Duşem, Mijdar 29, 2021

Bêjing – Şînok

Cîhan li ser dijberiyan ava bûye. Aştî-şer, germ-sar, ronî-tarî û hwd. hevûdu temam dikin. Wexta ku yek nebe em ê girîngiya ya din baş fam nekin. Başî û xirabî jî yek ji van e. Dibêjin mirov wexta tên dinyayê û cîhanê nas dikin, pêşî bi çavên xwe her tiştî ji hev kifş dikin û bi çavên xwe bi her tiştî serwext û sercih dibin. Çav wekî jêderk û destpêka her cure fikrên baş û xirab tê qebûlkirin. Heta çav bûne sembola xirabî û başiyê jî. Balkêş e ku mirov ji bo xwe ji xirabiya çavan biparêzin, dîsa xwe bi çavan parastine. Ev bawerî ji demên pêş tê digihîje roja me.

Îro roj di nav gelek civakan de baweriyên ku bi sedan salan e didomin hene. Yek ji wan baweriyan jî baweriya ji şînokê yan jî kespikê ye. Baweriya ji şînokê xwedî dîrokeke kevn e û em dibînin ku li gel vê yekê jî bi kîjan armancê derketiye û hatiye bikaranîn. Her wiha mirov dikare bibêje ku vê baweriyê bi rengekî resen xwe gihandiye îro.

Şînok di nav gelan de ji bo xweparastina ji xirabiyan tê bikaranîn. Bawer dikin ku kesên şînok pê ve bin, tu xirabî nêzî wan nabe. Şînok bi taybetî jî ji bo parastina zarokên ku nû hatine dinê tên bikaranîn. Dayik ji bo zarokên xwe ji “yên jimeçêtir” û ji çavên kesên xirab biparêzin şînokekê bi wan ve dikin û bi vî awayî bawer dikin ku zarokên xwe diparêzin.

Ev bawerî di gelek civak, çand û dînan de heye. Bi gelemperî şiklê şînokan dişibe çavan.

Şînok 3 hezar 300 sal beriya zayînê, li kolanên Tell Berakê ku yek ji bajarên herî kevn ê Mezopotamyayê ye û niha bi ser bajarê Hesekê ve ye, hatine dîtin. Şînokên di wan lêkolînan de hatine dîtin naşibin şînokên dema me.

Di her serdem û şaristaniyê de şikl û çîroka çavan cuda ye lê dawiya dawîn hemû tişt tê li ser parastinê disekine. Li gorî baweriyên Mezopotamyayê şînok rengê xwe yê şîn ji rengê çavên Xwedawend Îştarê digire.

Îştar Xwedawenda evîn, bereket û şer e. Lê ji bilî van taybetmendiyan taybetmendiyeke wê ya cuda jî parastin e. Şîn rengê nîşaneya Xwedawend Îştarê ye. Heta ji ber vê yekê deriyê perestgeha Îştarê ya dema babîliyan jî bi rengê şîn hatiye xemilandin.

Vê baweriyê çand, dîn û sînorên erdnîgariyan derbas kiriye. Her çiqas bi awayekî baş neyê zanîn jî tenê wekî moriyekê ango modayê neyê dîtin. Şînok di destpêka şaristaniyê de hebûna xwe parastiye.

Divê em ji bîr nekin di her çand û baweriyên ku ji aliyê jinan ve tên domandin de şopa xwedawendan heye. Heta di baweriyên yekxwedayî de ku her çiqas di roja me de ji aliyê pergala serdestan ve bê înkarkirin jî çanda xwedawendiyê her hebûye û heye.

Şînok di nav civaka kurd de jî wekî tilsim û baweriyeke kevneşopî cih girtiye û îro jî gelek kurd vê tilsimê bi xwe re digerînin. Di nav kurdan de hin berhem, eşya û gihayên ku wekî tilsim û teberik têne bikaranîn hene. Kurd ji bo nezer an jî çavînî nebin van amûran bi mirov û heywan û mal-milkên xwe ve dikin. Ji nav van ya herî navdar û berbelav şînok in.

Her wiha gelek kes bawer dikin ku kesên çavên wan şîn û sût in bêhtir mirovan nezerî dikin. Ji ber vê yekê jî kurd dema mirovên çavşîn dibînin xwe ji çavên wan diparêzin. Xwe ji çavên xirab û bed biparêzin, şînokên xwe bi xwe re bigerînin û bila destê Îştar li ser pişta we be.