24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bêjing – Sersal pîroz be

Sersal an jî serê salê temambûna salekê ye. Gava sal dewr dibe, wekî her neteweyî kurd jî vê rewşê pîroz dikin. Wekî cejnên dînî û neteweyî, sersal jî bîrozbahiyeke giştî ye. Hemû gel di heman demê de û bi heman mebestê bi hêviya ku sala nû ji wan re bibe saleke şadî û bextewerî wê pîroz dikin. Pîrozkirina sersalê divê mirov ji bîr neke ku ew çand û kevneşopiyeke kevnar e. Dibe ku pîrozkirina sersalê ya neteweyan hinek ji hev cihê bin. A girîng berdewamkirina taybetiyên xweser in ku divê mirov van taybetmendiyên aîdî çanda xwe ya sersalê biparêze, bidomîne û veguhêze nifşên nû. Wekî çêkirina kalik û pîrika sersalê.

Sersal di 13’yê çileyê de tê pîrozkirin. Ev yek ji ber rewşa teqwîma rûmî diqewime. Teqwîma rûmî jî wekî ya mîladî teqwîmeke li gorî sîstem û sala rojê ye û sal 365 roj e. Tenê cudahiya sereke ji ya mîladî ew e ku 13 roj li pey ya mîladî tê.

Li Bakur kurd ji vê re dibêjin ‘hesabê kurmancî’ û ji ya mîladî re jî dibêjin ‘hesabê tirkan’. Hîn jî kesên ku di bin tesîra çand û zimanê tirkî de nemane, yan jî pir kêm mane hesabê xwe li gorî teqwîma rûmî dikin. Bingeha wê çi dibe bila bibe kurd ew ji xwe re xwemalî kirine.

Di şevên sar ên zivistanê de her kes bi hêvî li benda hatina vê rojê bû. Ji bo her kesî şadî, heng û kêfxweşî bû. Amadekarî ji bo pîrozbahiyên sersalê dihatin kirin. Lê di roja me de ji ber dijîtalbûnê sersal wekî berê nayê pîrozkirin.

Di 13’yê çileyê de, êvarê pîrozbahî tên kirin. Şênî li hev dicivin, ji nav xwe kalik û pîrikekê hildibijêrin. Ji kalikê sersalê re qirdikê sersalê, qirdikê damê, baba gaxan, bab agaxand tê gotin.

Kesên ku ji bo kal dihat hilbijartin cilên kalan lê dikirin, ji hêriyê rih pê ve dikirin, şaşik didan serî, saqo lê dikirin, darek an jî gopalek didan dest. Ji bo pîrikê jî kincên jinan lê dikirin, meles didan serî. Çend kes jî wek alîkar bi wan re tevî rîtuelê dibûn û mal bi mal digeriyan da ku tiştan berhev bikin.

Wekî fêkiyên zivistanê, bastêq, kesme, meşlûr, mewij, kakil, dendikên zebeşan, nokên sîlikê hasilî kelam çi hebûya. Ev tiştên berhevkirî paşê li malêkê bi hev re dihatin xwarin, li hev dihat parîkirin û govend bi hev re dihat gerandin.

Gava kalik û pîrik biçûna malekê pêşî li deriyê malê didan, kalik û pîrik stran û qewlêrk digotin.

-Serê salê binê salê

Xwedê keç û lawek bide kevaniya malê

An jî

-Donî monî mal ava

Xwedî kurê we bike zava

Di sersala kurdan de kalik û pîrik diyariyan berhev dikin, ew ji malbatan digirin. Ew diyariyan nadin. Ev cudahiyeke balkêş e ji father Christmas.

Ez dixwazim balê bikişînim ser gotina “Donî monî mal ava, Bêjeya donî yan jî di hin devokan de wekî Sêrtê dolî. Li gor lêkolînên ku Zana Farqînî kiriye ev peyv tê wateya diyariyê. Mînak di nav êzîdiyan de dolîdank heye. Di rojiyên Xizir Nebî ku Êzîdî digirin de, zarok goreyeke neqişandî ya ji hêriyê di kulekê re berî hundirê malê didin û bi stranan ji xwediyên malê diyariyan dixwazin. Ev yek bi temamî meseleya father Christmas tîne bîra mirov ku di kulekê re îcar ew diyariyan dide zarokên malê.