel di fîlmên wî de cih digirin.

Ji çîrokên rastî sûd werdigire. Jiyana kesên li çar parçeyên Kurdistanê dijîn, dike mijarên fîlmên xwe. Hestên wan ên wekî berxwedan, hêvî, êş, hezkirin û hwd. bi awayekî balkêş nîşanî me dide.

Wexta ku behsa Bahman Ghobadî tê kirin sê fîlmên wî yên sereke tên bîra mirov.

Yek ji wan Dema Hespên Serxweş e. Ghobadî, di sala 2000’î de bi vî fîlmî di Mîhrîcana Cannesê de Xelata Kameraya Zêrîn, Xelata Sînemaya Ciwan û Xelata Fipresci wergirt.

Ev fîlm yekem fîlmê kurdên rojhilatê Kurdistinê ye. Fîlmê wî yê yekemîn e. Ev fîlm li sînorê gundekî rojhilat û başûrê Kurdistanê hatiye kişandin. Kesên di fîlm de dileyîzin ji heman gundî ne. Ji ber vê yekê jî kesên ku di fîlm de cih digirin bi awayekî xwezayî dileyîzin. Berxwedana zarokên sêwî ku çawa li hemberî xizanî û neçariyê li ber xwe didin bi awayekî balkêş tîne ser ekranê. Di sînemaya kurdan de berf û çiya wekî metafor tên bikaranîn. Berf û çiya di fîlmê Dema Hespên Serxweş de jî cih digirin. Ev metafor bi awayekî tiştên ku jiyanê zehmetir dike û wekî tiştên ku astengî derdixin, tên nîşandan.

Yek fîlmê wî yê din jî Kosî Jî Dikarin Bifirin. Ghobadî di sala 2004’an de, di fîlmê xwe yê Kosî Jî Dikarin Bifirin de qala jiyana zarokên ku ji şerê di navbera Amerîka û Iraqê de dimînin, dike. Fîlm li sînorê başûr û bakurê Kurdistanê, di kampa penaberan de derbas dibe. Ghobadî bi vî fîlmê xwe dibe qîrîna zarokên ku di qadên şer de mezin bûne. Şer bi çavên zarokan tê vegotin.

Fîlmê dawî jî Nîvheyv e. Fîlm ji çend mîhrîcanan xelat wergirtiye. Di sala 2006’an de hatiye kişandin. Ghobadî di fîlmê Nîvheyv de, di navbera Mozart û Karakterê Mamo de tekîliyekê datîne. Jixwe fîlm bi boneya 250’emîn rojbûna Mozart, ji bo Mîhrîcana Crowned Hope hatiye kişandin. Fîlm li rojhilatê Kurdistanê hatiye qedexekirin. Hinek sehneyên fîlmê jî jê hatine derxistin yanî ji ber zextên Îranê hunermend hunera xwe otosansur kiriye. Ghobadî di fîlm de bal kişandiye ser mijara tundiya li ser jin û kurdan.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê