23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing – Payîza Akademî

Li rojhilatê Kurdistanê di çand û hunera kurdî de muzîk xwedî cihekî berfireh e. Ji ber vê yekê jî di beşa muzikê de xebatek mezin heye. Akademiya bi navê ‘Payîza Akademî’ jî di vê xebatê de cih digire. Payîza Akademî di sala 2018’an de li rojhilatê Kurdistanê hat avakirin. Di reveberiya akademiyê de Ezîz Kengerlû û Siyaweş Muqtadîrî cih digirin. Armanca ava kirina akademiyê hînkirina muzika kurdî û bi taybetî jî lêxistina enstrûmanên gelerî ye. Temenê tevlibûnê ji çar salî destpê dike. Ji çar salî mezintir her kes dikare tev li akademiyê bibe.

Orkestrayek akademiyê heye. Di orkestraya akademiyê de 30 zarok û ciwan cih digirin. Akademî ne tenê ji bo bajarek ji bo hemû bajarên rojhilatê Kurdistanê xebatan dimeşîne. Malbatên zarokan pir girîngiyê didin vê akademiyê û gelek malbat hene ku zarokên xwe her hefte ji bajarên dûr tînin akademiyê da ku beşdarî dersan bibin. Xwendakarên vê orkestrayê ne tenê ji bajarê Bokanê ne, ji bajarê Saqqiz, Serdeşt, Mahabad, Sinê, Banê û hwd. xwendekar hene. Niha tenê orkestrayek zarok û ciwanan heye lê di pêşerojê de dibe ku orkestrayên cuda jî ava bikin.

Li gel şert û mercên giran ên Îranê jî ev akademî bi her awayê xebatên xwe didomîne. Pirsgirêkên herî zêde jî jin dijîn ji ber ku hikumeta Îranê naxwaze jin xwe tev li xebatên bi vî rengê bikin. Her çi qas li aliyeke dewlet li aliyê din jî malbat li hemberî jinan astengiyan derbixîn jî jin di vê mijarê de jî li berxwe didin û di xebatên akademiyê de cîh digirin. Dîsa li gel vê zextê li akademiyê koma jinan heye û cara yekem e ku jin amûrên gelerî yên wekî mey û zerbê lêdixin. Heta niha çar berhemên wan derketine. Ev berhemên xwe wekî klîp jî li ser medyaya dijîtal parve kirine. Ferhad Mehmûdzade şefê vê orkestrayê ye. Aranje, prova û hwd. bi her tiştê re ew eleqadar dibe.

Akademiyê di 2019’an de mîhrîcaneke lidar xist, armanca mîhrîcanê danasîn û pêşxistina amûra gelerî ya kurdan a bi navê zerbê bû. Ev amûr li rojhilatê Kurdistanê bi gelemperî di dawetan de tê lêxistin. Ev amûr li ber windabûyînê ye û bi vî mîhrîcanê eleqeyek mezin ji amûra zerbê re çêbûye. Zarok û ciwan berê xwe dan vê amûrê û niha li her bajarê herî kêm 5-6 zarokên ku pir baş li zerbê dixin hene. Bi xebatên Payîza Akademî ev amûr dîsa nûjen bû û di nav gel de belav dibe. Mihricanê bandoreke mezin li ser zarok û ciwanan kir. Tembûrjenên bi navû deng ên wek Alî Ekber Muradî jî beşdarî vê mîhrîcanê dibin. Alî Ekber Muradî yek ji temburjenên girîng ê kurdê rojhilatê Kurdistanê ye. Berhema Payîza Akademiyê ya herî dawî jî strana Aram Tîgran a bi navê ‘Zimanê Kurdî’ ye. Stran bi Hawramanî, Kelhorî, Kurmancî û Soranî hatiye qeydkirin û parvekirin. ‘Payîza Akademî’ di nav şert û mercên giran de li rojhilatê Kurdistanê xebatên xwe didomîne.