Pêncşem, December 2, 2021

Bêjing – Rezberdan (Mehsere)

Di navbera meha îlon û cotmehê de bêhneke pir xweş li seranserî Kurdistanê belav dibe. Ev bêhn ji nav rezên Kurdistanê difûre. Di navbera van her du mehan de şêniyên Kurdistanê dest bi amadekariyên xwe yên zivistanê dikin û berhemên rezên xwe datînin.Li gelek herêmên Kurdistanê rezvanî awayekî jiyan û debarê ye. Şêniyên kurd bi berhemên ku ji rezên xwe hildiberînin debara xwe dikin.Di demên berê de tirî wekî sembol û motîfekê li ser mîmarî, avahî û gelek amûrên din hatiye neqişandin.Hîna jî di kolanên arkeolojîk de sembolên bi ser tiriyê ve tên dîtin. Tirî ji serdemên dêrîn û vir ve wekî mêweyekî girîng û mîtolojîk tê zanîn.

Şeraba ku ji ava tiriyê çêdibe di gelek dîn û baweriyên cuda de xwedî cihekî taybet e.Tevî vê jî tirî û remzên tiriyê hertim di hunerê de cih girtiye. Helbestvan, stranbêj, wênesaz û zanyaran bi gotin û helbestên mestker tirî xweş sêwirandine.Di mîtolijiyê de dema behsa rezên tiriyan dikin ê ku destpêkê tê hişê mirov Dionysos e.Remza wî mêw e û wekî xwedayê şerab û xwezayê tê qebûlkirin.Dionysos dixwaze têkiliya xweza û mirovan nîşanî me bide. Ji me re behsa pêvajoya kêfxweşiya jiyana hevseng, a xweza û mirovan dike.Mîhrîcana rezberdanan bingeha xwe ji şahiyên ku ji bo Dionysos dihatin lidarxistin digire. Dema çêkirina şerabê dihat şahî li dar dixistin, vê rîtuelê bi sedan salan dom kir. Rezberdan, di her çandê de xwedî kevneşopiyeke cuda ye. Wateya wê ya hevpar jî hêvî û bereket e.

Niha em ê behsa rezvanî û çend berhemên rezvaniyê bikin ku di çand û kelepora kurdî de xwedî cihekî girîng e; dims an doşav, bastêq, benî an jî sîncoq û hwd. çend ji van berheman e.Şêniyên kurd tiriyên baş û xweş di ber re diçinin û paşê derdixin bazarê. Belê, ew tiriyê ku nehatiye çinîn û di nav rez de maye, ketober tê komkirin. Ew tirî bêtir tiriyê mezrone yê şîreyê ye.Tiriyê mayî bi giştî diçinin, tînin miştaxa, dixin telîsan û diguvêşin. Ji bo ku ew keşmûna mayî baş zuha bibe, dixin mengeneyê û diguvêşin Ew şîreya ku ji tirî tê wergirtin, dixin neqran. Li gorî pirbûna şîreyê hinek axa spî dixin nav. Ew axa spî ji bo dawerivandin û spîkirina şîreyê ye.Paşê şîreya xwe dikewidînin. Di wê nîvkelê de, dema gemara nava şîreyê bi ser dikeve, agir ji binê neqrê vedikişînin, wê şîreya nîvkelî heta ku bicemide di nav re li hev dixin, bi vî awayî ew gemar dadinizile, xwe bera binî dide.Dema şîre sar bû û gemara xwe bera binî da, di ser re ya paqij diparzinînin, wê şîreya paqij vedigerînin neqreke din û ji nû ve agir dixin binî. Dikele, dema dikele kef bi ser dikeve, cara duduyan wê kefê jî bi kefgirê ji ser digirin.Ger ew şîre ji bo bastêqê be, hinek arvan tev lê dikin, ger ji bo benîyan be arvanê wê hinekî zêdetir e, her wiha tîrtir dibe.Tasa yendo ya çembildirêj, tasa pîvana şîreyê ye. Ew şîreya arvan li nav ketî, ji bo nebe girêk, li safokê dixin. Ew şîreya paqij ku li safokê hatiye xistin, careke din dixin neqrê, didin ser agir û heta dikele li hev dixin. Piştî kel pê ket, ji bo zêde nekele, nebe girêk û neşewite hêdî hêdî agir ji binê neqrê kêm dikin an jî sêlekê dixin navbera agir û neqrê.

Dema pelûr amade bû, ewilî ji bo bastêqê hiltînin. Gava paçikên hêzar hatin amadekirin, du tasên yendo bera ser paçikên bastêqê didin. Wexta pelûr germ e du kes wê pelûrê bi hosteyî li ser paçik li hev vedigerînin û tenik tenik lê belav dikin, nahêlin qalind bibe. Bastêqa peltenik û spî ya herî baş e.Benî an jî sîncoq bi heman metodê tên amadekirin. Pelûra beniyan hinekî din qalindtir e, ango tîrtir e. Ji bo tîrtir bibe hinek arvanê zêde dikeve nav. Gûzên baş beriya ku bişkînin dixin nav avê. Bi qasî çend saetan di avê de dihêlin da ku di şikandinê de kakil hûr nebin. Gûzan dişikînin, kakilan bi ta ve dikin, benikan bi aqûlan ve girê didin û bi dar de dikin. Aqûl ew darikên serê wan çetelî ne û ji bo bidardekirinê bi kêr tên. Çend caran gûzên darvekirî di pelûrê de dadikin. Li ber tavê dihêlin da ku bi hemdê xwe zuha bibe. Ew pelûra ji ber benî û bastêqê dimîne û nema bi kêr tê bera teştekê an jî ser sinîyekê didin û hinekî zuha dikin. Dûv re bi kêran felqe felqe dikin û wek kesme hiltînin.Çend berhemên din ên ku di dema rezberdanan de derdikevin ev in; beran an jî bêcik, qumaşk, helaw û mewîj.